Hunermend divê bo azadiyê bixebitin

0
16
REKLAM    

Hunermendê kurd Hesen Şerîf ku ji bo pîrozbahiya 8’Adarê hat Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem diyar kir ku serbilindî ye ku jinên kurd di nav hemû kar û xebatan de cihê xwe digirin hunermendê kurd Hesen Şerîf cara yekemîn e ku Wargeha Penaberan a Şehîd Rustema Mexmûrê ziyaret dike û lê dibe mêvan. Şerîf hestên xwe wiha anî ziman: “Cara yekem e ku ez di nava kelecanek ev qas mezin de me.” Şerîf da zanîn ku ji ber ya niha li vî warî ku jiyan lê tune bû mirov bikare li ser bijî, lê belê ez niha temaşe dikim ku ev cihê wargeh lê hatiye danîn jiyan ji nû ve afirandine, ji tunebûnê hebûn ava kirine. Şerîf da zanîn ku ew niha di nava vî gelî de gelekî kêfxweş e û bi munasebeta rojek wiha pîroz roja 8’ê Adarê li gel gelê Wargehê kêfxweş e.

Hunermend Hesen Şerîf hestên xwe yên girêdayî 8’ê Adarê jî wiha tîne ziman: “Di serî de roja 8’ê Adarê li tevahî jinên kurd ên kedkar û şoreşger ên ku li pey azadiyê diçin pîroz dikim.” Şerîf bal kişand ser rola jinê ya di nav pêşketina Kurdistanê de û wiha axivî: “Di Rojhilata Navîn de cihê serbilindahiyê ye ku jinên kurd di nav hemû kar û xebatan de cihê xwe digirin û wekî aktorê jiyanê di nava tevgerê de ne.”

‘EM AŞTÎXWAZ IN’

Hunermendê kurd bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta tirk re û wiha got: “Beriya her tiştî em wekî gelê kurd, gelekî aştîxwaz in û em her tim di baweriya aştiyê de ne.” Şerîf bal kişand ser pêngavên aştiyê yên Tevgara Azadiya Kurdistanê û lîstikên dewleta tirk jî û wiha da got: “Bi dehan car gelê kurd destê aştiyê dirêj kiriye; lê tim em rastî xapandin û lîstikên dewletê hatine. Li milekî behsa aştiyê dike, li milekî operasyonên leşkerî û siyasî li ser kurdan daye meşandin. Bersiv daye gelê kurd û bi vî awayî baweriya me li hemberî pêngavên dewleta tirk û hikûmeta wê jî lewaz in.”

AZADÎ XEBAT DIVÊ

Şerîf bal kişand ser erk û rola rêxistinên kurdan û got: “Pêwîst e wekî kurd ku em hemû kar bikin, heya azadiyê rêxistinên kurd ji hemû deman bêhtir di nav xebat û yekitiyê de be.” Hunermend Şerîf da zanîn ku hunermend û hozanên gelê kurd di hemû deman de pêwîst e serkêşî û yekrêziya gel bikin û pireke di nav hemû komên civakan de û di heman demê de li berpirsyariyên dikeve ser milên xwe xwedî derkeve û axaftina xwe wiha domand: “Hunermend divê ji bo yekitiya gelê xwe bixebite. Ev barê hemû hozanên kurd e ku ji bo piştgirîdayîna pêvajoyê û kar kirinê ku heya em bigehin azadiyê.”

HUNER JI BO GEL E

Şerîf bal kişand ser rewşa hunera kurdî û wiha da zanîn demên borî hejmara hunermendên ku bi hunerê re mijûl dibûn kêm bûn. Lê, niha ev hejmar gelek zêde ye. Bes hin kes bi rastî huner dikin an jî tiştek din mirov nizane. Ji ber ku li gorî çanda me an jî kurdîtiya me huner nakin. Huner ji bo gelê xwe mirov dike, ne ku ji bo dewletê yan ji berjewendiyên kesî. Ji bo hemû hunermendan rêzên min heye, lê divê ku hunermend eslê xwe û  ji ku derê hatine  ji bîr nekin. Erka ku dikeve ser milê wan di vî warî de divê bi cih bînin.

Her mirov bi nasname û çanda xwe heye

Hunermend Hesen Şerîf di serdana xwe ya Wargeha Şehîd Rustem de diyar kir ku divê hemû hunermendên kurd bibin yek û li gorî çanda xwe xebatan bidin meşandin. Ji bo yekbûna neteweya kurdan jî kar û bar bikin. Yên ku eslê xwe winda kirine jî divê di ragihandinên kurdî de cih nedin wan an jî bi wan bidin hîskirin ku wan çanda xwe ji bîr kiriye, bizivirin çanda xwe heke bibin dengê gelê xwe û awazê xwe bi zimanê xwe vebêjin, bi çanda xwe re bijîn dibin kurd. Mirov bi çanda xwe û nasnameya xwe heye û bi vî rengê xwe dide diyarkirin.

Her wiha Hunermend Hesen Şerîf mizgîniya albuma xwe ya nû ya ku ji klasîkên kurdî yên kevin pêk tê da guhdarên xwe û wiha got: “Ev album ji klasîkên kurdî yên kevin pêk tên ango di nav çanda kurdan de winda bûne wek hozanê kurd dixwazim van berhemên kurdî zîndî bikim. Bêguman eger ev destkeftî û kevneşopî tune bûna me yê niha nekarîbûya çanda xwe pêş bixin. Ev erka me hemûyan e, em çanda xwe ya kurdî biparêzin.” Herî dawî Şerîf da zanîn ku dê 3-4 stranan jî ji van klasîkan bikin klîb.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse