Hamlet !

0
35

Di roja me ya îro de, hûnera bi navê civaka Kurdistanê tê pêkanîn û hûnermendên kû ew pêktînin, bi zêdetirê xwe di nava xeletî û çewtiyên mezin de dijîn. Di vê mijarê de ya herî kambax rewşa şano û şanogeriyê ye.

Hesen GERDÛN

Liser Rojhilata-Navîn, dîrokzanekî oryantalîst a Fransî dibêje; “ Civakên li Rojhilata-Navîn, di nava deryayeke pir dewlemend de dijîn, lê belê nizanin avjênî bikin.”. Bê guman, avjêniya ku ew qal dike û  ya rastî ji hev cûdane.

Oryantalîzm ji aliye dîrokî ve xwe dispêre şerê Troya û Pan-Helenîzma Îskender. Lê belê girêdayî serdestbûna kapîtalîzm, xwe rêxistinkiriye û geheştiye asta herî bibandor. Bi gotineke din Oryantalîzm, bi çawên Rojavayî, mêzandina li Rojhilata Navîne. Oryantalîzm, dewlemendiya çandî û dîrokî ya Rojhilata Navîn heya astekî qebûl dike. Lê belê çawa, ji bo çi û kî qebûl dike ? Pirsgirêk di vir de derdikeve. Li gorî Oryantalîzm, civakên Rojhilata Navîn, di rabirdû de çandekî zehf dewlemend afirandine, lê belê di serdema modernita kapîtalîst de, ev derfetên xwe wenda kirine. Wê demê, çanda Rojhilat, encax ji aliyê Rojava ve dikarin werin bikaranîn. Di encam de jî Rojava, bikaranîna nirxên çanda manevî û madî ya Rojhilatê, ji bo xwe wekû erk û maf dibîne. Ji xelkên Rojhilat jî dixwazê, wek ew çawa nîşandike, heman şêwazî civakên Rojhilat li xwe û çandên xwe şîrove bikin. Şîrovekirin jî divê ligorî xwe na, ligorî nêrîna modernîta kapîtalizmê be. Di vir de pêywendiya li navbera bêdîrok-kirin, bêhafiza hiştin û bênasname hiştina kapîtalîzm û oryantalîzmê zelal dibe. Ango kapitalizm ji aliyêkî ve dîrok bi xwe ve dide despêkirin û yên bere hemû pûç dike, ji aliyê din ve jî, nirxên çanda Rojhilata Navin ên mane dixe bin xizmeta deshiladarî û berjewendiyên xwe. Oryantalîzm, di heman demî de cêwiya post-modernîzmêye jî. Post-modernîzm, herike kû, jêdera xwe ji kapîtalîzmê werdigre ye; mîna rizgarkerê herî dawî ya modernîta-kapîtalist e. Her weha post-modernîzm jî, mîna oryantalîzmê, ji nirxên çandî yê Rojhilata Navîn, xwe têr dike.   

Li hember êrîşên modernîta kapîtalîst; oryantalîzm û post-modernîzmê, kesayetên Rojhilata Navîn dikevine çi astî ? Li hember çand û nirxên xwe biyanî dibin, civak û çanda xwe biçûk dibînin û wan inkar dikin. Li şûna çanda xwe jî nirx, pîvan û şîroveyên kû modernîta kapîtalîst dide pêşya wan qebûl dikin û ligorî vê tevdigerin. Ango despêkê dibin hîç, ji eslê xwe derdikevin, bê nasname, bêçand, bê pîvan dimînin, paşê jî teqlîdê Rojava dikin.

Li ser vê mijarê, rewşa Gelê Kurd mînakêk herî balkêş e. Gelê kû, afirînerê çanda çandiniyê; çanda herî bingehîn û di heman demî de jêdera hemû çandên mirovatiyê ye, wek Gelekî bê çand tê nîşankirin. Ji Sûmeran re despêdike û herî dawî de yên modernîta-kapîtalîst ji aliyekîde desdavêjine nirxên çanda wî Gelî; wa nirxan dikin yên xwe, ji aliyekî din ve jî, ji Kurdan re wisa didin pejirandin kû ew bi xwe hîç in; ti nirxên wan ên çandî û hêja nî ne. Eger çanda hêzên dagirker û biyanî qebûl bikin, encax wê bikaribin bijîn. Ji çîroka Gilgamêş bigre, heya derewên s-pergala modern a îro, hemû, xizmetê vê armancê dikin. Ew zext di netewe-dewletê modernîta kapîtalîst de digehêje asta herî jor, berfereh û kûr. İnkar-imha û asîmîlasyon, ji bo civak û çanda Gelê Kurd wek qedera kû jê rizgarî nîne tê ferzkirin. Ji bo xwe bigehîne vê mebestê, hêzên dewletger a Rojhilata Navîn bi zêdetirê xwe amûr û rêbazên tundewarî bikartînin. Lê belê hêzên Rojava, li gel tûndewarî, bi giraniya xwe amûr û rêbazên sergirtî û nayekser bikartînin. Ango herî zêde girîngî didine avakirina zehniyetê kû wê bikaribe xizmetê deshiladarî û berjewendiyên hêzên dewletger a Rojava bike. Modernîzm-oryantalîzm û post-modernîzm jî, di vê riyê de rêbazên herî bi bandorin. Di encama van rêbazan de Gel û kesayetê/a Kurd xwebuyîna xwe wenda dikin; dixwezin kirasên din li xwe bikin; nirxên xwe yên çandî wek nirx nabînin û qiymeta wan nizanin. Li şûna kû li wan xwedî derbikevin, li nirxên biyanî xwedî derdikevin û bihêz dikin. Beyî kû ew bibin bi xwe, dixwezin xwe bi civak û çandên din re bikine yêk; beyî hebûn û xwebûyinê, dixwezin bibine gerdûnî. Ew helwest, wek psîkolojiya civaka kolê û jêrdestan tê bi navkirin.

Ew rastî di qada hunerê de, bi awayekî zehf zelal derdikeve holê. Jêdera hûnerê, çand e. Çandekî bi hêz û dewlemend nebe, hûnerekî dewlemend û bihêz jî dernakeve holê. Lê belê di vir de yêkparebûna hişmendî-zihniyet û avabûnê diyarker e. Civakek, her çiqas xwedî çandeke dewlemend û bikok be jî, eger hêza watedan, zehniyet û avahîbûna wê ligorî çanda xwe nebe, berde bihêzkirin û lipêşxistinê, nikare sîbera wê çandê jî bide jiyankirin. Girêdayî vê rastiyê, hûnermendên ji vê civakê, eger nikaribin xwe bi civak û çanda xwe re bikine yêk, nikarin hûnermendî bikin. Her çiqas bi armanca hûnermendiyê rabin; bi navê hûnermendî tevbigerin jî, nikarin nûnertiya hûnerê bikin. Encex bibin teqlîdger, xulam an jî sîxûra çanda dagirker û deshiladaran; bibin hewkarên nixûmandin, çewtkirin û pûçkirina çanda civakên kû ew jê derketine. Di rewşeke weha de tiştên kû bi navê hûnerê dikin, ji tijîkirina avê ji bo aşên din zêdetir ti wateya xwe namîne. Ji ber kû afirîneriya hûnermendî, hêza xwe ji nirxên çandî ya kû civak afirandiye werdigre. Di vir de, dibe kû ew kes bi nav, xwe gihandina gerdûnîbûnê, yan jî pireçandî û civakîbûneke berfereh tevbigerin. Lê belê, ew neyê ji bîrkirin xwebûn û avakirina xwe nebe, gerdûnbûn û pirecivakîbûn jî nê pêkan e.

Têkoşîna xwebûn û azadiyê ya çil salane didome, li Kurdisanê, şoreşekî zehniyetê pêkanî. Di nava civakê de, xwebûn û hebûn wek hêza watedan, têgihiştin û xwe sazkirinê, bi astekî zehf girîng derket holê û ew pêvajo hê jî didome. Lê belê kesên kû xwe wek hûnermendên civak û çanda Kurdistanê binavdikin, li hemberê vê ronakîbûn û xwe jinûve afirandina civakê, gelek qels dimînin. Heta bi zêdetirê xwe li pêşiya civakê dibin asteng, bala civakê dikşînine liser reya xelet û rojevên biyanî. Bi navê pireçandî û gerdûnîbûnê, kevirên reya asîmilasyon û biyanîbûnê sexlemtir dikin.

Di roja me ya îro de, hûnera bi navê civaka Kurdistanê tê pêkanîn û hûnermendên kû ew pêktînin, bi zêdetirê xwe di nava xeletî û çewtiyên mezin de dijîn. Di vê mijarê de ya herî kambax rewşa şano û şanogeriyê ye. Mînakek herî balkêş û rojevî ceribandina Hamlet e. Bi pêywendiya li navbera Beşa Çandî ya Şaredariya Amed’ê û Şanoya Rast a li Hollanda ve, ev proje ketiye meriyetê. Ew nêzî salekî ye Hamlet rojeva sereke ya hûnerê ye. Hamlet, her roj di goşeya xwe di rojname de cîdigre, heta terî naki li televîzyonê jî derdikeve pêşberî civakê. Nuçe, reklam, hevpeyvîn, bername … yên hûnerê hemû di derbarê Hamlet de ne. Em bi Hamlet radibin bi Hamletê rûdinin. Diyarê kû, hê jî lipey derewa; “ Eger mirovek Shakespeare nexwîne, wê nikare bibe şanoger” dikevin. Hincet jî “ligorî deme” amade ye; “ Hamlet bi Kurdî diaxive, Hamlet û Derweşê Evdî digehînin hev û hwd.! Di serî de ziman bi tenê serê xwe derneketiye holê; ji aliyekî ve bingeha çandê ye, lê belê di heman demî de bi çand û civakê re dibe ziman. Ango ziman ji çand û civakê qût nayê bidesgirtin. Ya ji vê girîngtir jî, ti pêywendiya linavbera Hamlet û Derweşê Evdî de jî nî ne. Dibê kû beramberhevanîna Hamlet û Derweşê Evdî ne di cî de be. Lê belê ji ber kû dixwezin wek di astekî de nîşan bikin, divê rastî were zelal kirin. Hamlet, şer û tevçûnên di nava deshiladarên emperatoriya Britanya û binketina deshiladariya feodaliya wan wedibêje. Bi awayekî sergirtî jî, pêvajoya netewe-dewletbûna deshiladarên Brîtanya rewa nişan dike. Ango hebûna dewlet û deshiladarî wek pîrozî nîşan dike; ( “hebûn yan nebûn, hemû pirsgirêk ev e”. Taybetmendiyên deshiladarî mîna hesûdî, komplogerî, xiyanet, destavêtin, tûndewarî û hwd. dinirxîne. Her weha Shakespeare bi xwe jî di qonaxa avakirina netewe-dewletê Îngilîzan de bi reya şanogeriyê dibe sermayedar. Ango şano wek meta bikartîne. Bi vî awayî, ji Elîzabeth 1.;qralîçeya Brîtanya pişgiriyeke mezin a madî û manevî digre. Ango hem çîrok û nîvîskarê wê, hem jî qehramanên çîrokê di nava pergala dewlet-deshiladariyê de ne.

Derweşê Awdê, beriya her tiştî destanekî civakî ye. Şer û tevçûnên di vê destanê de, li navbera hêzên civakî û dewlet-deshiladariyê de rû didin. Berxwedana egîdî, canfedayî, xweşîki ya li hember dagirkerî, zilimkarî û xiyanetê dinirxîne.

Tevî li hemberî wan rastiyan, tû dibe qey ti rojevê din a civakê nemaye; Kurdistan hîç nirxeke çandî ya kû werbigere hûnerê nî ne. Heçkû çanda çandiniyê li vî Welatî peyda nebûye, şoreşa Neolitîkê li vî Welatî pêknehatiye; ziman û çanda Aryenî yêk ji ziman û çanda bingehîn, liser vê axê û di nava vê civakê de peyda nebûye. Heçkû destana Çîrokên mîna Gilgamêş, destanên mîna Newroz, Derweşê Evdî, Ewdalê Zeynîkê, Mem û Zîn, Qela Dimdimê û gelekî din yên dîroki û rojane nehatine jiyîn û najîn. Ew helwest, bi her çi navî, armanç û şêwazî bibe bila bibe, li gel encamên din, di heman demî de tê wateya alîkariya inkarkirina nirx, afirînerî û kedên civakê Kurdistanê.

Ev buyer jî, bi awayekî berbiçav diyar dike kû, hûnermend çiqas ji civak, dîrok û çanda xwe qût bûne. Naxwe ji xwebûn û nirxên xwe dûrketin di vê astê de nebaya, li hemberê qirkirina çandî û êrîşên tûnekirinê ya li ser Kurdan pêktên, di nava hûnermendan de helwesteke encamgir û bibandor derketiba holê.

Di qonaxeke ewqas dîrokî û jiyanî de hûnermendên Kurd jî wek gotin dibêjin; “ eme cihê xwe di nava vê civakê de bigrin”. Wê demê nikaribin pêşengtî bikin jî, qet nebe jî divê bila lihember têkoşîn; xwebûn, hebûn, çand, dîrok û nirxên civakê rêzdar bin. Li gorî rûmet, rêz û derfetên kû civak pêşkeşî wan dike, tevbigerin. Ji bona vê jî, divê hûnermend xwe ji modernîta kapîtalîst, oryantalîzm û postmodernîzmê rizgar bikin.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse