Ji bo jiberkirinê xira bikin

0
11
REKLAM    

Çalakiyek, ji bo hebûnê pêk bînî fîlmê çêdikî, tişta ku em dikin ev e. Em tenê bi fikarên estetîkî fîlm çênakin; ji bo hin tişt bên nîqaşkirin, ji bo em bibêjin em li vir in, ji bo em jiberkirinê xira bikin û ji nû ve dîrokê binivîsin fîlman dikişînin.

Heke desthilatdariya mêr hêza xwe ji çapemeniyê bigire; jin îro vê gotinê xirab dikin, alternatîfan pêş dixin. Bersiva çima fîlman çênakin belgefîlman çêdikin di vir de veşartî ye. Hêza xwe ji ‘rastiyê’ digire û dîsa jî rastî di vir de veşartî ye.

Bi giştî belgefîlmên ku ji hêla jinan ve hatine kişandin bi du tovan derdikevin pêş; kesê jina maxdûr vedibêje û jina serkeftî vedibêje. Ev di salên destpêka jiyana me de dibe ku daxwazên me pêşwazî bike, lê divê êdî jin li hemberî van her daxwazan hin daxwazên cuda jî derbixin holê, ev girîng e. Derhênerên jin, em bi xwe, divê em temsîlkarên xwe ava bikin û bikaribin derkevin derveyî gotinên mêr; pêkanîna vê zêde ne hêsan e. Divê em van nîqaşan û darizandinan zêdetir bikin. Hejmara derhênerên jin hê jî gelekî kêm e, lê hêdî hêdî bi naskirina sînemayê re jinên ku fîlman çêdikin jî zêde dibe.

Gava tu sîmenayê hê jî nas nekî, bi kamerayê di nava civakê de digerî, tu rastî bertekên cuda cuda têy. Gava min belgefîlma xwe ya nû ya bi navê ‘Kirasê Mirinê Hêwîtî’ dikişand, kameramana min jin bû, em diçûn ku me pirsgirêkên jinan nîqaş dikirin, me mijarên wekî jin çima di malê de tên hepskirin, çima divê tenê zarokan bînin, çima tenê bi nanpêjiyê tên sînorkirin, çima di navbera zarokên keç û kurd de cudahî tê kirin, mîrate çima tenê didin mêran, me nîqaş dikirin.

Jin hemû ji hêla me bûn, dixwestin em hêj zêdetir biaxivin û fîlman bikişînin. Wan bawer dikir ku em der barê hêwîtiyê de fîlmekî bikişînin, dê pirsgirêk çareser bibe. Bi fîlmekê pirsgirêkek ji kokê ve çareser nabe lê guhertinekî dide destpêkirin. Li Mêrdînê di pêşandana fîlmê de jinan qîr kir û gotin ‘em êdî naxwazin kirasê mirinê li xwe bikin.’ Me ji axaftina wan re şahidî kir. Dibe destpêkirina axaftinê zehmet be lê gava dest bi axaftinê jî hat kirin ev jî gavavêtina ji bo pêvajoya bi êş e. Civaka kurd her ku mijara jinan nîqaş dike diguhere.
Zehmetî di hemû qadên ku fîlman dikişînin de derdikeve pêşiya me. Gava em ji Mêrdînê ber bi Mexmûrê ve ji bo em fîlma xwe ya dawî ya bi navê Ez Firiyam Tu Mayî Li Cî bikişînin derketin rê, ajovanê me yê ku dê me ji Zaxoyê bibira Hewlêrê li hemberî rewşê şaş mabû, gelek caran bi gotinên hûn du jin bi tena serê xwe dikarin derkevin rê, fîlman dikişînin digot.

Ne kişandina fîlman a ji hêla jinan ve tiştekî ecêb e, ne jî derketina rê. Ji bo ev rewş hê jî asayî bê dîtin tenê tiştekî ku em bikin heye.

Ew jî ev e: Hê zêdetir derketina rê û hê zêdetir kişandina fîlman.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse