Hevbenda sînemakarên Kurd hate ragihandin

0
27
REKLAM    

Hevbenda sînemakarên Kurd hate ragihandin

Hijmareke sînemakarên Kurd li seranserî Ewropa û Amerîka gihiştin hev, di encam de, hevbenda sînemakarên Kurd pêkanîn û komîteyekî amadekar ji pênc kesan hate ragihandin.
Endamê komîteya berhevkar sînemakar Newzad Şêxanî bo ajansa Peyamnêr ragihand, bi merema pêkanîna hevbenda Sînemakarên Kurd, hijmareyeke mezin ji pispor, derhêner, kamîreman û ekterên Kurd civîneke mezin encamdan, têde, gihiştin wê yekê kû hevbenda sînemakarên Kurd pêkbînin û komîteyeke amadekar ji pênc kesan hate hilbijartin, ewane jî : Rêber Kesan, Casim Wezîr, Helîm Mustefa, Şahîn Omer û Newzad Şêxanî .

Di derbarê armancên hevbendê de, Şêxanî got kû “ li Ewropa, Emerîka ji bo Kurdên di sînemayê de kar dikin çendîn pirsgirêk dikevin pêşberî karên Sînema de, weke dûratiya welatekî bo welatê din, pêdiviya ji hevdû, ji ber van û çendîn pirsgirêkên din pêwîste di neqeba sînemakarên Kurd de hevkarî hebe, li her welatekî li her demekî çi pêwîstî hebe, dê ev hevbend û endamên wê alîkariyê bikin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse