REKLAM    

11Fîlmekî mistîk, ciyawaz û balkêş… Bi wateya xwe, stran, reqs û muzîkên xwe û cudahiya xwe, hêjayî temaşekirinê ye.

Fîlm bi mekaneke dîrokî û awazeke derûnî dest pê dike: “Bi rastî Ellah, Adem, Nûh, malbata Îbrahîm û ya ‘Îmran di ser ‘aleman re girtiye. Ev nesleke (nêzî hev û) ji hev e. Xwedê hemû tiştî dibihîze, dizane.”[1]

Mijar tesewif e. Lêbelê tesewifê, mîna mutesewifên wek Feqiyê Teyran, Ferîdûddîn Ettar û Mewlana, bi reng û rûyekî cuda li ber çavan radixe. Temaşevan, heta dawiyê bi meraq li pey rêwîtiya Bab’ Azîz û neviya wî Îştarê dimeşe. Bab’ Azîz kalekî heftê-heştê salî, Îştar jî keçikeke duwanzdeh-sêzdeh salî ye.

Ji bo dîdara derwêşan a ku ji 30 salî carekê pêk tê, weke salik û derwêşên li her aliyî, ew jî bi rê ketine. Li çoleke bê ser û ber, heta dawiya fîlmî dimeşin. Li ser pirsên Îştarê, Bab’ Azîz dibêje: “Derwêş biçûk û mezin, jin û mêr hemî kes in.”

Fîlm bi şêwe û şêwaza xwe çanda herêma Hindê, çîrokên “Kelîle û Dîmne”ya Beydeba bibîr tîne. Çîrok di nav çîrokê de, serpêhatî di nav serpêhatiyê de…

Bab_Aziz
Bab_Aziz

Weke pirên fîlm, çîrok û serpêhatiyên tesewifê yên roja me; di vir de şîret, ‘evdîtî, şêx û mirîd derneketine pêş. Yên li pêş; sirrên jiyanê, rêwîtî û wateyên heqîqetê ne. Ji lew ji bona hemî kesî sûdwergirtina ji vî fîlmî pêkan e.

Fîlmekî cuda, cîhaneke cuda

Di fîlmê Bab’ Azîz de cîhaneke cuda heye. Cil û bergên aktoran, gund û bajarên fîlm li wan derbas dibe, xanî, mezel, reqs, stran û mûzîk aliyên neqane yên balkêş in.Bi van aliyên xwe fîlm meraqa temaşevanan dikişîne.

Lewra pir kêm kes ji jiyaneke bi vî rengî xeberdar û agahdar in. Jiyaneke bi qûmê dorpêçkirî, firtoneyên qûmê, bandora wê li ser rêwiyan, konê mîrzadeyî li çolê, civata helbestan, zikrên li dergehan û îlahiyên derwêşan gaziya temaşevanî bi bal cihaneke mistîk ve dikin.

Serpêhatiyên pênç kesan

Di fîlmî de yek ji tiştên herî balkêş jî di nav hev de bûyîna pênc çîrokên sereke ye.

Serpêhatiya ewil; rêwîtiya Bab’ Azîz û Îştarê ye.

Ya duyem; serpêhatiya mîrzadeyî ye.

Ya sêyem; serpêhatiya Osman e ku ji bona terikandina pîşeya bavê xwe û rasthatina jiyaneke nû bi rê dikeve.

Ya çarem; serpêhatiya xortê dengxweş e ku di pêşbaziya Quranê de bûye yekem û di civateke helbestan de dil ketiye keçikekê.

Ya pêncem jî serpêhatiya Hesen e ku ji bona tolhildana birayê xwe derketiye rê.

Digel van pênc serpêhatiyên sereke, bêguman senaryo li dora rêwitiya Bab’ Azîz û Îştarê hatiye rêsandin û ber bi dawiyê ve temaşevan li surprîzekê rast tê.

Wateyên sereke

Di rêwîtiya Bab’ Azîz û Îştarê de hinek wateyên girîng dertêne pêş. Ev wate weke peyamên fîlmî ne. Di destpêka fîlmî de Îştar ji Bab’ Azîz dipirse bê dibe di vê çolê de winda bibe yan na. Bab’ Azîz vê bersiva watedar dide: “Bawermend tu carî winda nabe. Yê gihaye dilşadiyê tu carî riya xwe winda nake.”

Dîsa dema Bab’ Azîz behsa heyirîmayîna mîrzadeyî li ber avê dike, wiha dibêje: “Ew di avê de ne li ‘eksê xwe dinêre. Lewra yên ‘eksê xwe dibînin ne yên evîndar in. Ew, ruhê xwe temaşe dike. Wî şiyar nekin. Yan na wê ruhê wî ji bedena wî here.”

Di fîlmî de Bab’ Azîz dema li xortê dengxweş rast tê vê şîretê lê dike:“Herkes ji bo rêya xwe bibîne, qabîliyeta xwe ya herî bi qedr bi kar tîne. Tu jî stranan bêje! Wê riya te bê nîşandan.”

Gotina xizmetkarê mizgeft û dergehê jî weke peyameke sereke dertê pêşiya me. Dema ew paqijiyê dike her û her vê hevokê dûbare dike:“Bi ruhê xwe paqij bike ber deriyê evîndara xwe ya bilind. Wê demê tê bibî evîndarê wê.”

Wateya herî girîng di dawiya fîlmî de ye. Berya mirina xwe Bab’ Azîz bi Hesen re diaxive û jê re behsa têkiliya di navbera jidayikbûna pitikê û mirina însanî dike. Mirin ne tiştekî wisa ye ku mirov jê bitirse. Lewra çawa ev dunya ji zikê dayikê pir firehtir û xweştir e, lê ji ber nezaniyê pitikê di zikê dayikê de ji hatina dunyayê ditirse, her wiha cîhana piştî mirinê jî ji vê dunyayê xweştir e. Lê belê ji ber nezaniyê mirov ditirse.

Digel vêna Bab’ Azîz mîna Mewlana Celaleddînê Rûmî şeva mirina xwe wek şeva dîlanê bi nav dike.

Îmgeyên fîlmê Bab Ezîz

Weke hemî çavkaniyên tesewifê di vî filmî de jî wateyên heqîqetê bi hinek metafor û îmgeyan hatine nîşandan.

Çol, av, rêwîtî û xezal îmgeyên sereke ne. Digel hinek rewşên wek xewnan, evîn û tolhildanê, ev her çar metafor û îmge ji serî heta dawiya fîlmî, neynikên rênîşan in. Niha em yek bi yek li van îmgeyên sereke binêrin:

1- Çol: Fîlm ji serî heta dawiyê di çoleke bê ser û ber de derbas dibe. Ji bo têgihîştina wateya hebûnê çol watedar e. Di Rîsaleyên Nûrê de seydayê Mela Seîdê Kurdî dema dixwaze heqîqeteke jiyanê li ber çavan raxe, mîsala rêwîtiya di çolê de dide.[2]

Çol dunya ye.[3]  Bê ser û ber xuya dike, xapînok, bi zehmet û meşaqet e. Hemî jiyana însanî di vê çolê de derbas dibe. Rastiyê jî, xerabiyê jî li vê çolê dibîne. Şevên çolê bi rengekî, rojên wê bi rengekî din in.

Ji bo fîlmekî mîna vî, weke wargeh neqandina çolê pir di cih de ye.

2- Av: Av; sedemê destpêk û domandina jiyanê, zelalî û ‘ezîzî ye. Di fîlmî de av îmgeyeke neqane û berbiçav e.

Mîrzadeyê li pey xezalê diçe, li ser avekê heyirîmayî rûdinê û bi rojan li avê temaşe dike.

Ji du hevalan, dema hevalek pêşniyariya çûyînê li yê din dike, ew li avê dinêre û dibêje “Ez nikarim werim”.

Li aliyekî din xortê dikeve riya jiyaneke nû di ava çalekê de li heqîqetê rast tê.

Av mirovî ‘ezîz û serbilind jî dike, dixeniqîne jî. Di fîlmî de xortê dikeve çalê di navbera van herduyan de ye.

3- Rêwîtî: Fîlm ji serî heta dawiyê rêwîtiya li çolê nîşan dide. Di jiyanê de herkes rêwiyek e. Amanc û çîrokeke hemî kesî heye. Di vê rêwîtiya xwe de geh zehmetiyê dibînîn, geh li hev dicivin, direqisin û distirin.

Di fîlmî de, dema Bab’ Azîz û Îştar ji komê rêwiyan diqetin û di riyeke cuda re diçin, Îştar dibêje: “Çima em jî bi wan re naçin?” Bab’ Azîz vê bersiva watedar dide: “Ew bi aliyekî din ve diçin. Rêya herkesî cuda ye.”

Di vir de ev gotina meşhûr tê bîra mirovî:  “Rêyên diçin bi bal Xwedê ve, bi qasî bêhnên mexlûqan in”[4] Yanî hemî kes dikare li gora xwe rêyekê bibîne ji bo gihîştina Xwedê…

4- Xezal: Xezal sembola bedewî û balkêşiyê ye. Bi çavên xwe, meşa xwe û beza xwe, pir nêçîrvanan li du xwe dibezîne.

Bab’ Azîz bi xezalê re heval e. Lewra wê xezalê rêya rastiyê nîşanî wî daye. Ew ji mîrzadeyekî lîstikvan derbasî pîrekî xwezan, Xwedêzan û dilşad kiriye.

Digel vana ji bo îşaretkirina bi bal cureyên baweriyê ve 3 pirpirok, di nexşan de wehdet, cilguhertin û xerabat jî pir wate û rêbazên tesewifê yên girîng bi bîra mirovî tînin.

Encam

Fîlmê Bab’ Azîz di sa’etek û nîvê de deriyê cîhaneke cuda vedike. Hatina dunyayê û çûyîna jê, bi îmgeyên balkêş û bi îşaretên bi bal nêrînên tesewifî ve, bi serkeftin li ber çavan radixe.

Ji bo rêwiyê rastiyê fîlmekî têr û tijî ye. Rêwîtî bi bal heqiyê ve ye û mirovê bawermend tu carî rêya xwe winda nake. Şeva mirînê jî, ji bo kesê bawermend şeva dîlanê ye. Lewra ev dunya li gor zikê dayikê çiqas fireh be, axret jî ji vê dunyayê ewqasî, belkî zêdetir fireh e…

Bextewar û dilşad e yê rênîşanên rêya xwe baş dixwîne û rêya xwe dibîne, bi selamet tê de dimeşe…

[1] Qurana Pîroz, Sûretê Alî ‘Îmran, 33 – 34
[2] Binêre: Peyvên Biçûk, Peyva Yekem, Peyva Heştem
[3] Mela Seîdê Kurdî, Peyvên Biçûk, Peyva Heştem
[4] Mela Seîdê Kurdî, Mesnewiya Nûriye, Nûqte

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse