REKLAM    

“Pergal dafIkeke, kesên ku bI refên xwe re nefIrIn dIkevIn vê dafIkê û xwîn dIbIn…”

Ev demek dirêje haya me jê hebû ku li Amedê rêzefîlmek tê kişandin. Ez li ser navê xwe bibêjim ev rewş kelecanek bi min re çêdikir û min meraq dikir û ji xwe re digot, “Ez ê kêngî li vî rêzefîlmê temaşe bikim.” Rêzefîlmekî xwerû bi zimanê Kurdî ji bo min girîng bû. Xeynî wî kesên rêzefîlm dikşandin jî zafekî wî Kurd bûn û bi sînemaya Kurdî re ji nêzve eleqedar bûn. Yanî ev car Kurd xwe dikşandin û xwe vedigotin. Bila kes şaş fêhm neke ev nêzîkatiya min ya Kurdîtiyê ji ber vê yekê tê; ev bi salane ax, çand, ziman, jiyan û hebûna  Kurdîstanê bi rêzefîlmên derewîn û xapînok dihatin nîşandan û bi destê van rêzefîlmên qirêj rastî dihate berovajîkirin! Kurdîstan di destê van sînemagerên pergalîst de xeniqî bû! Lewma, ji bo min ev rêzefîlm girîng bû. Bêhn ango nefesek bû… Ji ber ku me ê bi çav, vîzor û kadrajek din li Kurdîstaniyan birêniya û temaşe bikira. Rêzefîlmekî alternatîf û cûda; rêzefîlmekî dijberî rêzefîlmên pergalê!

Carna hinek heval dibêjin, “Tu li vî rêzefîlmê temaşe dikî?” Ez jî wiha dibersivînim, “Heval ez li TV’yê temaşe nakim” Bi vê bersiva min matmayî dimînin û çewa ku sûcek mezin kiribe min tawanbar dikin! Qaşo ev ji bo min kêmasiyek bû! Mixabîn bila kes li qusurê nerêne ew wextdayîna wan rêzefîlman, di jiyana mirov de tiştekî ku ewqas jî mirov pê pesnê xwe bide û xwe binepixîne nîn e! Ev heval muptelayên rêzefîlman bûn, ew rêzefîlmên ku li ser qenalên Tirk tên weşandin. Bi zafek lîstikên rêzefîlman dernaxin û kenên sexte ango hestên beredayî xwe li bedena wan dipêçe. Ev têr nake di ser de tên qala rêzefîlm û lehengên wan jî dikin. Rêzefîlm bi dîtberî û muzîkê wan xistibû/dixist dafikê lê  haya wan ji bayê felekê tunebû! Di vê dafikê de pasîf diketin û mêjûyên wan pûç dibû, lê ne xema camêran bû. Tiştekî naxin nav lêpirsînê û bi van rêzefîlman wext derbas dikin. Di ser de jî ji bo ku min li van rêzfîlman temaşe nedikir ez dibûm nezan û mirovekî ji rêzê! A rast haya hinek kesan (temaşevanan) ji van lîstik û dafikan heye, lê dîsa jî deng nakin û ev rewş li xweşa wan diçe. Îrada xwe teslîmê van rêzefîlman dikin û xwe mecbûr hîs dikin ji bo temaşekirinê. Ji bo kesayetekê, xwe mecbûr hîskirin tiştekî ewqas jî dilpak nîne ez bawerim. Kesên bi vî rengî jî ne kêm in li der û dora me! Ji bo ev kes babetek nivisek dinê ne em zêde dirêj nekin. Ê ku fêhmkir ji xwe fêhmkir ez bawerim!?

Çewa min got zûdeye ez ji van rêzefîlmên wextkûj û TV’yên viqîvala cihê bû bûm û me dev ji hev berda bû. Min jî dixwast rêzefîlmekî min çêbibe lê çibikim rêzefîlmekî bi dilê min nedihate kişandin.  Ji ber ku zafekî qenal herimîne êdî mirov naxwaze li TV’yan jî temaşe bike. Ji bo wê ev demek dirêje li TV’yan jî temaşe nakim û dûrî wan im. Weke her kesî min jî dixwast piştî demeke dûr û dirêj, rêzefîlmekî min jî çêbibe û bi saya vî rêzefîlmê herim ber ekrana TV’yê. Min dixwast lê tunebûn… Lê herî dawî min bihîst ku xebata vî rêzefîlmê bi dawî bûye û ev rêzefîlm bi navê “REF” li ser ekranên STÊRK Tv’yê tê weşandin. Piştî vê mizgîniyê min jî hewl da ku li rêzefîlm temaşe bikim û birênim ka çewa û bi kîjan çavî hatiye kişandin…

ref dizi copy

 REF; rêzefilmê rastiyên hatine binpêkirin e.

Gava min li rêzefîlm temaşe kir ez gelek kêfxweş bûm û min di ber xwe de got, “Ev car çêbûye” Ev rêzefîlm, rêzefîlmekî dirêj nîn e (weke yên li Tirkiyê) her beş nêzî 40 deqê ye û ji 40 deqê derbas nabe. Bi ziman û rastiyên me hatiye kişandin. Rêzefîlmekî Kurdîstanî û mutewazî ye, di vî rêzefîlmê de erebeyên (jîp) nipûnû tune ne. Ne axa, ne beg, ne devokên xerabe, ne mirovên hov, ne eşîrên xwînrêj û  ne jî vir û derewên li ser edet û çanda Kurdan. Paşvemayî tune ye, lê paşvebirin û paşvehiştin (dek û dolabên pergalê) hene. Tiştên ku rêzefîlmên din nîşan nadin tev hene bi kurtasî…Yanî rêzefîlm ji me ye û wisa xuya dike ku wê heta başa dawî jî ji me be!  Çîrok jî çîroka meye…Hêviyên min yên ji bo vî rêzefîlmê ku temaya wî dram bû vala derneketibûn. Piştî ewqas ked û xwîdan berhemek baş derketibû holê û hêja bû ku em ewqas li bendê bisekinin. Çêbû bû, lewra kamera ketibû nav kolanan. Kişandina li stûdyoyan ji holê rabû bû. Bêhna kolanan ji dîmenan dihat. Dengên kuçeyên Amedê jidil bûn û tevgera rojane ya Amedê dihate nîşandan. Lîstikvanên Kurd yên nû di rêzefîlm de xwe nîşan didan. Dîsa ciyên hatibûn hilbijartin ciyên ji hev cûda, mekanên rast bûn. Di serî de ev nêzîkatî li xweşa min çû û wisa min rêzefîlm eciband. Min nexwast zû tevbigerim û nivisek binivisînim, lewra jî ez li benda beşa duyem sekinîm. Piştî min beşa duyem jî temaşe kir min got ez hestên xwe yên li ser vî rêzefîlmê binîm ziman…

Baş tê zanîn ku pergala modernîte ya sermiyandar civakê bê ref hiştiye û baskên hin nîrxên me şikandiye. Zafek hêlên me tevlîhev kiriye û gelemşeyek derxistiye holê ev pergala di rû û kirêt. Mirov sermest û gêj bûne, hemû şivare hatine girtin an jî tên girtin. REF, şivarêya rizgariyê ya ji pergalê ye. Vegerîna li rasteqîniyê ye REF… Bê ref bûn di heman demê de tê wateya bê rêxistbûyinê jî! Eger refê te tune be hebûna te jî di xeterê daye. Lewma pêşiyên me beredayî negotine, “Her teyr bi refê xwe re difire.” REF, ji me re vî dibêje, “Teyrê ji ref qetandî! Dawiya te ne bi xêr e!” Ew teyrê ji refê xwe biqete di dawiya dawî de wê ji rastiyên xwe jî biqete, dejenere bibe û bihele here…REF, refê xwe ber bi asoyên azad de difirîne û naxwaze hevalên refê wî, di nav lepên balindeyên (pergal) kuvî de bivin nêçîr! Bi kurtasî , REF; bangewaziya diyarkirina REF’ê xwe ye.

Hêvî û pêşeroj di giyana ciwanan de veşartiye. Ez dibêjim peyva “Ciwan pêşengê gel e” ne beredayî tê gotinê. Elbet rastî û heqîqetek di vê peyvê de heye ku ewqas tê bikaranîn. Lewma jî pergal her tim dixwaze êrîşê ciwanan bike û giyana wan serobino bike. Wan sist bike û ji jiyana rast dûr bixe. Wan bi lîstikên xerab bixîne û wan ji civakê îzole bike. Pergal tu car naxwaze, mirovên azad difikirin zêde bibin. Ji ber ku her kesê ku azad difikire rûyê pergalê nas dike û rûreşiya wan li rûyê wan dixe, pergal ji mirovên wisa ditirse. Pergal him fîzîkî û him jî bi derûnî êrîşê ciwanan dike û naxwaze bi rêxistin bibin. Lewra, her ciwanê ku azad dibe ji REF’ê wan diqete, û digihîje REF’ê xwe.

Pergala hov, her tim dixwaze ciwan (baz) di qefesan de bin û dîl werin girtinê. Lê ciwanên Kurd baş nîşandane ku “Baz nikarin êdî di qefesan de bijîn” Lewma ko ew berê xwe dane çiyayên asê û bilind. Qefesan perçe kirine û dane dû azadiya xwe. Bi gotinek din gihiştine REF’ê xwe…

 Îro jî gava mirov li Kurdîstanê dirêne pergal bi vê armancê tevdigere û dixwaze ciwanan bixapîne. Rezefîlmê REF, li hember vê xapandin û çavsoriya pergalê bertekeka hunerî û ditberî ye. Berê me dide kolanan û dibêje, “Rastî di bêhna kolanan de veşartiye.” Li hember pêkutiyên pergalê REF, sekneka pêwîste û di cî da ye. Her çikas rêzefîlm li ser ciwanan bixwaze hinek tiştan vebêje jî, hêlên dinan jî piştguh nake û xwe bi mijarekê ve girê nade. Rola jinên Kurd ya di tekoşînê azadiyê de jî baş radixe ber çavan. Zarokên ku di temenekî biçûk de tên zewicandin. Rewşa dibistanan. Bi saya Silêman rûyê Amedê yê nû û çavbirçîtiyê, bi karaktera Elîf ku apolîtîze bûye û li ber rêzefîlm û bernamê TV’yan di xew de radizê, jinên pasîf! Dîsa bi bêdengiya bavê Zinar kurahiyek radixe ber çavan rêzefîlmê Ref…Yanî senaryo teng nehatiye sazkirin û fireh hatiye nivisandin. Rewşa civaka Kurd û rastiyên Kurdîstanê bi çend hêlan derdixe pêşberî me. Mirov dikare bibêje ku senaryo jî hêja ye. Armanca rêzefîlm ne ewe ku bi dramê temaşevanan di nav rondikan de bihêle, rêzefîlm rastiyên ji hêla rêzefîlmên Tirk ve hatine herimandin, ji nû ve dixe çavê me û me di zafek mijaran de hişyar dike.

Hewldana Zinar û hevalên wî feraseta hişyarbûnê ye ji bo ciwanên Kurdîstanê. Zinar, ciwanekî ji wan ciwanaye ku zû mezin bûye û bi ser temenê xwe ye. Cejnên wî û ya malbata wî jî her tim hatine qedexekirin.Di malbatek welatparêz de bi rêxistin bûye û haya wî ji têkoşîna azadiyê baş heye. Dixwaze der û dora xwe (hevalên xwe î dibistanê, ew di bistana ku wî qebul nekiriye û ji ber fikrên wî ew ji dibistanê avêtiye) jî hişyar bike û rêxistina ciwanan pêş bixe. Li hêlek din bi dû rojnivîska birayê xwe yê ku gerîlla bû û hatiye kuştin dikeve. Li dû wî wêneyek jî nemaye ji xeynî ew kevirê li zikê xwe girêdaye! Metefora kevir pir bi wateye û ev kevir (hemû kevir) şahidê rastiyên li ser axa Kurdîstanê ne. Çewa ku helbestvan jî dibêje, “Hemû kevir pîroz in li welatê min” Mirov dikare bibêje ku kevirên axa me jî bi me re dijîn. Kes nikare bibêje ku kevirên axa me bê giyan in! Hemû kevirên axa me zindî ne û di nav tevgerek delodîn da ne.

 Dibe ku rojnivîska birayê Zinar di beşên pêşiya me de hin rastiyan jî derxe holê. Ji xwe bi saya Zinar, em têkoşîna gelê Kurd jî nas dikin û di hin merheleyan de derbas dibin. Emê li bendê bin û bişopînin ka wê Zinar çewa bike û heta kurê here?

Hinek teyr bi REF’ên xwe re nafirin!

Li gel van rastiyan hinek tişt jî mirov diêşînin bi rastî. Xwedîderketina li rêzefîlm di asteka jêr da ye. Zafek ciwan naxwazin wextê xwe biqetînin û nîv saatekî li vî rêzefîlmê temaşe bikin. Qet bi berpirsyarî tevnagerin û tercîha xwe bi rêzefîlmên din tînin. Haya wan qet ji REF tune ye û bi baldarî nêz nabin. Yên ku haya wan jê heye jî di ser guhê xwe de diavêjin û naxwazin ji dafikê derkevin. Bi çavekî biçûk li rêzefîlm dirênin û pozbilindiyan dikin! Birîna wan li xweşa wan diçe, xwînbûna wan li wan nakeve mixabîn!

Pêwîste hemû ciwanên ku “Cejna wan hatine kuştin û qedexekirin” li vî rêzefîlmê temaşe bikin û xwe ji dafika pergalê rizgar bikin. Perên xwe yên ji hêla pergalîstan ve hatine bantkirin(girêdan) vekin û bifirin ber bi asîmanan ve, xwe bigihîjînin REF’ê xwe!

REF; alternatîfek cûda û baweriya ciwanan ya bi pêşerojê…

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse