HEGER BIMIRÎ EZ Ê TE BIKUJIM!

3
126
“Di salên 60’an de ez zarok bûm û mala me ji bajarê Akrê reviya bûn Bilê, li wir çemê Zê heye û min jî di nav de xwe fêrî melevaniyê dikir. Dayika min digot eger tu bixeniqî ez ê te bikujim.”
Di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê Hiner Selîm got ku Îsraîliyan fîlmê (Newala Guran) ê Tirkî qedexe kir, lê dibe ku Kurdan ji bo temaşekirinê 10 milyon Dolar dabin. Navbirî herwiha dibêje Sînemaya Kurdî heye, lê gelek tiştên pîs jî hene ku medya li Kurdistanê navê sînemayê li wan kiriye
Her dema mirov Hinêr Selîm dibîne, dixwaze behsa serxwebûna Kurdistanê bike, wî li Parîsê mala hunermendê mezin Picasso û qada wênekişandina wî pêşanî me da, Selîm got navê min ‘Hinêr’ binivîsin, “Dayika min ji min re gotiye ku tê wateya aza.”
– Fîlmê te yê dawî ‘Eger bimirî ezê te bikujim’ gihişt ku?
-Xilas bûye û beşek jê bi fransî ye. Fîlm behsa ciwanekî Kurd dike ku li Parîsê li benda dergistiya xwe ye, lê beriya ku bê ew dimire. Hevalekî wî Fransî ye û kesî nas nake, ew termê ciwanê Kurd dişewitîne û xweliya wî li cem xwe hildigre. Li dawiyê keç digihe û li xweliya dergistiyê xwe digere.
– Navê fîlm hinekî ecêb e, ji ber çi?
– Di salên 60’an de ez zarok bûm û mala me ji bajarê Akrê reviya bûn Bilê, li wir çemê Zê heye û min jî di nav de xwe fêrî melevaniyê dikir. Dayika min digot eger tu bixeniqî ez ê te bikujim.
– Cudahiya Kurdan di fîlmên te de li gor fîlmên Kurdî yên din ew e ku herdem tu wan wek gelekî modern nîşan didî. Gelo sedemê vê yekê ew e ku li Parîsê dimînî?
– Rast e. Kurdistana min a li Parîsê hinek dost û bîranîn û xewn in. Dixwazim behsa pirgirêkên îro li cîhaneke global bikim, îro jî Kurdên moderin hene. Lê ev nayê wateya ku ez li dijî jiyana gundîtiyê me, nexêr.
– Sînemaya te li derveyî Kurdistanê ye. Kurdistanê tînî û li derve nîşan didî. Qet hatiye bala te, di fîlmên te de Kurdan bibî hundirê Kurdistanê?
– Li Kurdistanê hinek kesên wek Ehmed Salar dizanin ku ez di sala 1991’an de bi pereyên xwe çûm wir û ji bilî karên mirovî, min fîlmê Bostek Sînor (Şêro) çêkir û ew yekemîn fîlmê min bû li Kurdistanê.
– Pir caran derhênerên Kurd an biyanî di fîlman de, Kurdan weke mirovên guneh pêşan didin. Bazara vê yekê jî li Ewrûpa heye
– Her kes azad e û bi kêfa xwe ye, ti desthilata min nîne biryar bidim ev baş e û ew xerab e. Êdî şerm dikim herdem bêjim Kurd sitembar in. Dizanim rewşa me ne baş e, lê ev nabe sedem ku em kar nekin. Fîlm wê di 23’ê Adarê de bê belavkirin. Ez bi rêya fîlmên xwe ji xelkê re dibêjim ku Kurd ne kevir in ku ji cihê xwe neleqin, Kurd jî diguherin û dibêjim keremkin herin Kurdistanê û bi çavê xwe bibînin. Fîlmên min xeyala min e û ew Kurdistan jî Kurdistana min e, dibe di rastiyê de nebe, lê di xeyala min de heye û dixwazim Kurd wisa bin.
– Tu herdem pêdagir bûyî ku tu ne Kurdistanî û Îraqî, tu hest nakî ku ji ber vê yekê girîngiyeke zêde li fîlmên te nehatiye kirin?
– Naxwazim bêjim ez qurbanî me, ez xweperest im û ji xwe hez dikim. Hezkirina min a Kurdistanê ji hezkirina min bi xwe tê. Dixwazim li Hewlêrê rûnim û biyaniyek ji min re nebêje bi vî zimanê neaxive ji ber hebûna te nîne. Dixwazim azad bim û xuşk, bira û miletê min azad bin, ev jî tiştekî xwezayî ye û ti qehremanî jî tê de nîne. Li ser vê meseleyê Ereb hatin û dixwestin li min bidin, min got eger Îraq bêje bibûrin bo 80 salên hovîtiyê, wê demê ez ê nerîna xwe bêjim. Îraqê daxwaz ji min nekiriye bibim Îraqî û min jî daxwaz nekiriye, êdî ji ber çi derewan bikim? Ez ji Akrê me keko. Ne qenc im û ne pîs im, qet şanaziyê nakim ku Kurd im û qet jî şerm nakim ku Kurd im. Kurd im û hew! Mirov şanaziyê bi tiştekî dike ku bi xwe çêkiribe. Gelek caran dibêjin tu nijadperest î, lê keremkin di axaftinên min de tena gotineke rasîst bibînin! Rêza her mirovekî digrim, lê kesên ku rêza miletê min negrin, ez jî rêza wan nagrim.
– Bi baweriya te îro tiştek heye bi navê sînemaya Kurdî?
– Îro fîlm hene ji wan re dibêjin fîlmên Kurdî, miletek jî heye bi navê Kurd û fîlm çêkirine, wate sînemaya Kurdî heye.
– Kîjan fîlmê Kurdî heye ku te xwestiye navê te wek derhêner li ser bûya?
– Fîlmên min, lê ev nayê wateya ku fîlmên min ji yên kesên din baştir in.
– Dibêjin heta niha jî fîlmên Kurdî yên festîfalan in û nebûne filmek ku di sînemayên cîhanê de pereyan peyda bikin. Sedema vê yekê çi ye?
– Ji bo vê yekê hinekî pêwîstiya me bi demê heye, lê wê ew roj bê.
– Çi pêwîst e?
– Fîlm tên kişandin, lê ne temaşevan û ne sînema heye! Kurdên derve diçin temaşeyî filmekî faşîstên Tirk ê li dijî Kurd û Ewrûpiyan bi navê ‘Newala Guran’ ku di aliyê hunerî de jî di astekî pir nizim de ye. Tenê li Bakurê Kurdistanê çi nebe, 2 milyon Kurd temaşe kirine û li Ewrûpa jî qet nebe, Kurdan 10 milyon Dolar dane wî filmî.
– Dema aktorê wê filmê hatî Hewlêr, rê nebû ku xelk wêneyê xwe ligel bigirin…
– Min li vê derê teklîf ji parêzerekê re kir ku dozê li ser vekin, ji ber gotinên wî şoven, pîs û nerast in. Li Almanya, Cihûyan ew film qedexe kirin.
– Wî parêzerî doz vekir?
– Nexêr dereng bû û nekir, lê divê li hemû cihê bê qedexekirin, ji ber ku fikrek xirab belav dike. Kurdan nîşan dide ku ciger, gûrçîlk û nav zikê zarokên Ereb didizin û ligel Cihûyan bazirganiyê dikin. Cihûyan şikayît kirin û ew film qedexekirin, lê Kurdan li Başûrê Kurdistanê wêneyên wê filmê daliqandibûn, ev jî ne nezanîna gelê me ye.
– Li Hewlêr Asayîşê ew film qedexe kir, tu wê yekê wek biryarek baş dibînî?
– Ez ne ligel qedexekirinê me, lê pêwîst bû çapemeniyê boykot kiriban yan jî jê bêdeng bûna. Pêwîst bû ragihandinê hestek ligel xelkê çêkiriban ku bi xwe temaşe nekin.
– We got sînemaya Kurdî heye, gelo filmên Kurdî ji bo nasandina Kurdan çi bandora wan heye?
– Sînemaya Kurdî heye, lê li kêleka vê yekê tiştên pîs jî hene. Pirsgirêka me Kurdan jî ew e ku bê plan kar dikin. Ti bernameyek a me nîne ku em ê ji bo 4 salên bê çi bikin.
– We bi xwe fikra wê yekê kiriye ku ligel yek-du derhênerên Kurd ên berçav, projeyekê pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û bêjin pêwîst e plana we bi vî awayî be?
– Min ew cesaret nîne, ji ber nikarim tiştekê bikim ku teqlîdê hemû tiştên din be. Ji bo tiştek cidî bê kirin, divê mirov bên perwerde kirin. Avakirina pirek yan xaniyek mezin hêsan e, lê ya mejî zehmet e. Dibe ku gotinên min hinekî hişk bin û dibe ku zêde jî bin, lê ez wisa têgihiştime ku li ti wezaretekê planên me nîne.
– Di kabîneya berê ya hikûmetê de, gelek rexne li ser rojnamevanan hatine nivîsandin ku çima hikûmet ewqas pere ji bo filan filmê veqetandiye û pêwîst bû li cihê wê yekê dibistanek ava kiriban…
– Ez di wê baweriyê de me ku çawa pêwîstiya xelkê bi zelete û goşt heye, ewqas jî pêwîstî bi filman heye. Film beşek ji çand, mejî û perwerdeyê ye, tiştek bingehîn e û divê em mirovên xwe perwerde bikin. Ez dizanim gelek pirsgirêkên me hene, lê ligel dagirtina zikî pêwîst e em mejî jî dagirin. Me ew alî piştguh xist û me mirovek parazît dirust kir, wekî modela Urdûn û Sûriyê.
– Li Ewrûpa jî rêzefilm û dramayên televizyonê bandorek zêde li ser jiyan û tevgera ciwanan dikin. Bi baweriya te rêzefilmên baş û bi armanc wê bikarin bandorê li Kurdan bike?
– Bi baweriya min divê televizyonên Kurdî ji bo her pirsgirêkekê şevane bernameyên kurt amade bikin. Divê em ji zarokan dest pê bikin û eger em bikarin heta 4 salên din 6-7 endaman ji bo Wezareta Rewşenbîrî amade bikin, divê îro em 100 kesan rêkin zanîngehên cîhanê, ji van 100 kesan, dibe ku 10 kesên baş jê derkevin. Ev 10 kes dikarin piştî 4 salên din dam û dezgehan birêve bibin. Tiştek normal e ku endamên me nebûn, lê êdî ne normal e ku perwerde nekin.
– Niha li Kurdistanê pir ciwan hene ku gelek filmên baş dîtine û bazara firotina filman bazarek pir qerebalix e. Hûn di vê derbarê de çi dibêjin?
– Ev nîvî baş e û nivî xirab e, ji ber ku dema hevwelatiyên welatekî ewqas pêşneketin û fikrekî rexnegir nebin, hemû tiştan werdigirin, ev jî hinekê metirsîdar e. Em fêrî tiştên kolektîf bûne.
– Pir caran dibêjin Selîm Berekat pir mezin e, lê mezinahiya wî ji bo çanda Erebî ye. Erê ev ji bo filmê jî her wisa ye?
– Nexêr, James Joyce pirsgirêka Îrlanda bi hemû cîhanê da naskirin, lê bi înglîzî nivîsand. Theodor Herzl tiştek nivîsandiye û fikra avabûna dewleta Îsraîl jî hebû. Ez hebûna Selîm Berekat pir erênî dibînim.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse