Ji dil heya fram: di sînema de jin

0
14
REKLAM    

Jin û sînema… Dema ku em vê mijarê binîrxînin û bidin gotin, ji aliyê tevgera azadiya gelê Kurd ve gelek  nirxên ku mirov behsa wan bike, hêjayî gotinê ne ku bikevin rojeva çapemeniya Kurd jî.

Ji ber ku di nava her gel û netewekê de her têkoşîn ji bo jiyana pîroz xebatek baş ji bo mirovahiyê heye. Divê  mirov dem û wêneya sînema, ji bo çi û çima pêwist dike, bizanibe.  Ji ber ku xebat û zanîstiya sinema, gelek cûreyan di nava xwe de digire di roja me ya îro de. Bi navê çandê nirxên civakê mezin dikin û ji hemû rengên berhemên hunerî, aborî, siyasî û civakî bi hev re dikin parçeyek û bi rengekî didin pêşkêşkirin.

Em werin rastiya demê berê, tiştên ku tên berhevkirin û çêkirin, dayîna fêmkirin û zanistiya mirovan ya wê demê, her tişt ji bo xizmeta mirovan dihate kirin. Ji bo fêmkirina bûyeran, dem û rewşên xweş û nexweş ê ku her demê û mirovahî li her derê jiyan kiriye, gengaze ku gelek cudatiyên ber bi çav hene. Ji bo wê di wê demê de, tê zanin ku pêwistî, bi tevgerek lezgîn a guhertinê û dane fêmkirinê hebûye. Ango bi gotina stranekî, bi çêkirina wêneyekê xwe îfade dikirin. Ji xwe ev rêbazek parastin û domandina nirxên civakî ne. Destan û çirokên roj bi roj dihatin hunandin reng dida  jiyanê. Lê tişta ez dixwazim destnîşan bikin, rastiya jinê ya di wê demê de ye. Ji ber di wê demê de her tişt û heqîqeta jiyana mirovahî bi destê jinê dihate parastin û jiyan kirin. Ango ked û rola jinê baş dihate zanin. Di rastiya jiyanê de deng û rewşa jiyanê dihate dayîn. Ew jî bi kedeke mezin. Ji ber wê jî her kesekê bi hev re jiyan dikir û wiha jî çanda dayîktî belav bû. Ango rastî û xemla wê demê bi ked û rengên jinê dihat jiyan kirin û meşandin. Ev jî bi her awayî jiyana rastîn bû.

Em werin di roja me ya îro de naskirina jin û sînema. Ragihandin û bitaybet tv wek amûreke bandor bi hemû bername û nûçeyên xwe ve li gorî du têgehan têne amadekirin. Elbet pêwîste em van her du mijaran ji hev cuda bigirin dest. Ji ber ku di pergala sermayedariyê de weke ku di roja me ya îro de li ber çave, çawa çanda netewekê,  gelekê û heya hebûna mirovekê di bin perdeyeke reş û veşartî de tê xemilandin, tê pêşkêşkirin. Bi taybetî ev ji bo jinê mijara gotinê ye. Ji ber ku pergala sermayedarî di nava pergalê xwe de tiştek bi nave rastî û hebûna jinê jê re nehêla ye. Lewma pêwîst e ev baş were zanin ku rastiya sermayedariyê di cihanê de hati jiyan kirin dûr ji rastiyê mirovahiyê ye. Dîsa bi hezar salan mirovatî xwe bi deng û hestên xwe îfade dikir. Bi stran û çîrokan, serpêhatî û rojên xwe yên xweş û şîn digotin û wiha deret û rêzikên xwe yên ku bi xwezayî re didan meşandin. Ev dîroka devkî bû. Piştre bi pêşketina nivîsê rûpel û pênûs rêbazeke hîna mayînde ji bo tomarkirina dem û gavên ku di dinyayê de diqewimîn pêşket. Bi demê re dîmen û wêne jî li ser vê pêşketinê zêde bû û xebatên ragihandinê roleke mezin list. Divê di nava her dem û çaxên ku mirovahiyê li ser parzemîna me jiyaye bi her şert û awayî were zanîn.

Lê mixabin di cihanê de bi taybet di Rojhilata Navîn de rastiya jinê û civaka xwezayî di asteke bilind de hate perçiqandin. Jin niha bûye meta di her qadê de. Em bi rojane dibînin ji rêzfilman bigire heya klîb û wêneyekê de çawa ji xwazaya xwe ya paqij û bedew hatiye dûrxistin. Minak; di rihê jinê de desthildari û zordestî li ser mirovan tine ye. Lê di pergalê de bi rêya sînema gelek rolên xirab ku dijî rastiya jinê ne, pê didin kirin. Heya vê bi rengek wiha didin meşandin ku di xêva civakê de îmajeke wiha çêdike. Lê bêguman ev ne ji rêz û bêzanebûn têne kirin. Ji ber ku Rêber APO dibêje di rewşa niha ya sermayedariyê de tişta jin dijî ne ya wê bixwe ye. dike rola niha didin jinê ji hest û taybetmendiyên wê dûr in. Jin anîne rewşekê ku xwe nas nake û bi rastiya pergala ku hati meşandin re bûye yek. Rastiya wê çiye û pêwîste jin çawa bijî. Bi rê û rêgezên pergal birêvedibe nahêle ku jin li ser rastiya xwe bihizire. Lewma nahêle ku jin rastiya xwe biparêze û xwedî lê derkeve. Ango bi sînema, rêzfilm û dîtmeniyê, wiha dide nîşandan ku koletî û êşa heyî jin bi xwe dide kirin. Ji bo wê jî pergala desthiltdar û mêrê derewker rastiya jinê ji nedîtî ve tên. Jin di aliyê derûnî, fizîkî, fikrî û hemû giyana wê tê perçiqandin û bedena wê dikin meta. Wê bi rengeke din şîrove dikin û dibêjin ev rastiya te ye.

Bêguman jina bi zanistî tevnegere û xwedî zayena xwe dernekeve di dawiyê de dibe endamek ji wan xirabtir. Ango di roja me ya îro de li ber çavên me hemûyan e çawa fizîk û fikirê jinê didin nasandin. Bi tayebt jî di vir de medya roleke sereke dilîze.
Hemû rengên jiyanê di hembêza jinê de cih digire û bedewiyeke bêpayan pêk tîne. Lê mixabin bi taybet ev xweşikiya wê wek metayeke kirîn û firotinê tê destgirtin. Pişt re jî weke seneryo, tiyatro dikin mijara pêkenokan. Li gorî dilxwaziya xwe reng dike. Bixwaze difiroşe, dikire û ker dike. Vê ji xwe re wek maf dibîne. Lê ji dîrokê jî tê zanîn rol û hêza jinê û tiştên dikare bike çendî mezin in. Bi giştî bi pergala zilamsalar a koledar û bi taybet bi nûnerê wî yê herî dawî pergala sermayedariyê mafê jinê yê xwe birêvebirin û rêxistkirinê ji destê wê girtiye. Ji bo jinê her tişt di bin rêzik û çerçeveyeke diyarkirî de ye. Jin mecbûre her tiştê xwe li gorî pîvanên hişmendiya serdest bimeşîne. Minaka herî berçav jin nikare bi dilê xwe cil li xwe bike. Di sînema, rêzefilm û dîtmeniyê de jî hemû tevgerên jinê li gorî daxwaziya serdestan tê amadekirin. Ango jin ker û lal kirine. Ji bo ku her kes bikare li gorî xwe bikar bîne.

Bi giştî dikare bê gotin amûrên teknîkî hemû notir in. Ango bi qasî dikarin ji hêla serdestan ve li dijî civakê bêne bikaranîn. Hêzên demokratîk û azadîxwaz jî dikarin ji van amûran di rêya berjewendiya gelan sûd wergirin. Di vir de sînema jî ji bo mirovên ku rêya wan ber bi azadiyê ye, amûreke kêr hatî ye. Sînemaya azad û xwezaya jinê nêzîkî hev in. Ji ber ku jin xwediyê giyaneke paqîj û dilrehmiya jiyana mirovan e. Bi her kesê re û xwediyê dewlemendiya jiyana pîroz e. Jin sînemayê û sînema jî jinê dixemilîne. Wateya sînemaya azad ewe ku rastiya gel û tekoşînê bi hemû rengên wê yên pîroz nîşan bide. Mina jin ku di çiya de ji bo azadiya xwe çawa tekoşîn dike û xwedî kîjan nirx û bedewiyiyan derdikeve. Ev bi pêşengtiya bi hezaran rêhevalên şehîd ên jin li hemberî rupelên tarî yên pergala desthilatdarî serî hildide û nîşanî wan dide ew rastiya hûn li ser jinê ferz dikin, dinivîsin û didin xemilandin dûrî rastiya jinê ne. Ji aliyê bi hezaran rêhevalên şehîd û keda hevalan hate destnîşan kirin ku rastiya jinê her kesek nikare bide jiyankirin û nîşan kirin. Bi taybet tevgera azadiya jinê li Kurdistanê karî pir aliyên rastiya jinê ku bi kîjan lehengî serbilindiya li hemberi hemû paşverûtiyê tekoşîn dike, derxîne hole. Ji ber ku gêrilayên jin hem di jiyana xwe de hunermend in û hem jî vê yekê di qadên dîtmenî û sînemayê de karîn hunera jinê bi zimaneke pak û rewan pêşkêş bikin. Ev rastî hemû rengên jiyanê di nav xwe de hildigire. Ango jin rengên jiyanê jîndar dike. Di nava tevgera jina azad de jin xwedî hemû nirxên pîroz derdikeve û li hemberî her cure xirabî, nexweşî, nezanî û tunekirinê têkoşîn dike. Jin bi hêza parastina rewa, asteke bilind a birdozî û zanisteke exlaqî û polîtîk têdikoşe. Dide nişandan ku rastiya jina li çiyan dijî, hemû xwedî beşeke hunerê ye û her gêrîlayek jî destan û çîrokek ji roja azad û piroz e.

Di Rojhilata Navin û Tirkiyê de yek ji kesên çanda sînema û dîtmeniyê ji mirovan re kiriye nav nîşan, derhêrnerê Kurd Yilmaz Guney bû. Yılmaz Güney bi kesayet xwe ya bijarte çandeke biwate di herêmê û bitaybet li Kurdistanê da pêşxistin. Li tevahiya Rojhilata Navin ciheke birûmet girt. Niha jî ger sînama Tirkiyê bi baldarî tê şopandin û serxwe maye, ev ji ked û ramanên Yılmaz Guney çavkaniya xwe werdigire. Gelek kesan xwestin xwe bigihînin asta Yilmaz Güney, lê tu dema nekarîn. Ji ber ku fêr kirin û peyivîn bi zimanê sînemayê ne karê her kesê ye û ji bo wê dileke bi qasî derya û hestên bedew pêwîst dike.

Belê dema em behsa sînema çiya bikin bi taybet di filma şehîd Bêritan de jî tê xuyakirin rastiya tevgera jin û rastiya jin a çiqa bi aheng e. Ji ber ku derhênêrê herî nêzîkî jinê Rêber APO ye. Ev derhênertiya ku bi salan hate meşandin ji aliyê Rêber Apo ve, di nav tevgerê de berhemên dîrokî derxist û jin him xwe nasî û him jî bû xwediyê jiyana xweşik û rast. Bi salan ji aliyê derhênerê jiyanê ve ked hate dayîn û gêrila bû xwediyê reng û jiyaneke pîroz. Di sala 2005 de jî derhênerê nemir hevalê Xelil Dağ û xebatkarên sînema çiya hewl dan zanin ku rastiya gerila û jina Kurd ku çawa di çiya dijîn û bi kijan hest û ramanê tekoşîn dikin, raxînin ser perdeya sînemayê. Vê jî carêke din hunermendiya gêrîla nîşan da. Di her dîmenekê de têkoşîna jinê ji bo xilasî ji bindestiyê mayînde dibe.

Belê şehid Bêritan û bi hezaran rêhevalên şehîd, her yek ji wan aheng û nasnameyeke ji bo jiyana azad. Ev jî berhemek bû ji bo sînemayê. Ji bo wê jî xebatên sînema azad wê her berdewam bibin.

Ji ber jiyana her jinekê sînema ye.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse