Gerîlayan bi lîstikên şanoyê Zîlan bi bîr anî

0
30
REKLAM    

Gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) li tevahiya Kurdistanê û cihên ku kurd lê dijîn bi çalakiyan hat bibîranîn. Zîlan, ji aliyê hêzên YJA-Star’ê ve bi şano û dirûşmaan hat bibîranîn

Lîstikên şanoyê yên ji bo bîranîna gerîlaya PKK’ê Zeynep Kina ci (Zîlan) hatin lîstin, rastî eleqeyek mezin hatin. Yek ji nîşaneyên jinan ên têkoşîna azadiyê ya kurd Zîlan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê hêzên YJA-Star’ê ve bi çalakiyan hat bibîranîn.
Gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci, li dijî êrîşa bombeyî ya di 6’ê gulana 1996’an a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şamê pêk hat, di heman salê de roja 30’ê hezîranê li dijî yekîneya merasîma leşkerî ya li navenda Dêrsimê çalakiyeke fedaî pêk anîbû.
Di çalakiya bîranînê de, lîstikên şanoyê yên ji aliyê gerîlayên YAJ-Star’ê ve hatin amadekirin û pêşandan, rastî eleqeyek mezin hatin.
Şano li ser berxwedana jinan a ji dîrokê heta roja me ya îro, tevî amadekariyeke demeke kin jî bi performanseke xurt a gerîlayan hat lîstin. Di lîstikê de nirxandina Ocalan a li ser înkarkirina jinan ji dengê wî yê qeydkirî hat guhdarîkirin û lîstik jî li ser vê nirxandinê hat amadekirin.
Di lîstikê de behsa serdestiya destpêkê ya mêr a li ser jin û xwezayê ya Şoreşa Neolîtîk afirandibû, tê kirin û piştre behsa mêtingeriya li dijî jinan û li hemberî vê jî berxwedana jinan hat vegotin.
Di çalakiyê de gerîlayan di kesayetiya şoreşgerên jin Zîlan (Zeynep Kinaci), Serhildan (Sema Yuce), Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) û herî dawî yek ji damezrînerên PKK’ê Sara (Sakîne Cansiz) de berxwedana jinan dewam dike hat vegotin û bîranîn bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. Lîstikeke din a li ser mijara zext û mêtingeriya li dijî jinan jî li ser mijara jinên kurd ên ji ber polîtîkayên qirkirinê yên pergala mêr li ber tunebûnê bûn û bi têkoşîna bi pêşengiya Ocalan re xwe gihandine nasnameyeke azad.
Lîstik ku bi eleqeyeke mezin hat temaşekirin, bi dirûşmên ji bo Ocalan bi dawî bû.
Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse