Derencam, bona ku meriv têra dilê xwe di bin barana huner û beşera sînemaya Asgar Ferhadî de şil bibe, pêwîst e ku meriv rip î rût, şilf î tazî, bêbar û bêkeser, bêxem û bêkeder derkeve hember fîlmên wî. Wê demê ew fîlm wek temaşevanên durust mirovan dostanî pêşwazî dikin û mestanî jî rêwî dikin.
Firoşkar û sînemaya wî
Sînemaya Îranê ku bona fîlmçêkerên cîhanê wek keşif û mijareke nû xuya dike, ji coxrafyeyeke nêzîk li kêleka Kurdistanê bang li me dike. Bi paşxan û kelepora xwe ya kevnare ve ev sînema lazim e bona me kurdan bibe mînak û zêdetir were lêkolînkirin. Sînemaya Îranê ku gelek derhênerên hêja diyarî alema kamerayê kirine, gelek pesin û aferîman heq dike ku yek jî Asgar Ferhadî ye, ez ji fîlmên wî hez dikim û tim temaşe dikim.Wek dildarekî vê sînemayê sê roj berî niha ez çûm salonê û min fîlmê dawî yê Asgar Ferhadî temaşe kir. Derhênerê Îranî vê carê bi fîlmekî din li ser zimanê sînefîlan dimilmile.
Pîştî ku bi Cudahiya Nadir û Sîmînxelata Oscars wergirt, li Fransa fîlmek bi navê Paşeroj kişand û vegeriya welatê xwe carek din tûrikê xwe tije huner kir û fîlmê bi navê Firoşkar (The Salesman) kişand. Di fîlmê ku van salan li Îranê derbas dibe de, jin û mêrê hev Rana û Îmad şanoger in û lîstika Arthur Miller navê Mirina Firoşkar dilîzin, piştî demekê bar dikin diçin xaniyekî nû. Rana li vir rastî destdirêjiyê tê, Îmad berovajî jina xwe Ranaya ku vê travmayê aramî derbas dike, hêrstir e û dixwaze tol hilîne. Vê çîroka Ferhadî ku mirovan wek bobelîskê dorpêç dikeû bêhempa diherike yek jî performansa lîstikvanan li Festival du Cannes du xelat û gelek jî aferîm qezenc kirin.
Wekî di hemû fîlmên xwe de dike, di vê fîlmê de jî Asgar Ferhadî liser têkiliyên mirovî, exlaqên civaka Îranê û rewşa jiyana miletê nîv zengîn û jinên wê cemiyetê disekine. Lêbelê zemanê fîlmên xwe çarpê ava dike hetmen nakeve nav meseleyên polîtîk, yan jî xema peyamdayînê nake. Jixwe di hevpeyvîneke xwe de wiha digot; “Gava ku derhêner bixwaze bi fîlmê ve peyamekî bide ev fîlm baş nabe, ez naxwazim fîlmên sîyasî bikêşim û jê bawer jî nakim. Ez zêdetir çîrokên dramatîk ên têkiliyên mirovî û malbatî dinivîsim. Jixwe di têkiliyên mirovan de, siyaset, exlaq û malbat her dem heye. Em zêdetir sînematografî û şêwaza sînemaya Ferhadî binêrin.
Tesîra Pêla Nû
Ferhadî di 7 saliya xwe de pêrgî Şoreşa Îslamî ya sala 1979an tê, li welatê xwe Hunerên Dramatîk dixwîne, liser derhêneriya sehneyan perwerdeya bilind distîne û bi kurtefîlman dest bi derhêneriyê dike. Sala 2003 dirêjefîlma xwe yekem bi navê Reqsa Nav Xubarê (Dancing In The Dust) kişand, sala 2004 Şarê Zindî (Beautiful City), sala 2006 Çarşema Sor (Fireworks Wednesday), sala 2009 Derbarê Elly (About Elly), sala 2011 Cudahiya Nadir û Sîmîn (A Separation), sala 2013 Paşeroj (Le Passé) kişand û bi fîlmê xwe Cudahiya Nadir û Sîmîn ve Xelatên Akademiyê û Berlînê tevde gelek xelat qezenc kirin. Sala 2012an kovara Time ew di nav 100 mirovên herî bandordar ên cîhanê de nîşan da.
Ferhadî yek ji wan nêfşê sêyem ê Pêla Nû ye ku wekî her deverê cîhanê li Îranê jî gelekî zû deng veda. (Piştî Ebas Kiyarustemî, Cefer Penahî, Muhsîn Mexmelbaf, Samîra Mexmelbaf, kesên wek Behmen Qubadî, Asgar Ferhadî, Mazyar Mîrî ji nifşên dawî yên vê pêlê tên hesibandin) Her çi be jî bandora Pêla Nû ji Îtalyayê derbasî Tirkiyê bû ji wir jî derbasî Îranê bû. Her sînemagerê Îranî Yilmaz Guney dinase û bi tesîra wî ve fîlm kişandîye. Asgar Ferhadî di hevpeyvîneke xwe li Tirkiyê de dibêje; “Hemû derhênerên Îranê Yilmaz Guney dişopînin û ez jî gelekî jê hez dikim. Bandora Guney wek rêçeke hunerî tim liser min e. Xeyala her derhênerî ye ku wek wî li Cannes û qadên din xelatan wer bigirin”. Dîsa di roportajekê de jê dipirsin gelo xwe zêdetir wek derhêner yan senarîst dibîne; ew jî xwe piranî wek senarîst binav dike, çimkî dema dinivîse ji derhêneriyê zêdetir xwe kelecan û kêfxweş hîs dike.
Jixwe ev nûner û şopînerên vê Pêla Nû ya Îranê, jiyana rojane û bûyerên ji rêzê bi şêwazeke helbestî dihonin û rastî û qestiya jiyanê di nav hev de dikelînin dikin buxûr. Taybetiya wan a sereke ew e ku tişta lokal bi tarzeke unîversal dikêşin. Piştî her fîlmeke xwe bi ya min Ferhadî gaveke din jî bilind dibe û derdikeve asta jor, her ku diçe zimanê sînemaya wî hêsantir û zelaltir dibe. Dema mirov awayekî kronolojîk fîlmên wî temaşe dike wekî ku ji alema rasteqîn derbas be têkeve alemeke sîmûlatîf, piştî her fîlmê tahmeke tirş di devê merivan de dimîne û wekî serxweş û sermest di bin bandora xwe de dihêle.
Ji Reqsa Nav Xubarê heta Firoşkar çiqas ji destê wî tê zimanê sînemaya xwe hêsantir dike, liser mirovên asayî ku jiyana wan tesadûfî rastî hev tên disekine. Em di Şarê Zindî de dibînin ku çawa jiyana jineke genc û hevalê birayê wê dem bi dem nêzîkî hev dibe. Derbarê Elly jî wisa diherike û mamosteyeke genc çawa di nav jiyana hin mirovên ji rêzê de tûşî xetên wan dike derdikeve pêş me. Çîroka van jiyanên pêrgî hev hatine di Cudahiya Nadir û Sîmîn û fîlmê Çarşema Sor de jî tê dîtin ku heyata malbata zengîn û jineke karker bi hev re derbas dibe. Ew jin wek karker dikeve mala wan zengînan peyder pey jî dikeve navenda kêşe û pirsgirêkên wan. Di Firoşkar de dîsa mesele liser jinekê rû dide û di nav bûyer û mijaran de merkezîbûna wê jinê nîşan dide. Fîlmografiya Ferhadî ku carinan wek belgefîlm dewam dike, temaşevanan bêyî riza û daxwaza wan kaşî nav kêşeyan dike û şevekorî di nav de dihêle. Temaşevan gav bi gav dikeve nav çîrokê û her ku sir îfşa dibin adrenalîn û meraq jî bilind dibe pê re. Heta ku fîlm devam dike aliyên baş û aliyên nebaş ên karakteran aşkere dike ku temaşevan dikeve şûna wan. Herçiqas mijarên wan jev cuda bin jî ez vê temayê car bi car di fîlmên Michael Haneke de dibînim.
Jinên Ferhadî
Dema Ferhadî liser çîroka mirovên jiyana wan tim rastî hev tên disekine, piranî jinan dide merkezê. Ev çîrok ji sê-çar rojan pêk tê û teqez dawî lê nayê, wisa nîvco û şikber dimîne. Wexta van hikeyatan dijene, zêdetir têgehên hegemonîk ên wek edaletê, zayendên cîvakî, têkiliyên malbatî, sincên nîv zengînan, hêza civaka xwedî sinif mîna mûyekî dirêse. Mirov dikare her gav wê têkoşîna wan kesên dikin ku tevn û sazûmana jiyana xwe biparêzin, bona wê pergalê çawa derewan dikin, çawa exlaq binpê dikin çavdêr bike. Lê wekî min got di merkeza van tiştan de tim jin hene û bi ya min Ferhadî gorî gelek kesan zêdetir erênî li jinan dinêre û karakterên wî jin her dem xwedî torpîl in. Jin û nirxên civakê tên pirsyar kirin û bersiv bi çavê temaşevan ve tê diyarkirin. Bi kurtasî, di nav hemû karakteran de jinên Ferhadî zêdetir bala merivan dikêşin.
Derencam, bona ku meriv têra dilê xwe di bin barana huner û beşera sînemaya Asgar Ferhadî şil bibe, pêwîst e ku meriv rip î rût, şilf û tazî, bê bar û bê keser, bê xem û bê keder derkeve hember fîlmên wî. Wê demê ew fîlm wek temaşevanên durust mirovan dostanî pêşwazî dike û mestanî jî dişîne.