Li gor dîroka fermî sînema di sala 1895an de li Parîs a Fransayê di cafeyekê de bi fîlma Braderên Lumiere ya Dema Trên Dikeve Garê de û çend fîlmên din dest pêkiriye. Dema ku ev fîlm hatin nîşandan kesî bawer nedikir wê sînema bibe hunera hefte mîn û wê li her derê cîhanê belav bibe. Mirovan di serî de xwe li ser perde bi lebat didîtin ev ji wan re mîna pêliyistokê dihat û digotin piştî demekê wê mirov jê aciz bibin û sînema wê were ji bîr kirin! Lê bes wisa nebû vê îcadê bala mirovan kişand. Herkesî fîlmên mîna şanoyan temaşe dikirin û kefxweş bûn!
Lê belê piştî demekê fîlmên ku mîna şanoyê dihatin çêkirin nema temaşevan tetmîn kirin. Çêkeran sînematgrafî zêde kirin û êdî kamera di destê herkesî de bû. Çêkeran kameravan perwerde kirin û ew rekirin welatên dûr. Kameravana li wan Welatan dîmenên nû kişandin bi van dîmenan re tiştên ku berî niha di pirtukan de hatibûn nivîsandin an bi devkî hatibû gotin êdî bi dîmen li peşberî temaşevanê welatê xwe kirin. Ev tişt bala temaşevanan kişand û êdî zêdetir bal datanîn ser sînemaye. Êdî hino hino sînema bû sektorek mezin û ji sînorên Fransa bihort! Êdî ew kameravanên ku diçûn welatên dûr li wan welatan jî dest bi nîşanadana fîlman kirin. Çandên cuda êdî bi kamerayê tekilî bi hevre di deynan û hev nas dikirin. Sînema zêdetir bi nîşandana li welatan belav bû. Du mînak ji wan jî du welatên ku ciranê Kurdan e osmanî û îranî ne. Dema em li destpêka sînemaya wan dinêrin em vê rastiye dibînin.
Heya vêdere me qala dîroka sînemayê kir û em zêdetir li ser ka çawa sînema li welatan belav buye bisekinin. Îcar mebesta min ewe ku ez balê bidim ser Kurdan ku ka Kurd çawa sînema nas kirine. Ev Kurdên ku li Mezopotamya li ser çiyayan dijîn kamera kengî nas kirin? Di kîjan kêliya dîrokê de Kurdan xwe di nav sînemayê de dîtine û bi sînemayê re ketine tekiliyê. Sînematografî di kîjan demê de û kîjan devera Kurdistan e girtiye nava xwe! Welatên Rojava Sînema îcad kirin û gelek welatan sînema bi nîşandana fîlman naskirin lê bes Kurdan sînema çawa nas kirine?
Sînema li gor navendan pir dereng li hereman belav bûye. Bêgûman Kurdistan jî wê deme ne dewlet bû lê bes heremek bû û hatina sînemaye ya hereman jî pir dereng bû! Ji ber wê jî naskirina Kurdan û sînemayê jî li gor welatên din dereng ket!
Kurd bi cil û berg û qerekterên xwe bi çand û devera xwe bi çîrokên xwe bi zimanên xwe bi şêweya jiyana xwe hergav bal kişandine ser xwe . Hêj jî di rojhilata navîn de vê cûdahiya xwe di parêzin û dibine mijarên gelek tiştan.
Bêgûman nasandina Kurdan ya sînemayê jî li ser vê esasê pêkhatiye. Ji ber ku Kurdan xwe wek dewlet bi rêve ne dibirin û di bin siya dewletan de dihatin rêvebirin ew tekiliyên ku ji derveyî dewletan dihatin dayin dereng digihaştin Kurdistanê. Sînema jî tekiliyek ji wan bû.
Min got dereng çebû hevnasîn ji ber ku di sala 1926an de derhênerekî ermenî ye binav Hamo Bek Nazaryan berê kameraya xwe daye ser Kurdan. Pêre giredayî devera fîlm jî gundên Kurdan yên Çiyayê Elegezê ye. Yekem car e ku sînematografî berê xwe daye Kurd û Kurdistan e berî wê mînak nînin.
Derhênerê fîlm çîroka Zerê kiriye mijara fîlm. Çîroka Zerê çîroka keçeke Kurd ya êzdi ye. Em di fîlm de bi çîroka Zerê rewşa Kurdan ya wê deme jî di şopênin. Em dikevina nava jiyana wan û dibin mevanê mala wan û çîroka wan.
Fîlm qala çîroka Zerê û Seydo dike ku du evîndarên hev in. Temur beg jî ji Zerê hez dike lê bes dilê Zerê li ser Seydo ye. Mijar hêsane evînek û sê evîndar hene yan wê evîn bi serkeve evîndar şad bibin an jî wê Temûr beg vê evîn e têk bibe mîna Beko yê destana Mem û Zîn e! Ez dawiye ji we re nabêjim ji xwe re temaşe bikin.
Erê Kurdan sînema bi fîlma Zerê nas kirine û tişta balkeş jî sînematgrafî qet ji wan re xerib nehatiye. Ev cîranên Kurdan ku min li jor qala wan kiriye heya sînema ketiye nav gel de gelek caran salonên sînemayan şewitandine û gotine ku sînema kare şeytane! Bi şêx û melayên xwe li hember sînemayê sekinîne! Kurd di vir de jî cudahiya xwe derdixistine holê û deriye xwe ji sînemayê re vekirine. Feraseta xwe ya erênî di vir de jî derxistine pêş û mohra Hunera Heftemîn li dîroka xwe dane. Her çiqas liyistikvan ne Kurd bin jî di fîlma de bi sedan Kurd figurantî kirine. Ji bo wê demê ev bi serê xwe tiştekî pir girînge. Heger tekiliya Kurdan zûtir bi sînemayê hatibane deynan dibe ku ew liyistikvan hemu jî Kurd bane! Heger fîlma Zerê tenê wek fîlmekî were şîrove kirin wê xelet be! Fîlma Zerê di derheqê Kurdên wê demê de deriye şîroveyên curbecur vedike. Dîmen-çîrok nêzîkatiya derhêner derfetên şîroveyan pêşkeşî me dike! Di vê hêlê de jî fîlma Zerê girînge!
Heger rojekê dîroka sînemaya Kurdan were nivîsandin ez bawerim wê destpêk bi fîlma Zerê bê. Ji ber ku berî Zerê Kurd di sînemayê de nînin û piştî Zerê jî heya nemire Yılmaz Guney kes Kurdan di sînemayê de nabîne! Fîlma Zerê kevirekî giran ku cihê wê di sînemaya Kurdan de zexm e!