Jennifer Lawrence kete nav Guinnessê

0
7
REKLAM    

Lîstikvana navdar a xwedî Oscarê Jennifer Lawrence kete nav pirtûka rekoran Guinnessê.

Lîstikvana ji DYA’yê di 15’ê gelawêja 1990’î de li Louisville ya Kentucky ya DYA’yê hatiye dinê. Lîstikvaneke gelek ciwan e, lê heta niha fîmên wekî “The Hunger Games”, “X-Men”: “First Class”, “Silver Linings Playbook” jî têde di gelek fîlamn de lîstiye û Xelata Akedemî, xelata Oscarê jî di nav de gelek xelat girtiye. Ew niha kete nav pirtûka rekoran Guinnessê.

Li gor nûçeya Vanity Fair a DYA’yê ew “Lehenga Cureya Aksiyonê ya ku herî zêde pere kar dike” hatiye ragihandin.

Fîlmê “The Hunger Games” ku Lawrence jî têde lîstiye bi pênasa “Fîlmê ku di warê Mijara Piştî Qiyametê herî zêde pere kar kiriye de” ket pirtûkê.

Jennifer Lawrence di rêzefîlman de jî lîstiye. Kurtedemeke berê hecker Lawrence jî di nav de ketibû kompîtura gelek navdarên Hollywoodê û wêneyên wan ên tazî dizîbûn û di qada sanal de belav kiribûn. Lawrence ku wêneyên wê jî hatibûn belavkirin demeke zor jiyabû.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse