Hêvî’yê şanoya kurdî

0
16
REKLAM    

Hêvî Şanoger di 9’emîn salvegera şehadeta xwe de bi çalakiyên cihêreng tê bibîranîn. Şanoger ji bo peresîna şanoya kurdî heta dawiyê di nav hewldan û lêgerînan de bû û bi van xisletên xwe ve bi rastî jî bû hêviya şanoya kurdî

Ekîn KIZILIRMAK / ANF

Gafur Dogan ê bi nasnav Hêvî Şanoger ji bo pêşxistin û peresîna şanoya kurdî, çand û hunera kurdî ya li qadên gerîla xwedî kedeke mezin bû. Hêvî Şanoger di 27’ê tebaxa 2004’an de dîsa ji bo xebateke çand û hunerê ku dê li Kerkûka Herêma Federal a Kurdistanê pêk bihata derketibû rêwîtiyekê bi qezaya trafîkê tevli karwanê şehîdan bû. 
Şanoger li dû xwe gelek lîstikên şanoyê û bi helwest û sekna xwe  perspektîfa hunera rast ji bo kedkarên çand û hunerê hiştin. Hêvî Şanoger ku ji bo beşdarî Mîhrîcana Şanoya Kurdî bibe derketibû rêwîtiyê jî di bin çengê wî de lîstik û perspektîfên li ser şanoya kurdî û di çavên wî de jî çirsûka jiyana rast hebû. Di 9’emîn salvegera şehadeta Hêvî Şanoger de hevalên wî yên gerîla ku di nav xebatên çand û hunerê de cih digirin li ser jiyan û hunera Hêvî Şanoger axivîn. 
Hevalên Şehîd Hêvî Şanoger li qadên gerîla ku li ser lîstika şanoyê ya bi navê ‘Hêviya Gelan’ dixebitîn li ser kesayeta şehîd Hêvî Şanoger axivîn. Ruha Amanos, M. Emîn Engîzek û Kurdê Tavya ku her yek ji wan wekî heval û şagirtên şehîd Hêvî Şanoger in dixwazin bi hunera xwe ve giyanê şehîdan şad bikin. 
 
RUHÊ HÊVÎ HER JÎNDAR E
Ruha Amanos anî ziman ku ruhê şehîd Hêvî Şanoger bi kesayet û hunera xwe afirandiye ew di hemû xebatên xwe de vedijînin û wiha axivî: “Berhem û xebatên hevalê Hêvî, ruhê ku di encama wê keda pîroz de derketine îro roj jî xwe vedijîne. Hevalê Hêvî berî ku tevli gerîla bibe jî xebatên xwe yên hunerê li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) didomand û dema ku tevli gerîla bûbû jî xebatên xwe yên di vî warî de pêş dixist. Min di 2001’an de ew nas kir. Ez di lîstikeke ku wî nivîsîbû de lîstim. Ew lîstika min a yekem bû. Min bi lîstika wî dest bi şanoyê kir.” 
 
ŞANO Û HÊVÎ
Amanos bi lêv kir ku şehîd Hêvî Şanoger cerebeyên xwe yên NÇM’ê di qada gerîla de jî xistibû pratîkê, bi saya van xebatan jî di nav gerîlayan de xebatên bi vî rengî pêş ketine û axaftina xwe bi van hevokan domand: “Navê wî Hêvî paşnav jî Şanoger bû. Li gorî min ev her du nav xwedî wateyên kûr in. Li vir derketina holê ya hişmediyekê heye. Navê xwe jî li ser vê hişmedniyê diniqîne. Ew bi xwe dibe bedenbûna kesê ku dixwaze bibe şano û hêvî. Em hevalê Hêvî her tim bi hevalê Yekta re  bi bîr tînin. Em wan herduyan bêyî şano û şanoyê jî bêyî wan nikarin bifikirin. Ji ber ku ew temsîliyeta yekbûna bi şanoyê re ne. Ew navê têkoşîna li hemberî elîtîzm, di jor de li gel nêrîn û nêrîna xwe ji gel qut dikirin, bûn. Hevalê Hêvî, Yekta û Rêzan temsîliyeta şanoya gel bûn, bi gel re yek bûn, rastiya civakî û gel dikirin. Hevala Sarya, Baran, Zerdeşt û Dagistan di xizmeta gelê xwe de bûn û ji bo gel hunera xwe pêş dixistin.”
Amanos diyar kir ku di lîstikên xwe yên wekî ‘Gurî’, ‘Qirdik’ û ‘Qeşmer’ û hwd de rastiya civaka kurd, li hemberî neheqiyan meşandina têkoşînê her tim ji aliyê têkoşêran digirt dest û axaftian xwe wiha domand: “Hevalê Hêvî di lîstikên xwe de ligel destnîşankirina pirsgirêkên civakî her wiha riyên çareseriyê jî nîşan dida.”  
 
DÛRBÎNIYA ŞEHÎD HÊVÎ
Hevalê şehîd Hêvî şanoger M. Emîn Engîzek jî destnîşan kir ku şehîd Hêvî pir mirovekî dûrbîn bûye û şehîd Hêvî wiha pênase kir: “Ew tişt, bûyer û fenomenên ku kesekî nedidît, dîdît. Cihê ku lê bûye pir baş analîz dikir. Ji bo ku hevalan bixe nav xebatan, nav pêvajoya hilberînê hevalekî diyarker bû. Li hemberî zehmetiyan tim di nav lêgerîna çareseriyê de bû.” 
 
LÎSTIKA EVÎNA GUL Û MASÎ
Engîzek bi bîr xist ku şehîd Hêvî di wê demê de lîstika bi navê ‘Evîna Gul û Masî’ amade kiriye û wiha dirêjî da axaftian xwe: “Lîstika xwe di demeke ew çend zor û zehmet de nivîsand. Di pêvajoyeke ku di qada Iraqê de rewşeke neyînî û zehmet dihat jiyîn de, bi şanoya xwe ji bo yekitiya hevalan xizmetên gelek mezin kirin. Jixwe piştî ku lîstika xwe nivîsand me gelek moral jê girt. Têkiliyên rêhevaltiyê jî gelek pêş ketin.”
Engîzek anî ziman ku şehîd Hêvî wan demên zor û zehmet bi lîstikên xwe yên şanoyê vedigot û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji nivîsandinê gelek hez dikir. Heta ku tiştê dinivîsand neqedanda, nedisekinî. Xwarin nedixwar, ranediket. Lê dîsa jî wê xebatê digihand encamê. Derfetan gelekî baş bi kar dianî. Ji bo gelê xwe dijiya. Piştî şehadeta wî merasîma cenazeya wî li Wargera Mexmûrê pêk hat. Gel gelek jê hez dikir û bi xwedîderketina xwe jî vê yekê nîşan da.”
 
HUNERMENDIYA WÎ YA ŞOREŞGER
Hevala  şehîd Hêvî Şanoger Kurdê Tavya der barê kesayet û hunera şehîd Hêvî de nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku dema agahiya şehadeta Hêvî Şanoger bihîstine li Xinêrê bûne û wê rojê wiha vegot: “Tu kesekî ji me nexwest ku ji agahiya şehadeta hevalê Hêvî bawer bike. Me qebûl nekir. Ew ji bo me tevan windahiyeke mezin bû, her kes di ferqa vê yekê de bû. Ji ber ku hevalê Hêvî ji bo şanoya kurdî bi rastî jî hêviyeke mezin bû.” 
Tavya diyar kir ku xisletên şehîd Hêvî yên wekî gelperwer û civakîbûn bingeha şanoya wî ne û hestên xwe wiha anî ziman: “Hunermendiya wî ya şoreşger di esasê xwe de pêşî li hemû xebatên çand û hunerê vekir. Wî di şert û mercên herî dijwar de jî ji bo pêşxistina hunerê derfetan diafirand. Di xebatên xwe de tu kesekî nedixwest li derve bihêle dixwest ku hemû hevalan tevli xebatan bike. Xebata bi hevalê Hêvî re hesteke dîtir bi mirov re çêdikir û motîvasyona mirov pêş dixist. Gelekî zindî bû û ruhekî zindewar tevli xebatan dikir. Xemsarî ji holê radikir. Xwe vediguherand serekaniya bîr û baweriyê. Heke ku gavê hewce nehatana avêtin, heke ku pirsirêkek nehata çareserkirin, neheqiyeke pêk bihata helwesta xwe vekirî datanî holê. Helwesteke cidî nîşan dida. Digot ev rast û ev jî şaş e. heta dawiyê xwedî helwest û hewldan bû û lêgerîna xwe tim didomand.”BEHDÎNAN
Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse