– Li Hewlêrê çaremîn festîvala sînemaya dijî teror dê birêve biçe, ku hejmarek fîlmên cîhanî û kurdî jî beşdarî festîvalê dibin.
Li gor zanyariyên bidest ketin roja 01.02.2019ê li Hewlêrê çaremîn festîvala sînemayê ya dijî teror dê birêve biçe û 42 fîlm ji 12 welatên cuda ve beşdarî festîvalê dibin û hemû fîlm jî nû ne û ji wan 42 fîlman jî 18 fîlm kurdî ne.
Welatên ku çaremîn festîvala sînemaya dijî terorê de beşdar in ev in: Almanya, Tunis, Sûriye, Brîtanya, Filîstîn, Siûdiye, Tirkiye, Fas û Morîtanya. Herwaha ji Kurdistanê jî 18 fîlm beşdar dibin.