‘Ji destpêkê heta niha şanoya kurdî’

0
30
REKLAM    

Di çarçoveya bernameya Mîhrîcana 4’emîn a Rojên Şanoyê yên Êlihê de panela bi sernavê “Ji destpêkê heta niha şanoya kurdî” hat nîqaşkirin. Şanogerên di panelê de axivîn li ser peresîna şanoya kurdî nîqaş meşandin

Mîhrîcana rojên şanoyê ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve tê organîzekirin bi bernameyên cihêreng berdewam dike. Di çarçoveya bernameyê de panela bi sernavê “Ji destpêkê heta niha şanoya kurd” hat lidarxistin. Di panela ku li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney hat lidarxistin de moderatoriyê Çîçek Tekdemîr kir û panelîst jî şanogerên kurd Hemê Siwar Ezîz, Ruknettîn Gun û Kemal Ulusoy bûn. Di panelê de peresîn û pirsgirêkên pêşketina şanoya kurd hatin nîqaşkirin.

Şanoger û nivîskar Hemê Siwar Ezîz ku ji bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federal a Kurdistanê beşdarî mîhrîcanê bû diyar kir ku ew ji ber di çarçoveya mîhrîcana şanoyê de li Êlihê ye keyfxweş e û wiha axivî: “Bi kurdên ku ji çar parçeyên welat hatine vir, em peresîna şanoya kurd nîqaş dikin ku ev ji bo min cihê keyfxweşiyê ye. Li başûrê welat destpêka şanoya kurdî berî 90 salan e. Ez dikarim bibêjim ku li Başûr ji destpêka sedsala 20’an ve şanoya kurd pêş ketiye. Lê mirov dema behsa karaktera wê şanoyê bike dikare bêje ku ji şanoya Iraqê û ya ereban bi bandor bûye.”

Ezîz destnîşan kir ku ji ber şert û mercên bakurê Kurdistanê şanoya kurd ji binesaziyeke zanyarî û akademîk bêpar maye û axaftina xwe wiha domand: “Em dikarin bibêjin ku heta 20 salên dawî li vir şanoya kurd di bin zext û pêkutiyan de li ber xşLwe daye. Bi taybetî jî di salên 1990’î de geşedanên di siyaseta Iraqê de û li wir bidestxistina destkeftiyan şanoya kurdî jî bi saya van gelek derfetên mezin ji bo pêşketinê bi dest xist.”

Piştî Hemê Siwar Ezîz şanoger Kemal Ulusoy axivî. Ulusoy destpêkê şanogerên şehîdên çandê bi bîr anî û bi lêv kir ku bi têkoşîna çekdarî ya 30 salên dawî pêdiviyeke mezin ji bo qada hunerê jî derketiye holê û axaftina xwe wiha domand: “Di salên 1990’î de çawa ku Tevgera Azadiya Kurd li ber xwe da wan salan şanoya kurdî jî têkoşîneke dijwar meşand. Me nikaribû çav û guhên xwe ji bûyerên civakî re bigirta û şanoya me dikir jî parçeyeke têkoşîna gelê kurd bû.”

SERÊKANIYA ŞANOYÊ

Di panelê de herî dawî Mudurê Hunerê yê Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ruknettîn Gun axivî. Gun bal kişand ser pirsgirkên li pêşiya pêşketina şanoya kurdî û wiha axivî: “Şanoya kurdî jî bi netewebûna kurdan re girêdayî pirsgirêkan dijî. Divê ku şanogerên kurd jî li wêjeya kurdî û efsaneyên kurdan ku serêkaniya şanoya kurdî ne vegerin lê divê ku ji şanoya cîhanê jî xwe qut nekin. Wergera kurdî jî bi xwe re form û nêzîkatiyeke din dertîne holê. Ji ber vê divê ku şanoya kurdî otantîzma xwe biparêze.” Di çarçoveya rojên şanoyê de lîstikên bi navê ‘Hêviya me hûn in’, ‘Nêçirvan’ û ‘Şîret’ derketin ser dikê. 4’emîn Mîhrîcana Rojên Şanoyê ya Êlihê dê îro bi dawî bibe.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse