Ji bo sînemagerên nifşa nû mîhrîcan

4’emîn Mîhrîcana Kurtefîlman a Yilmaz Guney a Êlihê îsal di navbera 13 û 17’ê mijdarê de ew ê pêk were. Mîhrîcana ku ji aliyê Şaredariya Êlihê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn bi hevparî tê organzekirin serlêdanên wê dest pê kirin

0
29
REKLAM    

4’emîn Mîhrîcana Kurtefîlman a Yilmaz Guney a Êlihê îsal di navbera 13 û 17’ê mijdarê de ew ê pêk were. Mîhrîcana ku ji aliyê Şaredariya Êlihê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn bi hevparî tê organzekirin serlêdanên wê dest pê kirin.

Cîgirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel têkildarî mîhrîcanê de li salona civînê ya Şaredariya Êlihê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ew ê serlêdanên kurte fîlman heta 15’ê îlonê berdewam bikin.

Temel destnîşan kir ku mîhrîcan wekî her sal ew ê îsal jî ji bo pêşxistina sînemagerên nifşa nû be da ku bi karibin xwe îfade bikin û wiha axivî: “Mîhrîcana me ew ê îsal jî bibe platforma sînemagerên nifşên nû yên ku bi ziman û çanda xwe ve hilberînên hunerî pêk tînin.” Temel anî ziman ku dê di çarçoveya mîhrîcanê de li 4 tax û 2 gundan fîlmên metrajdirêj werin pêşandan.

Navenda Sînemaya Kurdî

Temel bal kişand ser ku ew ê di herka mîhrîcanê de ligel beşa pêşbirkê ya ku ew ê kategoriyên kurtefîlm û çîrokên kurtefîlman de pêk were, her wiha ew ê belgefîlm jî bên pêşandan û wiha axivî: “Em hewl didin ku Mîhrîcana Kurtefîlman a Yilmaz Guney bikin platforma hilberîna zimanekî nû yê sînemayê. Em di wê baweriyê de ne ku ew ê bi vê mîhrîcanê di salên pêş de Êlih bibe yek ji navendên sînemaya kurdan. Ji fîlmên ku di beşa pêşbirkê de bên pêşandan û ji aliyê juriyê ve wekî fîlmê yekem bê hilbijartin em 7 hezar TL ji bo yê duyemîn 5 hezar TL ji bo yê sêyemîn 3 hezar TL û di kategoriya çîroka kurtefîlman de jî çîroka yekem em ê 5 hezar TL xelatê bidin wan.” Mîhrîcana îsal ji aliyê komîeteya amadekar ve ji Xelîl Dag û sînemaya wî re hatiye kirin. Derhênerên ku dixwazin tevli mîhrîcanê bibin divê ku heta 5’ê îlonê berhema xwe bigihînin ber destê komîteya amadekar a 4’emîn Mîhrîcana kurtefîlmên kurdî ya Yilmaz Guney a Şaredariya Êlihê  ku li navnîşana Midûriyeta Çand û Hunerê ya Şaredariya Êlihê qat: 4 numare: 407 Êlih. Di mîhîcanê de ligel pêşandana fîlman ew ê semîner û panelên der barê sînema nemaze jî sînemaya kurdî de jî werin lidarxisrin. Her wiha sînemaerên surprîz jî ew ê ji bo mîhrîcanê li Êlihê bibin mêvan.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse