Hûn jî piştgirî bidin ‘Ez firiyam tu mayî li cih’

0
13
REKLAM    

“Ez firiyam tu mayî li cih” belgefîlmekî Mizgîn Mujde Arslan e. Li Tirkiyeyê derxistina belgefîlman a ji bo vîzyonê karekî zehmet e. Ji bo belgefîlm bikevin vîzyonê gelek caran dest bi kampanyayên berhevkirina alîkariyê dikin. Ji bo “Ez firiyam tu mayî li cih” jî derxin vîzyonê niha dest bi kamyanyayeke kirine.

Ji bo kampanyayê metneke bi sê zimanan hatiye amadekirin û belavkirin. Di metnê de wisa tê gotin: “Daxwaza me ya herî mezin ew e ku, fîlmê me yê ku me di şert û mercên giran de kişand, bigihîje temaşevanan. Ji ber vê jî, ji bo ku fîlm were belavkirin, di mîhrîcanan de were nîşandan, di qada navneteweyî de were nasîn, jêrnivîsa wê were amadekirin û dvd’ya wê were danîn, em li benda alîkariya we ne.”

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse