Hunera sînemayê û zimanekî dîtbarî?

BIJÎ OTONO-SÎNE-MA!

0
17
REKLAM    

“RavekIrIna fîlmekî zor e jI ber ku têgîhIştIna wî hêsan e.”

-ChrIstîan Metz-

Mixabîn, carna tenê têgîhiştina tiştan têrî me nake, mirov dixwaze li ser hin tiştinan biaxive, wan tiştan şîrove û rave bike li gor daneheva xwe. Helbet ne pêwîste mirov li ser her tiştî biaxive, lê xwezaya hundirê însan her tim hewcedarî bi parvekirin û peyvê dibîne. Peyva “Hebûna însan tiştekî civakî ye” ne beredayî hatibû gotin. Mirov gava di nav civakê de dikeve pey hebûna xwe pêwîstî bi hin têkiliyan dibîne. Ji lew re, peyv û gotin dermanê êşên me ne. Hebûna mirov bi van danûstendin û pêwendiyan difesile û her wiha kemilandina me jî bi saya van pêdiviyên mirovî pêk tê. Birînên me bi peyvan aş dibin. Pirsgirêkên me yên xirboqî bi saya peyv û gotinê dibişkifin yek bi yek.

..Lewma jî însan dixwaze were ziman ango bi ziman bibe û bibe ziman. Biaxive…Biherike…Bi vî awayî dem jî herikiye û mirovahî hatiye zimên û bûye xwedî zimanek resen. Di nav zindiyên cîhanê de ev taybetmendî tenê ya însan e. Lê piştî demekê ev zimanê ku tenê ji deng dihate holê têrî însanan nekir, xwestin ku sînorên vegotinê bi hin tiştên nû, dirêj û firehtir bikin. Xwestin ku zimanên cûdatir biafirînin… Li ser dîwarên şikeftan resman çêkirin û bi şîrovekirina van resman asoyên xeyalên xwe geştir kirin. Feraset, nêrîn û ramanên xwe xurttir kirin. Dûvre bi pêşketinê nivîsê afirandin, rê û rêbazên nû yên ji hev fêhmkirinê dîtin…Nîşaneyan afirandin û bi van nîşaneyan gotinên nûtir derxistin holê. Ev pêşketin, astengiya têkiliyan ji holê rakir û çeperê têkiliyan xurttir kir û pêşî li ber aramiya mirovan vekir. Bi van geşedanan dilê mirovan hinek din hêniktir bû. Têgihîştina mirovahiyê bi van pêşvaçûyinan kete qonaxeke din…Ji bo têkiliyan, zimanên nû derdiketin holê…

Mirovahî her tim di lêgerîneke dijwar de dixwest hînî tiştên nû bibe û xwe ji şik û gumanan rizgar bike…Her hînbûn û tiştek nû dilê wan aram dikir û bi vî awayî damarê jiyanê baş zeft dikirin heta ku tiştek nûtir hîn dibûn…Ji bo van tiştan ziman tiştê herî sereke bû…Bê ziman tiştek pêşda nediçû…Ziman ji bo pêşeroja mirovahiyê nexşerêyek bû…Bi saya ziman riyên asê li ber wan divebûn û mirovahî di şopên ziman de ber bi dahatûya xwe ve dimeşiya…Ziman di heyamên mirovahiyê de roleke giring lîstiye çewa ku aniha jî dilîze…

Gava ku em diherikin ber bi destpêka mirovahiyê ve em baş dibînin û têdigîhijin ku ji bo ragihandin û têkiliyê, zimanê dîtbarî ji ewil de hebû ye. Tê zanîn ku civak ji berê de girîngî daye zimanê dîtbarî û bi saya vê girîngî û nîrxdayinê formên nû yên dîtbariyê her ku diçû zêdetir dibûn. Em ji vir hîn dibin ku mirovahî her tim di nav lêgerînên cur bi cur de bû û dixwast xwe qonax bi qonax di hêla hunerê de çê û dewlemend  bike. Huner, ji destpêka mirovahiyê heta îroj her tim hebû û wê heta hetayê jî hebe…

Bêguman her huner heta ku zimanê xwe yê resen dibîne, bi rêk û pêk û dewlemed dike, wextekî dirêj derbas dibe. Hemû huner li gorî taybetmendiyên xwe xwedî zimenekî xwerû û otantîk in. Her cureyê hunerê bi demê re zimanê xwe pêşda xistiye û yektabûna xwe îlan kiriye. Çewa me li jor jî anî ziman, mirov dixwaze li ser zafek tiştan (nemaze berhemên hunerî) biaxive, wan tiştan şîrove û rave bike. Lê di vir de rastiyek din derdikeve holê ew jî ev e; gava mirov zimanê van huneran hîn nebû be wê mirov nikaribe bi hêsanî di derheqê van huneran de tiştekî bibêje. Ji bo mirov van huneran çêtir fêhm bike, lazime mirov cehdeka taybet bimeşîne û xwe di hêla zanîn û fêrbûnê de xurttir bike… Ez dizanim ku ev mijar, mijareke berfirehe û hêjayî nivîsek taybet û cûda ye, ji lew re jî zêde dirêj nekim çêtir e. Ji ber ku armanca min nivisandina zimanê sînemayê ye, ez ê di vê nivîsê de tenê qala zimanê hunera sînemayê bikim.

Sînema çewa bû xwedî zimanek dîtbarî? Ango sînema çewa zimanekî nû yê dîtbarî afirand? Ji bo nasnameya xwe ya ziman bi dest bixe di kîjan astan de derbas bû sînema? Gava xwest zimanê xwe rûnîne û bi çêj bike bi astengiyên çewa re rû bi rû ma? Ji aloziya li hember xwe çewa rizgar bû? Herî zêde kî vî zimanî pêş xist? Çewa pêş xistin? Kî, çewa gramera vî zimanî sererast kir? Bêje-dîmenên vî zimanî çawa hatin bi wate kirin?

Sînema çewa bû stêrka hemû huneran? Sînema di heyvrona xwe de çewa şivereyên zimanekî nû da nîşan kirin?

Fermo em bi hev re bikevin dû bersivên van pirsan…dîrok û marheleyên zimanê sînemayê vebêjin…Bê ji kur hatiye kurê zimanê sînemayê…Di kîjan kemînan de derbas bûye? Xwe ji van kemînan çewa azad kiriye? An jî di van kemînan de çewa dîl hatiye giritn!?

Temaşekirina li fîlmekî, temaşekirina jiyanê bi xwe ye. Çewa ku mirov gerdûnek biçûk be, fîlm jî gerdûneke tije ye û gellek tişt pêşkeşî rih û mêjûyê me dike. Sînema kulîlkeke heftreng ya hunerê ye. Sîneme keskesoreke sed reng e! Sînema kêm-zêde jiyan bi xwe ye. Dîsa gava em li fîlmekî temaşe dikin em bi jiyana xwe li wî fîlmî temaşe dikin. Em çibin, em çikas bin fîlmek jî ji bo me ewqas e! Bi emr û temenê xwe, li gor pêşçûyîn û çêbûna xwe li fîlman temaşe dikin em…Di temaşekirina vê jiyanê de; çand, huner, ziman, jiyan, kevneşopî, netewên cûda, fikr û ramanên cur bi cur, erdnîgariyên cûda û hwd. hene. Lewma sîneme, kaniya hînbûyîna jiyanê ya herî berbiçav e. Sînema senfoniyeke dîtbarî ya bi çêj e. Ji bo mirov ji vê kaniyê vebixwe pêwîste mirov çavên xwe perwerde kiribe û fêrî temaşekirinê kiribe. Nexwe wê mirov nikaribe di qiraxa vê kaniyê de derbas bibe! Wê mirov ji “ava cemidî” ya vê kaniyê mehrûm bimîne gava ku mirov xwe çêtir nekiribe…Di sînemayê de çavkaniya herî mezin û sûdewar xwepêşxistina mirovî ye. Xwepêşxistin hebe rê li ber te vekirîne, lâ na heger xwepêşxistin û xwenûkirin tune be rê li ber mirov asê û girtiye û mirov nikare gevek jî pêşda here. Ew gav mirov di nav dîmenan de dixeniqe diçe…dihele û winda dibe…Mirov nikare derbasî wî alî fîlm bibe! Mirov li dîmenan diterpile û dikeve erdê gava ku mirov bi zimanê dîmenan nizanibe…A girîng ew e ku mirov karibe derbasî wî alî fîlm bibe…Aha ji bo vê yekê çêbûnî û ziman pêwîste…

Bifikirin gava ku mirov li hember çem an jî rûbarekî bi tena serê xwe ye û dixwaze derbasî wî alî çem bibe…Lê çem bi coş e, guregur û xurexura avê ye…Pêlên har pêlî serê hevdû dikin bi lez û bez! Kes li dora me tune ye û bêdengiyek li hawirdor kon vedaye…Wê çaxê tirsek dikeve dilê mirov û mirov difikire, “Ez ê çewa derbasî wî alî çem bibim?” Heger mirov bi avjeniyê nizanibe wê mirov nikaribe ji çem derbas bibe û wê av me “av û av” bibe..! Ji bo sînemayê jî heman tişt derbasdar e. Heger mirov bi ziman (avjenî) nizanibe wê mirov noqî dîmenan bibe û nikaribe derbasî wî alî fîlm bibe…Dîmen-îmajên sînemayê jî weke bahreke bêbinî ye, divê mirov baş bi avjeniyê zanibe û soberberekî bi ser xwe re be da ku dîmen me “dîmen û dîmen” nebin..!

Em tev dizanin ku li wî alî çem û li wî alî fîlm tiştên dîtir hene…Çima em xwe negihîjînin wan tiştan? Çima em ji wan tiştan bêpar bimînin, Çima?

Di serî de hewcedarî heye ku mirov temaşekirina li fîlmekî weke çandekê bibîne û wisa bipejirîne; ne ji bo ku mirov ji bo wextê xwe yê vala derbas bike here sînemayê! Gava em li fîlmekî temaşe dikin em tenê ne bi çavên xwe, her wiha em bi zanînbûna xwe, bi dewlemendiya fikr û ramanên xwe li fîlm temaşe dikin. Ji bo vê yekê em dibêjin gere em temaşerina li fîlmekî weke çandekê hildin ber çavan û li wê gorê binirxînin û tevbigerin. Beriya her tiştî jî hewceye em çavên xwe fêrî lênêrîn û temaşekirinê bikin. A rast em çavên xwe li hember dîmen û hêmayan bi rêxistin bikin. Dil, mêjû û hîsên xwe bi disiplîn bikin û wisa derkevin pêşberî fîlman…

Çewa ku ji bo çêkirina fîlmekî pêwîste mirov bi zimanê sînemayê zanibe, ji bo mirov li fîlmekî temaşe bike jî pêwîste bi zimanê sînemayê bizanibe. Çewa ku tê zanîn hemû ziman bi demê re hêdî hêdî tên hînbûn…Zimanê sînemayê jî wisa ye…Bi demê re, bi temaşekirinê, nîqaş, dan û standina ramanên xurt ev ziman tê hînbûn. Hinek sebr û tebat û hûrbûnî pêwîste…Gotineke Mevlana heye wiha dibêje, “Her kes li gor firaqa (kap) xwe tiştan distîne.” Ev gotin ji bo pir tiştan derbasdare li gor min. Gava em bi sînemayê ve girêbidin, tê wê watê ku her kes li gor daneheva xwe dikare ji fîlmekî tiştekî bistîne. Me tûrikê xwe yê ‘fêrbûnê’ tije kiribe, me xwe ‘bedew’ kiribe, me xwe ‘dilpak’ û ‘baş’ û ‘dilnizm’ kiribe, em ê karibin ji fîlman hin tiştinan bistînin, nexwe wekî din em ê pişta stûyê xwe bixurînin û destvala vegerin ji tameşekirana fîlm! Wê fîlm bi vî awayî di gewriya me de bimîne û em ê nikaribin ew fîlmî daqurtînin!

Çewa ku dasiyek di qirika mirov de ma be! Em ê her tim bi acizbûn û tahmsariyekê bidin qilpikan û wê hîqînî bi me bikeve!

Çima ji bo temaşekirina fîlmekî pêdivî bi zimanê sînemayê heye? Ez bawerim bersiva me di vê gotinê de veşartiye, “Temaşekirin û dîtin nayê heman wateyê” Dibê di temaşekirina fîlmî de armanc tenê ne temaşekirin be. Heger armanc tenê temaşekirin be, ew gav mirov dibe temaşevanekî pasîf û ji rêzê û wextê xwe vala derbas dike. Mabesta me ew ku em temaşevanên çalak û sînemahez derxînin holê. Lewma tenê ne ji bo temaşekirinê, ji bo em kitekitên veşartî bibînin û hîn bibin hewceye em zimanê sînemayê fêr bibin. Nexwe em ê nikaribin xwe ji rewşa temaşevanên ji rêzê rizgar bikin. Wê tiştekî wisa ne pêkan be gava em li ber fîlman ” xewar” bimînin…Ji ber van hincetan lazime em zimanê sînemayê baş hîn bibin. Gava mirov bi zimanê sînemayê nizanibe, her çikas mirov têbigîhîje ku fîlm çi dibêje jî, mirov nikare bi hêsanî şîrove bike; ji lew re, ravekirina fîlmekî zor û zahmet e. Ji ber ku mirov bi zimanê sînemayê nizane, mirov nikare çavdêriyên xwe jî bîne ziman. Mirov tê digihîje lê mirov nikare rave bike mixabîn. Gava mirov nikaribe rave bike bive neve mirov kêmasiyek di xwe de dibîne û fîlm baş nayê mihandin! Ji bo mihandinê divê mirov zimanê dîtbarî fêhm bike bê ka dixwaze çi bibêje ji me re fîlm…

Xaleka girîng ya temaşekirinê em dikarin wiha diyar bikin. Temaşekirina fîlmekî tenê nayê wê watê ku mirov bibêje, “Min li fîlmekî temaşe kir. Bi rastî fîlm pir li xweşa min çû” Erê raste, dibe ku te li fîlm temaşe kiribe û dîsa dibe ku fîlm jî li xweşa te çûbe. Ev tiştên hanê makûl û di cî da ne, tên pejirandin. Lê belê gere mirov karibe bersiva van pirsan jî bide. Fîlm çima li xweşa te çû? Ji bo çi li xweşa te çû? Te di fîlm de çi dît? Pêwîste temaşevan li hemberî van pirsan matmayî nemîne. Û gere mirov di wê têgîhiştinê de be ku tenê peyva “Li xweşa min çû” ji bo bersiva van pirsan têr nake û mirovan tatmînkar nake. Aha girîngiya zimanê sînemayê di vir de derdikeve holê. Heger mirov bi zimanê sînemayê têr bizanibe wê bersiva van pirsan gellek hêsan be. Lê heger ev zimanê sînemayê neyê hînbûn, wê di nirxandinên me yên li ser fîlman da kêmasî rû bidin û wê nirxandinên me qels bimînin. Ji bo vê yekê fêrbûna zimanê sînemayê ji bo sînemager û sînemahezan weke nan û av pêwîst e û çarenîn e.

De înca em dikarin werin ser zimanê sînemayê.

Sînema gava di sala 1895’an de hîn nû za, kerr û lal bû. Bi qunkişkê li erdê diçû û dihat. Weke zarokeke biçûk bi wextê re fêrî axavtinê bû…Dûvre bi çarpîkan zor da xwe ku bimeşe û  herî dawî rabû ser piyan û meşiya. Wextê xortaniya wê hat, bû ciwan beziya û her beziya…Niha kes nikare bigihîjê û wê bigre…Sînema, wek xwedawenda Grekan ya bi navê Nike her tim bi lez dimeşe û carînan jî difire…Her ku em nêzî sînemayê dibin ew zor dide xwe û xwe nû dike nahêle ku em wê zeft bikin. Sînema zû bi zû xwe naxe dest. Sînema wek cîwa yê ye…

Louîs û Auguste Lûmîêre ku du bira-heval bûn, di sala 1895’an de dest bi sînemayê kirin. Gelo gava Lumîrêre dest bi kişandin û nîşandina fîlman kiribûn qet texmîn kiribûn ku wê sînema sînoran biqelêşe û xwe bigihîjîne hemû quncikên cîhanê? Na bawrke, ew jî qet wisa texmîn nekiribûn. Lê çibû, çewa çêbû sînema bi geşedanên teknolojîk geştir bû û bû hunera herî berfireh û bi bandor. Tu huner wek sînemayê wisa di demek kin de pêşda neçûye! Tu huner wek  sînemayê wisa di demek nêz de nebûye xwedî zimanekî xwerû. Lûmîêre, fîlmên xwe bê plan û pevbestin dikişandin. Kamerayê didan destê xwe û fîlmên biçûk dikişandin. Ev fîlm pir kin bûn û nezî xulekekê bûn. Ji xulekekê zêdetir nîn bûn. Ji wan re “VUES” dihate gotin. Vues dihate wateya “Nêrîn” ê û ev nêrîn weke teşhîsên jiyanê bûn. Yanî li ser hin kêliyên jiyanê tomarkirina wext bûn ev VUES’ên kinik. Şayesekirinên fîlmîk jî dihate gotin ji wan re. Yanî di van fîlman de hîn ziman tune bû. Tenê dîmen û nîşandina van dîmenan hebû. “Trên Tê” ,  “Avdana Baxçevan” û “Kesên Ku Ji Fabrîqê Derdikevin” ji van fîlman sê heb fîlmên sereke û bi nav û deng in. Bi saya Lûmîêre sînematograf bingeha xwe ava dike û mizgîniya hunereke nû ku wê di pêşerojê de bibe hunera herî balkêş û navdar dide.

Gava Lûmîêre fîlmên xwe nîşan didin bangî Georges Mêlîês jî dikin. Mêlîês kesekî sêhrbaz bû û di nav civakê de dihate naskirin. Her wiha bi şanoyê re jî mijûl dibû û lîstikên biçûk derdixist holê. Gava Mêlîês çav bi sînematografa Lûmîêre dikeve ji sêhrbaziya xwe fedî dike! Li gor wî êdî sêhrbaziya mezin Sînematograf bû. Ev îcada nû Mêlîês matmayî hiştibû. Mêlîês yekcar dibe evînadarê vê amûra balkêş û dixwaze bikarbîne. Di demek kin de xwe fêrî sînematografiyê dike û dest bi kişandina fîlman dike. Heta sala 1908’an gellek fîlm dikişîne, lê zafek fîlmên wî winda bûne û negihîştine wextê me. Tenê fîlmekî wî heye ew jî “Geşta Heyvê” ye.  Mêlîês senaryoya vî fîlmî ji ber pirtûka J. Verne derxistibû. Gava fîlm hate nîşandan herkes matmayî ma bû û ji bo Mêlîês li çepikan dixist. Mêlîês ji bo fîlman “mijar” ên taybet saz kiribû û di nav fîlmên wî de mijar hebûn. Zimanekî çîrokî hebû û meseleyekê ji me re digotin. Li gor mijarên xwe Mêlîês zimanekî ava kiribû ji xwe re û li gor vî zimanî gellek fîlman kişand. Fîlmên wî ji yê Lûmîêre cûdatir û dewlemenditr bûn di hêla ziman de. Di dîroka sînemayê de ev fîlmê Mêlîês ciyekî taybet digire û ji bo tiştên nû li sînematografiyê zêde kiriye fîlmekî li gor dema xwe pak û şareza tê dîtinê.

Heta niha hêj jî em nikarin bi dilekî rehet û bi serbilindî qala zimanekî rûniştî û sazkar bikin ji bo sînemayê. Lê Piştî Mêlîês, ev car D.W.Griffith li sînemayê sor dibe û dixaze li ser sînenematografiyê hin tiştinên nû bibêje û zimanê sînemayê pêşda bibe. Wê Graffith bi “pevxistin” a xwe ya “paralel” vegotin û şêwazên nû ku qet nehatine bikaranîn, sînemayê ber bi şoreşekêve bibira…Mînakên pevxistinên paralel di herdu fîlmên Grîffîth yên bi navê “Zayîna Netewekî” û “Nexweşbinî” de baş tê xuyanê. Gava mirov li van fîlman temaşe dike balkêşiya şêwaza pevxistina wî mirov matmayî dihêle. Li gor dema xwe dîmen û wateyên ku van dîmenan derxistiye holê hêza sînemayê baş radixe ber çavan. Grîffîth bi van her du fîlman navê xwe di dîroka sînemayê de nivisand.

Heta Grîffîth pevxistinên wisa xurt nehatibûn çêkirin. Beriya Grîffîth mirov nikare qala pevxistinek bi disîplîn bike. Grîffîth peyva “montaj” ê dixe lîteratûra sînemayê. Helbet berê jî montaj di hinek huneran de hatibû bikaranîn, lê cara ewil montaj bi armancek hunerî di fîlmên Grîffîth de hatiye bikaranîn. Montaja Grîffîth ji bo sînemayê zimanekî nûjen bû û sînema bi montajê hinek din mezin bû bû. Bi saya Grîffîth sînema zor da hunerên din û got ku “Ez hîn nemiri me, li benda min bin wê hêj tiştên nûtirîn derkevin holê!” Axir weke sînemayê çêbû û her ku wext derbas bû navê sînemayê di nav hunerên din de hate bi lêv kirin. Êdî sînema -hindik be jî- hînî axavtinê bûbû û deng derdixist! Dengê sînemayê roj bi roj gihîşte her derî…Sînema bi hebûna xwe dengvedanek bû û olan dida li her derî…

Andrê Bazîn ji bo Grîffîth wiha dibêje, “Du dîmenan bi hevdû da dirût û di heman wextê de du bûyerên cûda ku ji hev dûr û li erdnîgariyek din de diqewimîn bi serkeftî nîşanê me da. Di hêla derûnî û hestan de ev tiştek nû bû…” Li gor Bazîn dema “montaj” ê, zaroktiya sînemayê ye. Sînema di salên xwe î pêşîn de bêdeng e, lê xwedî peyv û gotinekê ye. Dibe ku sînema di vê demê de nikaribe biaxive, lê bê ziman jî nîn e. Li gor vê kerrbûn û bêdengiya xwe dîsa jî di dîmenên xwe de wateyek xwedî dikir û ji me re diaxivî. Lê bi montaj û dîmenan diaxivî, ne bi deng. Yanî “montaj” zimenekî çêkirî ango zimanekî sunî bû. Ji ber ku deng tunebû hewcedarî bi montaj û zimanê wê hatibû dîtin. Mirov dikare bibêje ku di dema sînemaya bêdeng de montaj qîrrîna sînemayê bû. Dengê xwe bi saya montajê bilind dikir û tiştê dixwast bibêje bi saya montajê ji me re diyar dikir. Zimanê montajê ne zimanekî nefambar bû, berovajî vê zimanê montajê xwedî taybetmendiyên cûda û bi nîrx bû. Bazîn ji bo wateya montajê wiha dibêje, “Wate ne di dîmenan de bû, wate di sîberên montajê de ya ku dişand hiş û bîra me de bû.” Montaj li gor binhişa mirov dihate sazkirin û gava dîmen li dû hev rêz dibûn zimanek xwerû û xas derdikete holê. Bi kurtasî gramera sînemayê bi dîmenan hatibû ava kirin. Gava ku mirov li ser dîmenên hûrnêrîneke baş bikira ew gav mirov gramera sînemayê baş hîn dibû…Lê wê gramera sînemayê bi montaja sînemagerên Sovyet bêtir pêşda biçûya û wê sovyetan dîmenan bidaya axaftandin! Wê dîmen bihatana ziman di sînemaya Sovyetê de…Li hember vê nûbûn û şêwaza balkêş ya Grîffîth, wê sînemagerên Sovyet’î matmayî bimana. Grîffîth hêviyeke mezin bi wan re çêkiribû. Bi hêza Grîffîth wê girîngiya sînemayê çêtir fêhm bikirana û wê berhemên hêja û bêhmepa biafirandana…

S. Einsteîn bi “Pevxistina Sihêm-atraksiyon” , Dzîga Vertov bi “Sîne-Çav” û Lev Kuleşov jî bi “Bandora Kuleşov û Montaj” a xwe zimanê sînemayê çend qonax wêdetir birin. Ev derhênerên Sovyetî bi nêrînên xwe yên cûda têgîhiştina sînemayê mertebeyek din bilind kirin. Derhênerên sovyetê teoriya zimanê sînemayê nivisandin. Rêgezên nû afirandin û di heman demê de di pratîkê de jî bi kişandina fîlman, teoriya xwe dan pejirandin. Heta ji wan dihat zor dan sînorên montajê û di dawiyê de xwe derbasî wî alî sînor kirin. Sînemagerên Sovyetî derbasî wî alî çem bûn..! Ev derhênerên jîr û zîrek sînor çirrandin bi bandora fîlmên xwe.  Ji montaja sovyetan bêhna dîyalektîkê dihat û di hêla bîrdoziyê de jî gellek gotinên nû dihuhdirandin. Di bin xizmeta şoreşê de (Şoreşa 17’ê Cotmehê) sînema jî şoreşeke nû afirandibû. Fîlmên ku li sovyetê dihatin kişandin ji bo ziman û vegotineke sînematografîk şoreşeke bi deng bû. Şoreşa dîmenên bi wate bû encama fîlmên sovyetê…Bedewiya fîlmên wan serî li sînemageran gêj dikir û bêhemdî kesên bi sînemayê re mijûl dibûn ji bedewiya fîlmên wan dihesidîn û aciz dibûn. Sînemaya sovyetan dixwast temaşevanên çalak derxe holê. Ji bo qedir dida temaşevanan sînemaya sovyetan ji yên welatên din cûdatir bû. Ew dixwastin ku bi tevger û bandora dîmenan civak hişyar bibe û ranezê! Fîlmên wan ji bo guherîn û veguherînê çavkanî û mînakên pir baş û tije bûn. Fîlmê Eînsteîn yê “Potemkîna Zirxkirî” fîlmekî ku wê tu car neyê jibîr kirin e. Wî wextî gellek fîlmên bi vî rengî li sovyetê hatin kişandin. Ji lew re, zimanê sînemayê di hêla gramer û watedarkirina dîmenan de deyndarê sînemagerên sovyetî ye. Rengê şoreşa xwe bi saya sînemayê li her der belav kirin. Dîsa mirov dikare bibêje ku bi deng û rengê şoreşa xwe hunera sînematografiyê xemilandin. Teoriya sînemaya wan hêj jî tê nîqaşkirin, xwendin û bikaranîn.

Piştî sînemaya sovyetan deng da herkes xwast weke wan fîlmên bi derb bikişînin. Her welat dixwest ku fîlmên xwe bişibînin fîlmên sovyetê! Ev cehda hanê herî zêde bi Elemanan (Almanya) re hebû û digotin em ê fîlmên ji yên wan çêtir bikişînin. Lê cehda wan vala derket û fîlmên derxistin holê ji yên sovyetê pir cûdatir bûn. Ev car Elemanan fîlmên balkêş derxistibûn û li gor derûniya welatê xwe fîlmên pak kişandin. Elemanan zimanê sînemayê bi mîzansen, kompozîsyon, dekor û ronahiyê pêşda birin. Sînemaya Fransa digot, “Hinek din tevger” ya Elmanya jî digot, “Hinek din ronahî”. Elemanan bandora ronahiyê di şanoyê de ceribandibûn û encam jê standibûn. Piştî sînema bi ser şanoyê ket ev car xwestin heman ronahiyê di sînemayê de jî bikarbînin û fîlmên bêhempa bikşînin. Her çikas weke sovyetan fîlmên hêja nekişandibin jî, ew jî li gor xwe fîlmên bedew derxistin û zimanê sînemayê bi ronahiyê bedewtir kirin. Bi şêwazek derbirîner rewşa welatê xwe û rewşa hemwelatiyên xwe anîn ziman. “Sînemaya Derbirînerî” bi saya derhênerên Eleman kete lîteratûra sînemayê. “Muayenexaneya Dr. Calîgarî” û “Metropolîs” du fîlmên sereke yê sînemaya derbirînerî ne.

Çewa ku me li jor jî diyar kir, wî wextî (1920-1930) li Sovyet û Elmanya sînema pir pêşketî bû û her dû welat jî pêşengtiya sînemayê dikirin. Di serê govenda sînemayê de ev her du welat cî digirtin. Li welatên din zimanê sînemayê ewqas pêşneketibû. Libitandinek hebû, lê mirov nikare qala zimanekî sînemayê bike ji bo sînemaya wan welatan. Sînemaya Fransa, Swêd û ABD’ê hêj jî di nav lêgerînekê de bû û zimanê wan bi rêk û pêk nebû bû. Ev welat di binê govendê de bûn û çirtan li xwe dixistin! Ji bo serê govendê diqilqilîn, sebr û tebat bi wan nediket.

Sînamagerên Fransî ji sînemaya bêdeng re digotin “Sînemaya Kerr”. Piştî sala 1928’an sînema ji kerrîtiya xwe rizgar bû. Ji lalbûna xwe re çareyek dît û dest bi axavtinê kir. Êdî xwedî guh û ziman bû sînema. Ew tiştên ku bi salan di hundirê xwe de berhev kiribû yek bi yek avêt dervayî xwe…Piştî ku “deng” kete sînemayê û lê zêde bû, di serî de sînemaya ABD’ê, dûvre jî ya Fransa û Swêdê kete serê govendê û piyên xwe li erdê xistin; fîlmên xwe bi deng kişandin û pîşesaziya sînemayê firehtir kirin. Di nav salên 1930-1940′ î de sînema kete destê ABD’ê û zimanê sînemayê birîndar bû. Hollywood dev ji pêşxistina ziman berda tenê ji bo bazirganiya sînemayê pêş bixe xebitî û heta jê hat sînemaya welatên din jî xist bin bandora fîlmên xwe û bi vî awî sînemayê ber bi xitimandin û qrîzan ve bir!

Helbet di hêla şêwaz, mijar, dîmen, pevxistin û deng de pêşketin hebû, lê di hêla hişmendiyê ve tiştekî nû tune bû mixabîn. Ji xwe gava di sînemayê de deng hate bikaranîn sînemaya bêdeng kete nav qrîzekê û li hev gêj bû. Li gor fîlmên ABD’ê fîlmên dema bêdeng tijetir û bi watedartir bûn. Fîlmên Hollywoodê, li gor rêbazên “vegotina klasîk” dihatin kişandin. Fîlm ji fikr û raman hatibûn xesandin û tiştekî nû nedigotin ji civakê re. Hollywood girseyan hînî van fîlman kir û bi vê nêzîkatiya xwe darbeyek mezin li hunera sînemayê xist! Ji bo mirov fîlmên wê demê çêtir fêhm bike fîlmê John Ford, “Stagecoach-Erebeya Postayê” mînaka herî baş e. Ji lew re, ev fîlm bi  rêgez û rêbazên sînemaya klasîk hatiye hûnandin û hemû vegotinên klasîk di vî fîlmî de ciyê xwe girtine. Gava mirov li vî fîlmî temaşe dike mirov hişmendî û naveroka fîlmên Hollywoodê yên wê demê çêtir dibîne. Hollywood bi bi rêgezên hunerê yên kevneşopiyên berê xwast sînemayê bifetisîne. Hollywood li ber zimanê sînemaya nûjen bû asteng û pêşî li geşedana sînemayê girt. Holywood sînemayê pêşda nebir, lê belê pir paşde bir!

Hollywood sînemayê wek “gayê xemo” di xew de bir!

Bazîn di derbara wan salan de wiha dinivîse, “Piştî salên 1938’î bi taybetî dibistanên sînemayê yên Îtalya û îngilîstanê ji Hollywoodê veqetiyan û bi serê xwe tevgeriyan. Di salên 1940-1950’î de sînema xwîna xwe nû kir û bi vê xwîna nû hin fenomenên rast derketin holê. Di van salan de mirov dikare bibêje ku şoreşeke sînematografîk çêbû.” Sînema her tim dixwast zimanê xwe nû bike û şêwazên nû biceribîne. Lêgerîna sînemayê ya vegotinên nû dibe ku hin salan sekinî be lê her tim ev daxwaz hebûye û tu caran ev daxwaz bi dawî nebûye. Piştî salên 1940’î rastiyek wiha derdiket holê, “Tiştê girîng ne ew ku fîlm dixwaze çi bibêje, a girîng ewe ku fîlm çewa dibêje? Êdî li gor wext pirs jî guherîne û tiştên nû ji sînemayê tê xwestin…” Ev nêrîn rê li ber şêwazên nû vekir û sînema di sala 1940’an xwe hilweşand û dîsa rabû ser piyan. Zimanê sînemayê bi zilma Hollywoodê kul bû bû! Pêwîst bû ev zimanê kul derman bibe. Sînemaya Îtalya vî barî hilanî ser milê xwe û zimanê sînemayê ji nûve derman kir û hişt ku sînema bi zimanekî zindî biaxive. Şêwaza ku sînemagerên Îtalyan bikardianî tiştek nû bû. Rih û giyaneke nû hatibû cerribandin. Ji ber ku sînema di hundirê stûdyoyan de dîl hatibû girtin, axavtinê ji bîr kiribû. Lê Sînemaya Îtalya wê ji dîlbûnê xelas kir û derxist derve. Êdî sînema azad bû û li derve bi zimanê kolanan diaxîvî, ne bi zimanên dewlemend û burjuvaziyan! Sînema hînî zimanê civakê bû û di nava gel de li tahma azadiyê nihêrî. Sînemaya azad bi zimanekî azad diaxivî êdî…Bi zimanê me…

Derhênerê Fransî Jean Renoîr li Fransayê di sala 1930-1940’î de pêşengtiya fîlmên helbestkî dikir. Li Fransayê wê demê “Sînemaya Helbestkî” bi nav û deng bû. Derhênerên Fransî di sînemayê de bizaveke nû derxistibûn holê û li gor rêgezên vê bizavê fîlman çêdikirin. Ew jî kamerayê ji stûdyoyan derxistibûn û berê vîzorê dabûn rastiyên welatê xwe. Renoîr, di fîlmên xwe de “Kûrahiya Qadê-Alan Derinliği” xiste qonaxek din. Mirov dikare bibêje ku cara ewil ew vê pergalê bikar aniye û bi kûrahiyê fîlmên xwe xemilandiye. Kûrahî di sînemayê de teknîkek nû bû û zimanê sînemayê xweşiktir dikir. Di wan salan de derhênerê Îtalyan Lûchîno Vîscontî diçe li Fransayê dibe asîstanê Renoîr û jê gellek tiştên nû hîn dibe. Di hêla zimanê sînemayê de Renoîr pir pêşketî bû. Vîscontî jî bi van taybetmendiyên Renoîr baş dizanibû, ji lew re jî ji sînemaya wî gelek sûd wergirt. Gava Vîscontî ji Fransayê vegeriya Îtalya dest bi kişandina fîlman kir. Di sala 1942’an de fîlmê “Erd Diheje-La Terra Trema” dikişîne û li Îtalya Sînemaya Rasteqîn dest pê dike. Sînemaya Rasteqîn di fîlmên xwe de “Plan-Sekans” an bikar tîne û heta ji wan heye ji montajê direve. Kişandinên xwe wek “beş”an dikişînin û jiyanê zêde ji hev perçe nakin û naqetînin. Mirov dikare ji van beşên wan re bibêje, “Beşên jiyanê yên dirêj”. Plan-sekans dihate wateya jiyana rasteqîn. Di fîlmê “Erd Diheje” de him bi dîmenan kûrahî hatiye afirandin û him jî plan-sekans hatine bikarnanîn. Ev fîlm di hêla estetîkê de gellek xurt e û xwedî gotinên nûjene di warê zimanê sînemayê de.

Bazîn ji bo plan-sekansan wiha dibêje, “Sînema bi saya plan-sekansan hinek din çê dibe. Hêza sînemayê ya hunerî bi plan sekans û kûrahiya qadê tê peyitandin û sînema di ziman de digihîje asta herî bilind. Plan-sekans ji kişandinên dirêj pêk tên; ji lew re jî, weke blokên jiyanê ne ev sekans. Wext, cihwar û vegotin jî di nav tevayiyekê de ye û bi rêk û pêk e. Ev sekans blokên jiyanê yên fîlmîk in.” Ji ber ku teknîkên plan-sekans û kûrahiya qadê rastiyê weke beşekê (blok) di fîlm de hiltînin dest Bazîn, van teknîkan wek tercîheka estetîk dinirxîne û pesnê van her du teknîkan dide. Ji bo zimanê sînemayê ev her du teknîk ji, li gor wî vegotinên nûjen in û zimanê sînemayê bi xêra van teknîkan wê hêza xwe ya hunerî carek din nîşanê cîhanê bidaya.

“Mirov dinyayê qet perçe neke û wisa nîşan bide. Xwezaya tiştekî xera neke û pê nelîze. Bi vê şêwazê wateya tiştên nepen derxe holê û hebûnê li ser van rastiyan bilind bike.” Bazîn wate û girîngiya plan-sekansan wiha dihanî ziman. Li gor Bazîn sînema gewrebûna zimanê xwe bi van her du teknîkan bêtir pêşda biribû û xwe hilweşandibî. Lê Bazîn herî dawî dibê ku sînema, bi fîlmê Orson Welles gihîşte hêza xwe ya hunerî û bû zimanekî estetîk. Fîlmê O. Welles lûtekeya herî bilind bû ji bo zimanê sînemayê!

Me li jor jî anî ziman, Renoîr û Vîscontî teknîkên kûrahiya qadê û plan-sekansan di fîlmên xwe de pir bi serkeftî bikaranîbûn. Lê Welles, di her qada fîlm de van teknîkan pêşda bir û fîlmekî bêhempa -ku wê di dîroka sînemayê de bibûya fîlmê herî baş- yê bi navê “Citîzen Kane-Hemwelatî Kane” kişand. Ev fîlm di sala 1940’î de hate kişandin û gellek deng da. Hê jî ev fîlm bi kelecan tê temaşekirin û ji tahma xwe tiştek winda nekiriye. Welles, bi hêza sînemayê baş dizanibû û heta wê demê li gellek fîlman temaşe kiribû. Welles teknîkên nû li gor xwe cerek din, bi şêwaza xwe ya hunerî ya şexsî baş hûnandibû û fîlmekî têr serkeftî derxistibû holê. Welles jî bi fîlmê xwe sînorên sînemayê hinek din fireh kiribû û hunera sînemayê hinek din delalî kiribû…

Dibe ku ev fîlm zêde hatibe nepixwandin, lê mirov çi bibêje; mafê vî fîlmî heye ku were nepixandin. Heta Welles’î bi kamera, dîmen û montajê wateyek derdikete holê. Montaj her tim di nav tevgerekê de bû li ser hev dîmenan dişand mêjûyê me da ku em wan dîmenan bi wate bikin. Yanî montaj bi tevgerê dixwast hin tiştinan bibêje ji me re. Lê Welles dîmenan wisa amade kir ku devê herkesî vekirî ma! Bi mîzansen û kompozîsyonên xwe î balkêş montaja herî mezin afirand. Di nav bêtevgeriyekê de tevgerekê afirand ew! Welles, montaja xwe di nav dîmenan de bi rêk û pêk kiribû. Kamera sekinandî û bêtevger bû. Lê dîmen bi tevger bûn û ji me re tiştekî digotin. Yanî wateya ku Welles derxistibû holê, ne ji dîmenê li pey hev rêzkirî dihat. Welles bi kompozisyon û kadrajên xwe dîmenên xwe bi wate kiribû û hewcedarî bi montajê nedîbû. Di cihwar û qadê de kûrahiyeke wisa afirandibû ku mirov matmayî dima li ber vê şarezabûna wî. Bi vê kûrahiyê bandoreke dramatîk ava kiribû û gava mirov li fîlm temaşe dikir ev bandor mirov di bin xwe de dieciqand! Kûrahî û estetîka Welles, “tevgera bêtevgeriyê” bû. Di nav bêtevgeriyê de, di serî de însan, dûvre jî hemû amûr zindî bûn û xwedî wate bûn. Welles jî bi qasî ziman, estetîk û dîmenên xwe di sînemayê de bi wete ye û sînema di warê ziman de deyndarê wî ye jî…

Bazîn ji bo fîlmê “Hemwelatî Kane” tespîtên wiha dike, “Welles çîroka xwe bi riyeke razber ji me re dibêje. Dibe ku di nav wextê fîlm de bi montaja lezîn, bi wext û xak’ê (uzam) lîstibe, lê ev nayê wê wateyê ku Welles me dixapîne! Armanca Welles ne xapandina me ye, ew dijbertiyê pêşkeşî me dike û wext sade û kin dike. Welles tiştên nû xistiye zimanê sînemayê û ji bo pêvajoyeke nû pêşengtiyê dike ji sînemayê re. Hemwelatî Kane, ji bo zimanê sînemayê veguherîn û peresaneke mezin e.”

Bêguman fîlmê Welles’î ji bo pêşketin û zimanê sînemayê veguherîn û peresaneke mezin bû. Lê çi heyf! Piştî Welles fîlmên bi vî rengî zêde derneketin holê û dîsa valahiyek çêbû. Hollywood dîsa dest avête sînemayê. Sînema dîsa kete nav xewarî û krîzeke nû…Hollywood sînemayê eciqand, eciqand û eciqand…Heta ku Pêla Nû bi hewara sînemayê de hat û ew dîsa ji erdê rakir û jîndar kir…

Li gor pir kesen (Benjamîn, Epsteîn, Deleuze û Bazîn) sînema hêzeke “otonom” bû. Di destpêka sînemayê de xweserî hebû û sînema di vê xweseriya xwe de ji bo pêşerojê hêviyên mezin dihundirand.  Dîsa dihat gotin ku sînema gava nû derkete holê jî, bi awakî nûjen derkete holê.  Ango ne ku bi demê re nûjentir bû. Ji xwesînema ji destpêkê de nûjen bû û her ku wext derbas bû zimanê xwe guherand, nû kir û dev ji nûjeniyê berneda tu carî…

Di salên 1960’î de J.Luc.Godard derket ser dikê bi berz ev tişt ji me re gotin, “Hollywood îxanetê li sînemayê kir!”  Godard ji bo sînemayê GERÎLA’yek bû! Godard doza zimanekî xwerû ku qet nehatiye bikaranîn dikir…Godard jî di wê baweriyê de bû ku sînema hunereke xweser e û azad e. Godard wiha berdewam dikir, “Hêza sînemayê ya hunerî û çîroka sînemayê ne ji klasîzmê ber bi modernîzmê ve ye.  Hunera sînema gava hêj nû çêbû rasterast wek hêzeke otonom derkete holê.” Sînema otonom bû û di xweza xwe de rêgezên xweseriyê xwedî dikir, lê gava Hollywood dest avêt sînemayê her tişt xera bû û otonomiya sînemayê jê hate sitandin. Hollywood bi çavsorî tevgeriya û kêr di pişta sînemayêre rakir! Hollywood Brûtûs bû û sînema jî Sezar..!

Godard ji bo krîz û xitimandina sînemayê Hollywoodê tawanbar dikir û digot, “Sûcdarê mezin Hollywood û hişmendiya wê ye!” Hişmendiya Hollywoodê çibû? Hollywood çewa tevdigeriya bi şêwazek çewa fîlman çêdikir? Hollywood li gor “poetîka” Arîstotales tevdigeriya û li gor rêgezên Klasîzmê fîlmên klasîk çêdikir. Godard digot, “tiştê sînemayê pûç kiriye ev rêgezên klasîzmê bi xwe ne.” Sînemaya li gor pîvanên klasîzmê çêbibe, zimanê sînemayê pêşda nabe û sînema çikas diçe dixeniqe. Hollywood, pişta xwe dida “îkon-îmaj” an hêza îmajên estetîk red dikir û ne dipejirand. Godard vê pirsgirêka Hollywoodê wiha vedikir, “Hollywood sînemayê paşve bir. Di wê demê de şano, wêne û wêje jî, dev ji pergal û estetîka Arîstotales ya çîrokî berdabûn, lê Hollywood bi zanebûn dev jê berneda û xwast li gor pergala Arîstotales fîlman bikişîne. Ev nêzîkatiya Hollywoodê li hember hunera sînemayê û hêviyên civakê îxanetek mezin bû. Ev îxanet celebek dij-şoreşî bû û bi vê dij-şoreşiyê sînema kete pêvajoyek xeternak.” Nêrînên Godard yên li ser Hollywoodê tespîtên dîrokî bûn û di cî de bûn. Hollywood temaşevanan ji fikr û ramanê xesandibû çavê wan korr kiribû. Bi hîs û mêjûyên wan lîstibû û wan xapandibû. Godard digot ku tişê Napolyon, Sezar û Îskender bi artêşa xwe nikaribûn pêk bînin Hollywod bi fîlmên xwe yên klasîk pêk anî. Wisa digot Godard, ” Hitchcock bi fîlmên xwe yên klasîk hîs û mêjûyê civakê feth kir. Bi vî awayî Hollywood gerdûnê xiste destê xwe û civakan bi xwe ve girêda.”

Civak bi hişmendiya Hollywoodê ketibû xewa mirinê û ne dixwast hişyar bibe! Di zimanê Hollywoodê de jahrî hebû û bi kî re diaxivî ew kes nexweş diket an jî dimir! Lê derhênerên wek Godard, Pasolînî, Bergman, Bresson, Tarkovsky, Ozû û Kurosawa li sînemayê hatin rihmê û wijdanê wan nehişt ku sînema di destê Hollywoodê de bifetise here. Bi fîlmên xwe yên xweşik û taybet dîsa sînemayê hanîn asta hunerê û ji bo civak sînemayê wek hunerekê binirxînin ketin nav hewldananên nû û dawiya dawî serkeftina xwe bi dest xistin.

Bi saya van derhêneran zimanê sînemayê carek din bi çêj bû…

Çewa ku dîrok her tim pêşda naçe û carna di cî de dimîne ango paşve diçe; sînema jî her tim pêşda neçû ye. Carna derban xwariye, nexweş ketiye, seqet bû ye û xwe pêşda nebiriye. Rast e sînema wek hunereke otonom derketiye holê lê carna ev mafê otonomiyê jê hatiye standin û hin komar lê neheqiyê kirine û di bin dagirkeriya xwe de pelçiqandine! Hollywood weke komar-dewleteke zalim li xwîna otonomiya sînemayê mijiyaye û ew ziwa kiriye ji xwîne. Sînema demek dirêj bê xwîn dimîne, heta ku hin hunermend û sînemagerên rewnaq û dilpak xwe digihîjînin sînemayê û xwînê didinê ango sînemayê bi şîr dikin… Zimanê sînemayê di qonaxên cur bi cur de derbas bû ye û heta îroj hatiye. Lê du şêwaz yê sereke her tim di sînemayê de hebûne û di nav şerr de bûne. Teoriya Arîstotales û B. Brecht her tim hatiye niqaşkirin. Hinek di sînemayê de li dû şopa Arîstotales û hinek jî li dû şopên Brecht çûne. Herî zêde ev her du teorî li pêşbûn û dihatin bikaranîn. Klasîzim û modernîzm her tim di nav şerrekî dijwar de bûn…Di sînemayê de jî wisa ye û ji lew re sînema li gor van agahiyan wek hunereke “paradoks” tê dîtin. Ji destpêka sînemayê heta îroj nakokî hebûne û niqaşa di navbera vegotinên hunerî yên sînemayê de neqediyane…Wisa dixweye ku wê qet û qet neqede û heta hetayê ev nakokî bidomin û bi guherîna demê re pirsgirêkên sînemayê yên nû rû bidin.

Rewşeke wisa ji bo sînemayê baş û hîvîdar e, ji ber ku dîyalektîka sînemayê bi diyalektîka jiyanê re girêdayiye. Jiyan û sînema ji hev bandorê digirin û hevdû temam dikin. Ji bo sînema xwedî nakokî û paradoks e, ji tiştên nû re jî dûcanî ye. Ev dûcanîbûna sînemayê wê hêj sînemayê di gelek qonxên din de derbas bike. Sîneme zimanek e û her derhêner xwedî zimanekî cûda ye. Sînema ji derhêner û zimanên nû re jî dûcanî ye…

Çîroka zimanê sînemayê dûr û dirêje û bi nivisandinê naqede. Zaravayên (şêwaz) zimanê sînemayê gellekin. Heta ez dikarim bibêjim ku di nav huneran de zimanê herî bi zarava sînema ye! Ji bo mirov van zaravayan hîn bibe pêwîste mirov bikeve nav hewldanan û hinek wextê xwe biqetîne ji bo sînemayê. Kes di zikê diya xwe de hînê sînemayê nebûye elbet, gava mirov bixwaze û xwedî vîn be, ji hînbûnê hêsantir tiştek tune ye. Tenê mirov bixwaze, çavê xwe tûj bike, guhên xwe veke û dilê xwe geş bigirie…Wekî din her tişt pêkan e.

Heger ev ziman were hînbûn wê temaşekirina jiyanê jî hêsan û watedartir bibe.

Heger em vî zamanê hîn bibin em ê karibin fîlman jî rave bikin…Bi hêviya ravekirina fîlmên nû, zimanê we terr be û tu car qul nebe! Lê bila zimanê we her tim bi kul û derd be…Bila êş ji ser zimanê we kêm nebin…Pêwîste mirov xwedî derdek be da ku mirov zanibe çi, çima, ji bo çi rave dike û çima hewcedarî bi tiştek wisa dibîne.

De hayde em bigihîjin û têbigîhijin sînemahezno! Em bi sînemayê otonom bikin û her wiha xwe jî otonom bikin…

BIjî otono-sîne-ma!

Çavkanî:

Andrê BAZÎN...'Sînema Çi ye?'  Weşanên Doruk...2013
Êlîye FAURE...'Hunera Sînemayê'  Weşanên Es...2006
Andrê BAZÎN...'Pirsgirêkên Sînemaya Nûjen'  Weşanên Bîlgi...1966

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse