REKLAM    

Heger çîrok bIsekIne, çîrokan nebêje wê bImIre!

Rojnameya Ozgur Polîtîka hevpeyvîn bi Ersin Çelik, derhênerê filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ re kir. Derhênerê fîlmê ku behsa berxwedana 100 rojî ya Sûrê dike û her kes li bende temamkirina wî ye, bersiva pirsên Meral Çiçek da. Hin beşên hevpeyvînê yên derketin pêş wisa ne:

Çîroka filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ ne li ser yek karekterî yan yek qehremanî hatiye rêsandin. Çîroka film ji hestên hevbeş ên vê berxwedanê û beşên sereke ên bûyerê pêk hat. Sur’ê Amedê, ku çîroka rastîn lê diqewime, xwedî mîmariyeke taybet e. Di demeke ku girtina wêneyekî jî li Surê qedexe bû, teqez me nedikarî film li wê deverê bikşînin. Me dîmenê film li taxekê Kobanîyê kişandin; ku yek ji du taxên di dema berxwedana Kobanîyê de, neketin.

Çawa ku me biryar girt em film li Kobanîyê çêbikin û me dest bi sazkirina dekor kir, baweriyeke mezin li cem her kesî peyda bû. Cihê kêşanê hema li rex sînor bû. Di wê demê de şerê li Reqa hê li dar bû. Di dema kêşanê de jî şer li Efrînê dest pê bû, Kerkûk dest guhert. Her dem gefên êrîşê hebûn.

Mijara tecrûbe û ezmûnê ne tenê ji bo lîstikvanan, bo me tevan derbasdar bû. Mijareke zehmet, hijmareke mezin a lîstikvanan, filmekî şer û dekoreke mezin! Bi kurtasî, wekî kes tecrubeya çi yekî ji me têra fîlmekî wisa nedikir. Lê ezmûn û tecrubeyên me bûn yek. Em bi ekîbeke mezin û ta dawî ji film bi bawer, em bi ser ketin. Heger ez werim meseleya lîstikvanan, mînak; du kesên ku cihê xwe di berxwedana rastîn de giritbûn, Heqî û Qursan Şervan, di fîlm de rola xwe ya rast lîstin. Ji derveyî wê, gelek kes xwedî çîrokên nêzî çîroka me bûn. Yanî lîstikvan piraniya wan ji ew kesên ku ji xwe hestên çîrokê jiyan kirine bûn.

Ekîba film, di serî de, ji sînemagerên Kurdistanê û kesên di vî warî de dilxwaz ve pêk hat. Mînak keda ku endamên Erka Xweparastinê di film de kirin pir hêja bû. Helbet rola Komîna Film a Rojava jî pir girîng bû. Ji 2015’an ve di nav şer de film hatibûn çêkirin û dihatin çêkirin. Divê em para hunermendên sînemayê yên Bakur û Başûrê Kurdistanê jî ji bîr nekin.

‘Ev der mala min e’

Sûr, yek ji bajarên dîrokî yên Kurdistanê ye. Hebûna dîrokê bi xwe jî, ji çanda mirov û civaka di hundirê wê de pêk tê. Ma ew sûr ne ji bo parastinê hatibûn çêkirin? Nexwe çima ev tên tunekirin? Ji ber ku civaka di hundirê wê de dibêje ev dever a min e û ez ê bi xwe, xwe bi rê ve bibim. Yanî jiyaneke demokrat û azad dixwaze.

Li her aliyê cîhanê mînakên ve yekê hene. Çanekê ji binî ve qir bike, piştre jî muzeyên biçûk ên vê çandê veke! Destpêkê tune dike, tiştek namîne, tenê vediguhere mezeyeke vekirî. Lê Kurdistan nebû muze. Çima? Ji ber ku kesên lê dijîn di hebûna xwe de rijd û israr kirin. Xwestin ku gelê kurd bixin rewşa geleke ji bo muzeyan. Lê kurdan wisa gotin; “Na! Ez ne ji muzeyan im û ev der axa min e, mala min e, zimanê min e, çanda min e.” Bi kurtasî çawa me got dîrok bi van mirovan wateya xwe heye, ew kevirên wê derê jî bi wan mirovan bi wate ne. Sûr bi xwe jî, bi mirovên ku li wê deverê jiyan dikin wateya xwe heye. Dema ku rês û şêweyê civaka li wê derê jiyan dike xirab bibe, ew kevir nema dîrok in, bi tenê avahî ne.

‘Heger em çîrokan nebêjin em ê bimirin’

Kurdan, bi qasî dengbêjiyê û çîrokbêjiyê, tu rêbazeke din ku bikaribin xwe bînin ziman peyda nekirin. Ji ber wê ez sînemayê weke ‘wênebêjiyê’ pênase dikim. Yani bi wêneyan derdê xwe vedibêje, bi wêneyan çîrokan dibêje…

Çîrokbêjî ne tenê li Kurdistanê, li tevayî Rojhilata Navîn kevneşopiyeke xurt û bi kok e. Di çîrokên Hezar Şev û Şevek de, yek ji anekdotên sereke ew ku heger çîrokan venebêje, heger çîrok rawestin wê bimire. Rewşa ku niha em wekî gelekî tê de ne jî hinekî wisa ye. Heger em çîrokan nebêjin em ê bimirin. Ji xwe tu çîrokan bêjî tu xwe vedibêjî. Nexwe em ditirsin ku em xwe venêjin, em xwe bînin ziman. Di vê derê de berpirsiyariya hunermend çi ye? Wê hunermend çi bike? Wê ji ku derê xwe têr bike? Ji xwe hunera ku ji vê derê xwe têr nake, jêdera hest û ramanên xwe cuda be, nikare bi civakê re têkiliya xwe hebe.

Tiştên ku hiştin em bixwazin vê çîrokê bêjin ne tenê ev bûn. Bandora çîrokên mirovên wê deverê jî hebû. Mînak, me hin tişt der barê Yilmaz de bihîstibûn, ku ew yek ji karkterên sereke yên film e. Di rojên ku şer pir giran bûbû de wisa gotibû; “Dijmin nikare mala min derbas bike.” Hevalên wî jî der barê wî de wisa digotin; “Wekî artêşekî şer kir.” Yilmaz mala xwe kir welatê xwe. Welatê xwe jî kir mala xwe. Li hemberî artêşa dewletekê, li mala xwe yanî li welatê xwe wekî artêşekî şer kir. Ev bi serê xwe ji bo romanekê yan jî ji bo senayoyê filmekî bes e.

Huner li tiştên ne tesaduf in, digere…

Çiyager, ê ku fermandariya berxwedana Sûrê kir, ciyewaziyên wî yên wisa hene; li Amedê rojnamegerî kiriye, li wê derê zanîngeh xwendiye, li çiyayên Amedê gerîlatî kiriye û wisa li Sûrê berxwedan kiriye. Ev ne tesaduf in, ev encamên lêgerînekê ne. Huner jî li tiştên ku ne tesaduf in, digere. Dema tu bigerî, heger tu ne kor bî, destpêkê tê vê bibînî.

Berxwedana Sûrê, ji demekê û bi şûn ve, vediguhere şerê çîrokekê ku dixwaze ji dorpêçê derkeve. Li aliyekî dewletek dibêje; “Na! Ji wê derê wê tu tişt dernekeve.” Çiyager jî berevajî vê, vê têbiniyê li her kesî ku derdikeve dike; “Derkevin û behs bikin, behsa berxwedana Sûrê bikin.”

Ji ber ku li wê derê, ji xwe mirov li aliyekî, maleke sax nehiştin. Yanî tiştên li Sûrê qewimîn, dixwestin ku bi carê re tune bikin, wenda bikin, heta ji ser keviran jî rakin. Tu van pirsan ji xwe dikî: li hundir çi qewimî? Ew çi hêz bû ya ku hişt 50-60 ciwan 100 rojî, li hember hêzeka leşkerî pir mezin û dorpêçeke giran, li ber xwe bidin? Li derve çi qewimî? Ew çi kîn bû çi dijminatî bû? Helbet ji bo ku em van pirsan tevan têbighêjin, tiştên di van 100 rojan de qewimîn kêm diman. Lewre, pêwîst bû em li 100 salên dawî bnêrin.

Gotina Çiyager ‘Wê Dawî Muhteşem Be’ ne hema gotinek û hate gotin bû. Di kêliyekê de ku mirov ihtimal e sed qetî bibe, got. Mînakên vê li cîhanê pir kêm in. Gotineke di bin dorpêça bi deh hezaran polîs û leşker û 12 tankan de hatiye gotin. Heger behsa nîrvanekê ji bo vîna mirovan were kirin, encex wisa be. Ev ji bo hunerê jî tişeke ecêb e…

Wê ev çîrok ji dorpêçê derkeve…

Di berxwedana Sûrê de, tişteke din dixwest were gotin: Li wê derê çîrokek heye û dihat xwestin ku ev bi temamî were tunekirin û windakirin. Dihat xwestin ku kesên li wir jiyan dikirin bi carekê re ji holê werin rakirin. Yanî dixwestin ku çîrokê bi xwe qir bikin. Lê berxwedêran gotin ku: “Na! Ev çîrok wê derkeve derve!” Ev tev li ber serê me diqewimîn, em jî nikarîbûn bi mijareke din bifikirin. Helbet tu bi mirovên li wê derê re tê girêdan. Li wê derê çi jiyan dikin? Tu hewl didî bi wan re biaxivî. Tiştê ku dikare vê bike, huner e. Yanî girêdanke metafîzîk.

Li wê derê tiştek ji me re dihat gotin. Min wisa bihîst. Ew çi ye? Çîrokeke me heye. Ev çîrok çi ye? Çîroka berxwedanê… Li vê derê pêwîst e em Xelîl Dax’ bibîr bînin. Wî wisa digot; “Ez filmê kurdê leheng çêbikim, ne yê kurdê reben.” Ev tişteke ku tu bi xwe hildibijêrî.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse