Hembêzkirina Kamera û Kolanan: Neo Realismo!

0
21
REKLAM    

“HIlgIre kameraya xwe û dakeve kolanan…”

Beriya mirov li sînemaya welatekî birêne, pêwîste mirov şert û mercên civakê baş zanibe û li wê gorê nêzî sînemaya wî welatî bibe ango binirxîne. Heger mirov rewşa welatekî ya siyasî, aborî, çandî û civakî têr nizanibe wê mirov nikaribe nêzî rastiya hunera wî welatê jî bibe mixabîn. Bi taybetî jî ji bo nirxandina sînemayê ev hêma pir girîng in û gere neyên piştgo kirin! Rastî, di jiyan û tevgera civakê de xwe dide dest, ne di gotinên çewt yên serdestan de! Kesê ku hunera xwe li ser tevger û dînamîzma gel ava neke, namîne pêşerojê. Ew huner, di demek kin de tê jibîrkirin û li ser poxana dîrokê di nav gevzikê de hunda dibe diçe…weke hunera serdestan ku tenê ji bo propaganda û xapandinê berheman diafirandin! Hunera rojane û bê dîrok di nav lavlavka demê de dixeniqe û hişk dibe diçe.

Ji lew re hunera serdestan ya rojane her tim pûç bû ye û kakilê wê riziya ye.

Gelo mirov çima ji nûve rastiyekê diafirîne?

Heger li ciyekî rastî hatibe herimandin, hetikandin û çewisandin, ew gav pêdivî bi rastiyek din heye. Pêwîste rastî ji nûve bê afirandin an na wê derew di dewsa rastiyê de hiqmê xwe bidomîne û gel di nav xapandinê de bihele here. Li Îtalya jî rastî derb xwaribû û hatibû binpê kirin. Hêzên faşîst yên Mussolînî tecawizê rastiyê kiribûn û rûyê faşîzma xwe, weke rastiyê nîşanê gel didan. Piştî Mussolînî ji hêla gel ve hate xwarê, komek sînemager xwastin bi pêlek nû li ser rewşa Îtalya ya piştî şer fîlman çê bikin. Her wiha xwastin qirêjî, rûreşî û çavsoriya faşîzmê derxin holê…Ev sînemager bi navê “Neo Realismo-Rasteqîniya Nû” di sînemayê de mizgîniya pêlek nû dan û li gor rêgezên vê pêlê (ekol) dest bi kişandina fîlman kirin. Derhênerên Neo Realismo li gor rihê demê tevgeriyan û di sînemayê de rê û rêbazên nû ceribandin. Hema bibêje hemû ceribandinên wan tije û serkeftî bûn.

Ez ê di vê nivisê de qala van sînemager û pêla wan ya Rasteqîniya Nû bikim. Lê, beriya em derbasî pêngava wan û rastiya wan bibin, em li Îtalya birênin bê ka di kîjan rewşê de ye û çewa tê xuyanê?

………………………

Kuştin ji bo wan qurtek av bû!

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn li zafek welatan ala faşîzmê bilind bû û şêniyên wî welatî tade kişandin ji ber vê faşîzma bi xezeb û har! Mirovahî hate qetilkirin û xwîn weke cuhokê herikî nav dilê axê. Rengê cîhanê sipsor bû bû ji xwînê…Li Almanya Hîtler, li Îspanya Franco û li İtalya jî Mussolînî bi çavnebariya xwe derketin pêş û civakê qir kirin. Kuştin ji bo wan qurtek av bû! Çi diket pêşiya wan ji holê radikirin û ramanên xwe yên qirêj bi darê zorê bi gel didan pejirandin. Li îtalya jî, ji ber şer aborî serobino bû bû. Partiyên siyasî zêde qels diman û çepgir jî di nav xwe de belav bû bûn û ji hev qetiya bûn. Ji lew re jî faşîzm bi ser ket û hêzên siyasî yên din tarûmar kir. Bi her awayî AZADÎ li ber rihma xwedê bû! Her quncik hatibû digirkirin û riyên xelasiyê hatibûn girtin.

Rûyê faşîzmê reş e û rengê spî di xwe de xeniqandiye!

Di sala 1919’an de li Îtalya, tevgera faşîst rêxistinek bi navê, “Fascio di Combattimento” ava kir û rêxistinên xwe berfireh kir. Piştî sala vê rêxistinê derbas bû ev rêxistin tevî 35 parlementeran bi navê “Partiya Netewî ya Faşîst” di parlementoyê de ciyê xwe girt. Ev partî heta sala 1922’yan xwe bêtir bi hêz kir û alîgirên xwe zêde kir. Herî dawî ev partî bi girseyek mezin çû ser Qralê Îtalya û qral daxistin xwarê. Di wê demê de ji ber şerê cîhanê yê yekemîn gel ji hev belav bû bû û valahiyek hebû li holê. Ev partiya faşîst vê valahiyê baş dît û xwast bi faşîzma xwe vê valahiyê tije bike. Tu kesî li hember vê partiya faşîst bertek nîşan neda û bi vî awayî serokê partiya faşîst Benîto Mussolînî, hemû tiştî xist bin destê xwe. Civaka Îtalya, di bin serdestî û zordestiya Mussolînî de her roj hinek din eciqî û pelişî! Mussolînî û partiya wî ya faşîst zext û zordariya xwe ya li ser civakê heta sala 1943’an bênavber domand. Serdest ew bûn û kes nikaribû ji wan re bigota “siya we xware” Lêdixistin, dikuştin û wêran dikirin. Êdîli her derî hikmê wan derbasdar bû. Kesek nikaribû dengê xwe bilind bike ji wan re.

Di sedsala 20’emîn de sînema ji bo propagandayê amûreka baş bû! Bi taybetî jî hêzên faşîst bi hêz û bandora sînemayê baş dizanibûn û dixwastin bi kişandina hin fîlman gel di bin bandora xwe de bihêlin. Almanya di wextê de vî karî baş pêkhanî bû û bi derewan be jî girseyên mezin bi xwe ve girêda bûn. Îtalya jî dixwast weke Almanya tevbigere û bi fîlman, propagandaya xwe bike. Her wiha piştgirî dida pîşesaziya sînemayê û dixwastin fîlmên dîrokî bikşînin. Zafekî wan fîlmên dîrokî, ji bo hestên nasyonalîst pêş bikevin dihatin kişandin û propagandaya faşîzmê dikirin.

Hegomonyaya fîlmên Hollywoodê ya li ser civakê

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, Amerîka bi ser ket û bi sînemayê li ser welatên din hegemonyayek ava kir. Bi vê hegomonyayê sînorên emperyalîzmê fireh kir û bi azadiyeke sexte xwast dilên civakên welatên dûr jî bi xwe ve girê bide. Heta ji destê wan hat kapîtalîzmê pêşda xistin li van welatên biyanî û dûr. Tiştên ku nikaribûn bi şer û pêvçûnan bikin jî, bi sînemayê kirin. Navê Hollywoodê li her derî belav bû bû û her tişt li gor van fîlman dihat nirxandin. Pîvanên jiyanê li gor van fîlmên Hollywoodê dihatin diyarkirin. Şox û şenga fîlmên Hollywoodê çavên zafek civakan kor kiribû û ev civak pişta xwe dabûn rastiyê. Bi van fîlman dihatin xesandin lê mixabîn haya wan ji bayê felekê tunebû…di xeweka şîrîn û giran de ketibûn dû kêf û şahiya rojane…Bi kurtasî, hemû cîhan li Amerîka temaşe dikir û li ber mezinahî û serkeftina wê bejna xwe ditewand!

Li Îtalya’yê jî ev fîlmên Hollywoodê pîkoliyê dikirin û dihatin pêşandan. Xeynî fîlmên Hollywoodê Mussolînî jî biryara avakirina hin stûdyoyên nû dabû û xwastibû di van stûdyoyan de fîlm bên kişandin. Siya serdestiya faşîzmê ketibû ser sînemaya Îtalya. Di bin siya van stûdyoyên sar de fîlmên ji rastiya civakê dûr dihatin kişandin. Hema bibêje ji hemû fîlmên wan bêhna faşîzm û nijadperestiyê difûriya. Fîlmên dihatin kişandin zafekî ji wan yên “kenokî” û “muzîkal” bûn. Ev fîlm jî cêwîkên Hollywodê bûn. Li Amerîka ji van fîlman re digotin “fîlmên salonan” ango “fîlmên telefonên spî”. Fîlmên bi vî rengî nemaze jiyana burjuvayî nîşan dida û qet pirsgirêkên civakê tevlî fîlm nedikirin. Her tişt di rê de bû û her kes dewlemend bû li gor van fîlman. Telefonên spî jî weke nîşaneya dewlemendiya wan bû ji wê lomê digotin fîlmê telefonên spî… Ji lew re jî, ev fîlm ji bo mirov bikenin û sermest bibin dihatin kişandin. Tenê ji bo civak, wextê xwe derbas bikin û wext bikujin û ji rewşa polîtîk dûr bikevin dihatin çêkirin ev fîlm. Di dawiya van fîlman de hemû temaşevan sergêj dibûn, ditevizîn û nermijokî dibûn. Pîştî wan fîlmên dîrokî û propagandayê ev fîlm ji bo wan weke derman dihatin! Bi vî awayî hêzên faşîst ne carek du car derb li civakê dabû û wan pasîf hiştibû. Civak derz xwaribû û dewx bû bû. Bîrdoziya faşîzmê, çalakbûna wan bi fîlman kedî kiribû û wan di “mal” de hiştibû. Nehiştibûn ku civak çavê xwe veke û li derdora xwe birêne.

Fîlmên ku bi bîrdoziya faşîzmê hatibûn kişandin zafekî wan der-hunerî bûn û ji bedewiyê bêpar mabûn. Ji ber ku li dû rastiyê tevnegeriyabûn bedewî xwe nîşanî wan nedabû û fîlmên wan weka bîrdoziya wan tarî û hov bûn! Ji xwe di demek nêz de ew fîlm hatin jibîr kirin û navê wan qet nehat bibîranîn. Weke xweyê xwe ew fîlm jî hunda bûn çûn di terkên dîrokê de.

Di wextê faşîzma Mussolînî de jî ji bo Rasteqîniya Nû şert û merc hebûn lê faşîzm rê ne dida sînemayek bi şêwaza rasteqîniya nû. Pîştî Mussolînî têk çû û Nazî ketin Îtalya jî,  faşîzm rê li ber hunera azad digirt û nedixwast kes dervayî ramana wan tevbigere û berhemekê biafirîne. Lê hêj di wextê faşîzma Mussolînî de hin sînemagerên nûgiha, li hember bîrdoziya fermî dihatin û nedixwastin li gor pergalê tevbigerin. Ev sînemager, ku wê di pêşerojê de sînemaya rasteqînî bi me bidana naskirin, ketibûn dû vegotinên cûda û di lêgerînekê de bûn. Lê ji ber çavsoriya Mussolînî nikaribûn zû bi zû rengê xwe diyar bikin. Li benda roja xwe bûn ew jî; belê ew roj nêz bû û zeraqên tavê li ber avêtinê bûn. Sebr û tebata rojen nû, rastiyên nû û fîlmên nû nemabû êdî…Bi van tîrêjên tavê re tevizandin û xilmaşiya civakê hêdî hêdî ber bi hişyarbûn û çalakbûnê ve diçû. Neo Realismo li ber zayînê bû…

Herî dawî ew roj hat û Neo Realismo ango Rasteqîniya Nû qîr kir û got,

“HIlgIre kameraya xwe û dakeve kolanan.”

Piştî şerê cîhanê yê duyemîn desthilatdariya Mussolînî ya faşîst dipelişe tê xwarê. Îtalya di warê siyasî ve dikeve merheleyek din. Dawî li keyîtiyê (qraltî) tê û komar tê damezirandin. Piştî komar tê damezirandin civak hinek nefes distîne, lê Îtalya wêranbûyî ye û her tişt tevlî hev e. Jiyana civakê di rewşekeke xetere de bû û bandora şer hê jî berdewam bû. Di hêla aborî de pirsgirêkên mezin hebûn û civak birçî bû! Xizanî û bêkarî zora civakê dibir û civak neçar ma bû. Zafek însan ji bo debara xwe û malbata xwe bike li kar digeriyan. Lê li tu deverê kar tunebû û derûniya civakê qet ne baş bû. Rewşa civakê li ser sînemagerên Neo Realismo bondorek çêkir. Hin derhênerên li rastiyê digeriyan daketin kolanan û dest bi kişandina fîlman kirin. Mijarên hildan dest berê qet nehatibûn nîşandan. Fîlmên hatibûn kişandin dîmenên “derewan” bûn wekî din ne tiştek!

Roberto Rossellînî ji bo wan rojan wiha dibêje, “Di sala 1944’an de li Îtalya her tişt wêran û xera bû. Weke warên din di sînemayê de jî qelsiyek hebû û kesên dixwastin fîlm bikşînin ji holê hatibûn rakirin. Pîşesaziyeke sînemayê ya bi pergal tunebû, ev yek ji bo me şansek bû û me ji kevneşopiyan dûr dixist. Azadiyek bê serî û binî û dûvdirêj li ber me bû…her gavên dihatin avêtin baş bûn. Tiştê me nêzî karên ceribînê dikir ev rewş bû. Rewşa awarte ji bo ceribandinên nû bû bingehek. Ev fîlm him di hêla çandê de û him jî di hêla bazirganiyê de berhemên girîng in.”

Kolan ji bo berhem û nîşandina rastiyê azadiyeke bêser û bin pêşkeşî sînemageran dikir û wan vedixwand qadê. Kamera ji dîlbûna stûdyoyan rizgar bû bû û bi vîzora xwe kolanan maç dikir ango hembêz dikir. Rastiyên ku ev 30 sal ji gel dihatin veşartin wê yek bi yek bi van kamerayan derketina holê. Kamera rastiyê tomar dikir û wext kêlî bi kêlî dihate mohrkirin.

De Sîca jî wiha digot, “Ji bo hunermendekî dîtin tiştekî pir sûdewar e. Zafek kes naxwazin bibînin, ji lew re derd û xemên kesên din tirs dixe dilê wan û ew diqilqilin. Berovajî vê em dixwazin bibînin. Armanca me yek jê jî dîtin e.”

Derhênerên weke R. Rossellini, Vîscontî û De Sîca bi berpisyariya hunermendiyê baş dizanibûn û dixwastin rastiyê vebêjin. Ew, tiştên li ber çavên xwe didîtin ji bo sînemaya xwe dikirin mijar û bi zimanekî sînemayê yê pak nîşanê civakê didan. Armanca wan dîtin û nîşan din bû. Berovajî wan kesên tirsonek ku nedixwastin nêzî derd û xemên civakê bibin, Rossellînî û De Sîca çavên xwe dikirin kamera û pirsgirêkên civakê didîtin! Dîtîn ji bo wan rêgezek sincî bû. Pêwîst bû hunermend rastiyê bidîta û berovajî nekira.

Ji xwe Andrê Bazîn jî ji bo Neo Realismo vê peyitandinê kiribû, “Sinc û bedewiya rastiyê”

Bi saya Neo Realismo çavên civakên bindest vebûn!

Bi rastî jî Rasteqîniya Nû, ji bo faşîzm û fîlmên Hollywoodê bertekek sincî ya dereng ma yî bû. Li hember operasyonên wan yên propaganda û xapandinê bersivek mezin û bi wate bû rasteqîniya nû. Neo Realismo hişyarbûna gel bû. Ev bertek û helwest tenê ne li  Îtalya, li hin welatên din jî deng veda û bandora şer ya li ser civakê hate nîşandan. Li Japonya kesên weke Akira Kurosawa û Yosujiro Ozu ku li ser jiyana mirovên ji rêzê disekinîn gelek fîlmên hêja kişandin. Dîsa li Hîndistanê derhênerê bi navê Satrajît Ray berê kamaraya xwe da kolanan û li ser jiyana xortekî bi navê Apu sê fîlm kişandin. Bandora Neo Realismo li hemû cîhanê belav bû bû û her roj li kolanan fîlm dihatin kişandin. Jiyana mirovên ji rêzê dibû mijara fîlman û bi saya Neo Realismo di sînemayê de hin rêgezên nû dertiketin pêş. Li Tirkiyê jî Yılmaz Guney bi fîlmê xwe yê “Hêvî” slavek germ da Neo Realismo.

Ji xwe Neo Realismo HÊVÎ’yek bû ji bo pêşerojê. Hêviya gel…Hêviya sînemayê..Hêviya mirovperweriyê…Hêviya jiyanek azad û bi rûmet…

Ev rêgez çi bûn? Bi kîjan rê û rêbazî fîlm dikşandin?

Neo Realismo li Îtalya tevgerek çandî bû. Li hember hunera faşîzmê pêvajoyek bû. Pêvajoya nîşandina heqîqetê û verişandina rastiyê. Tenê ne di sînemayê de, di wêje û helbestê de jî hin berhemên bi vî rengî derketibûn holê. Beriya Neo Realismo, li Sovyetê jî hin sînemager, ji stûdyoyan reviyabûn û berê vîzora xwe dabûn kolanan, mirovên ji rêzê weke lîstikvan lîstandibûn. Eisenstein ji bo bandora rastiyê di fîlman de bê hîskirin vê riyê bikaranî bû. Bi taybetî jî Dizîga Vertov hişmendiya stûdyoyan recm kiribû û teoriya Sîne-Çav ava kiribû û li gor rêgezên vê teoriyê belgefîlman dikşand. Piştî Sovyetan li Fransa jî Rasteqîniya Helbestkî derket holê. Derhênerê weke Jean Vigo, Jean Renoir, Marcel Carne û Rene Claîr jiyana Fransa bi çavekî din û zimanekî helbestkî nîşan dan. Berhemên hêja afirandin. Dîsa li Îngilistanê jî dibistana belgefîlman hatibû ava kirin û belgefîlm dihatin kişandin.

Derhênerên Neo Realismo jî, ji van teorî û tevgerên sînemayê yên me li jor rêz kir bandor girtin û xwe bi pratîkên wan xurt kirin. Zafek derhênerên Neo Realîsmo xwandekarê wan bûn û li dû şopên wan dimeşiyan. Neo Realismo hema yekcar derneket holê. Bi wextê re bingeha xwe ava kir û kêngî wextê wê hat hebûna xwe lîland! Bi hebûna xwe rastî û heqîqetê jî lîland…Hişmendiya faşîzmê ku digot, “Gel wisa dixwaze” jî bi vê heqîqeta Neo Ralismo berhewa bû! Neo Realismo got, “Gel ne wisa dixwaze, aha wisa dixwaze!” Serê faşîzmê kete nav gavê wê û rûyê wê yê reş bi hemû kirêtiya xwe derket holê.

Rê û rêbazên Neo Realismo wiha bûn;

  • Pêwîste kamera dakeve kolanan û li kolanan fîlm bên kişandin.
  • Pisgirêkê civakî bibin mijara fîlman, cî û mekanên xwezayî bên bikaranîn.
  • Lîstikvanên amator û vegotinek zelal û xwerû.
  • Plan û kadraj pêwîste li gor jiyana rojane (aktuel) be.
  • Redkirina efektên dîtberî û pevxistineka bê efektên taybet.
  • Li gor estetîka belgefîlman heta ji wan were bikaranîna rengekî gewr.
  • Dûrketina ji ronîkirina taybet. Ji bo ranahiyê şewqa rojê bes e.
  • Pêwîste carna kamera di destan de be û hinek bê hejandin. (ji bo bandora rastiyê hinek din zêde be)
  • Dûrketina ji vegotina klasîk ya sînemayê û redkirina çîrokên dramatîk.
  • Diyalogên hêsan û jixweberî (doğaçlama)
  • Sekinandina li ser mijarên şênber û kirpandina hestên mirovan.
  • Dilekî paqij, mirovperwerî û humanîzm.

Neo Realismo van pirsan ji xwe dipirsî, “Peywîra sînemayê ya sereke çi ye?” , “Ji bo çi û ji bo kî sînema?”

Pirs ji bo Neo Realismo girîng bûn. Bi awakî diyalektîk nêzî sînemayê dibûn. Li gor wan peywîra sînemayê qeydkirina rastiyê bi xwe bû. Nêzîkbûna derd û xemên civakê ji bo wan girîng bû. Hata ji wan dihat nêzî rastiyên civakê dibûn û sanaryoyên xwe li gor wê rastiyê dinivisandin.

Ew, bi vê boçûn, çavdêrî û pirsên xwe gav avêtin sînemayê û bi rêgezên li jorê rêzkirî fîlmên bêhempa kişandin. Berxwedan û serhildêriya gel ya li hember faşîzmê di fîlmên wan de ciyê xwe girt. Derûniya piştî şer, xizanî, birçîtî, bêkarî û hwd. tev di fîlmên wan de hebûn. Di ser pêkutiyên faşîzmê de derbas nebû bûn. Ji xwe zafek derhêner marksîstbûn û li gor bîrdoziya marksîzmê tevdigeriyan. Di fîlmên xwe de li ser pirsgirêkên civakê disekinîn û fîlmên wan têr polîtîk bûn.

…………………………

Neo Realismo bi fîlmê Luchino Viscontî yê bi navê “Ossessione-Bengînî” dest pê dike. Lê hinek jî bi fîlmê Roberto Rossellini yê “Roma, Cittâ Aperta-Roma, Bajarê Vekirî” destpê dikin. Vîscontî fîlmê xwe pêşiya Rossellini di sala 1942’an de dikşîne lê ji ber sansûrê nayê nîşandan. Rossellînî jî di sala 1944’an de dikşîne. Zafek rexnegir û sînemager ji bo fîlmê “Roma, Bajarê Vekirî” dibêjin fîlmê Neo Realîsmo yê yekemîn e. De Sîca jî di sala 1948’an de fîlmê bi navê “Ladrî Di Biciclette-Dizên Bisqilêtan” û di sala 1952’an de “Umberto D” dikşîne. Herî dawî Federico Fellînî jî di sala 1954’an de fîlmê “La Strada-Kolanên Bê Dawî” dikşîne.

Lê gere em Cesare Zavattînî jî jibîr nekin! Wiha dibêje Zavattînî, “Êdî tu wateya pirtûk, rêziman û hevokan tune ye. Neo Realismo hemû qalib û klîşeyan dişkêne û hemû dogmayan red dike. Her kes bila derkeve kolana û fîlmê di serê xwe de bikşîne. Wê derfetên nû, ceribandinên nû pêşkeşî me bikin û herî dawî em ê hilberîneriya xwe derxin derve.”

Zavattînî, teorîsyenê bizava Neo Realismo, yê resen bû. Rojnameger û senarîstekî hêja bû. Ji bo derhêneran pêşengtiyê dikir û zafek senaryoyên Neo Realismo ji destê wî derdiketin. Hema bibêje bi hemû derhêneran re xebitiye û alîkarî daye wan. Ji lew re di ekola Neo Realismo de ciyê Zavattînî taybet e.

Ji ber ku li Îtalya, şert û merc diguherin hêdî hêdî ber bi salên 1960’î ve Neo Realismo bandora xwe hunda dike. Lê Neo Realismo li ser bizava sînemayê “Pêla Nû” ku wê di salên 1960’î de li Fransa’yê deng bidaya bandorek xurt çêdike. Bi bandora Neo Realismo bizava “Pêla Nû” pêşî li Fransa paşê jî li hemû cîhanê deng vedide.

Sê derhênerên pêşeng yên Neo Realismo û fîlmên wan;

LUCHÎNO VÎSCONTÎ

Luchîno Vîscontî, di sala 1906’an de li Mîlano’yê tê dinê. Malbata wî malbatek arîstokrat û dewlemend bû. Berovajî malbatê Vîscontî ji jiyana bûrjûvayî aciz bû û ramanên wî li hember bûrjûvatiyê bûn. Vîscontî di zaroktiya xwe de bi giranî li ser hunerê perwerde dibîne. Lê ew û malbata xwe qet li hev ne dikirin û Vîscontî her tim ji malê direviya. Vîscontî wiha dibêje, “Min ciwaniya xwe bêaram û bê armac derbas kir.” Vîscontî piştî 30 salê xwe diqedîne diçe Fransa’yê û li wir li ba derhênerê navdar Jean Renoîr dixebite. Di bin bandora sînemaya Fransa de dimîne. Demek dirêj li ba Renoîr dixebite û dûre riya wî dikeve Hollywoodê, lê tiştê ku ew dixwaze li Hollywoodê nabîne û vedigere Îtalya. Li Îtalya dest bi kişandina fîlman dike.

Fîlmên wî:

– Ossessione – Bengînî

– La Terra Trema – Erd diheje

– Bellisima – Bedewa Bedewan

– Rocco El Soi Fratelli – Rocco û Brayên Wî

ROBERTO ROSSELLÎNÎ

Di sala 1906’an de li Roma’yê hatiye dinê. Bavê Rossellînî li îtalya’yê bi sînemayê re mijûl bû bû û dihat naskirin. Ji lew re, Rossellînî hêj di temenekî biçûk de dest bi sînemayê kiriye û di bin bandora bavê xwe de maye. Pêşî bi niviskariyê dest bi sînemayê dike û paşê jî belgefîlman dikşîne. Piştî demekê jî dest bi kişandina fîlman dike. Rossellînî derhênerê herî navdar yê Neo Realîsmo ye. Bi fîlmê xwe yê “Roma, Bajarê Vekirî” xelata Palmiya Zêrîn distîne. Rossellînî di heman demê de hosteyê Federîco Fellînî ye jî. Fellînî ji bo wî wiha dibêje, “Rossellînî sînemayê, kirûya herî xwezayî ya jiyanê didît. Ew sînemayê hînî min kir û bi min da hezkirine. Ew di çavê min de hilberînerê sînemayê yê yekta ye. Rê li ber azadiya mirov vedikir û bi hestan qabiliyeta têkbirina bêderfetiyê hînî mirov dikir.”

Fîlmên wî:

– Paîsa – Hemşerî

– Roma, Cittâ Aperta – Roma, Bajarê Vekirî

– Germanîa Anno Zero – Almanya Sala Sıfır

VÎTTORÎO DE SÎCA

Di sala 1902’an de li Sora hate dinê. Malbata wî malbateka feqîr û xizan bû. De Sîca ji ber rewşa malbata xwe hêj di temenekî biçûk de dest bi xebatê kir û di gelek karan de xebitî. Di 16 de saliyê xwe de dest bi lîstikvaniyê dike. demek dirêj di şanoyan de ciyê xwe digre. Lê demek tê pêrgî L. Vîscontî tê û wî nas dike. Bi naskirina wî dev ji şanoyê berdide û derbasî sînemayê dibe. Piştî demekê Zavattînî jî nas dike û bi wî re senaryoyên nû dinivisîne. Herî zêde bi fîlmên xwe yê “Dizên Bisiqilêtan” tê naskirin. Senaryoya vî fîlmî bi Zavattînî re nivisîbû.

Fîlmên wî:

– Sciûsciâ – Zarokên Peyareyan

– Ladrî Di Biciclette – Dizên Bisiqilêtan

– Umberto D

Piştî pêngava Neo Realîsmo qediya li Îtalya hin derhênerên nû derketin holê. Kesên weke, Michalengelo Antonîonî, Federîco Fellînî, Pier Paolo Passolînî û Bernardo Bertoluccî di bin bandora fîlmên Neo Realîsmo de man. Neo Realîsmo ji bo wan awêneyek bû û jê gelek sûd wergirtin. Ev derhêner sînemayê ji wan fîlman hîn bûn û wisa hezkirin. Bi kevneşopiya Neo Realismo li Îtalya “Pêlek Nû” dest pê kirin û sînemayê xistin qonaxeka din.

Çavkanî:
- Sînemaya Îtalya - Âlâ Sîvas
- Li Cîhanê Bizavên Sînemayê - Esîn Coşkun
- Sînema û Rasteqînî - Roy Armes
- Luchîno Vîscontî - Fûsun Ant

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse