Di sînemaya Angelopoulos de hebûna rêwîtiyên kûr û bêdeng nayên niqaşkirin. Ev hebûn, di kesayetî û derûniya mirovan de xwe dide der, bi nirxên civakê ve dibe rêheval û rêwîtî dest pê dike.
Di vê rêwîtiyê de rexnegiriya wateya jiyanê, rexnegiriya sînorên derûniyê û ya amûrên fîzîkî yên jiyanî derdikeve pêş. Ev rêwîtî carinan di cihekê de û bi kesekî/ê ve, carinan di demekê de bi amûran ve, carinan jî bêdem û bêwar didome. Taybetiya vê rê û rêwîtiyê, li hemberî bûneweriyê rexnegirî û hişmendiya civakî ye. Her çiqas di dema xwe de neyê fêmkirin û were rexnekirin jî, di pêvajoyê de rastiya vê rêwîtiyê tê dîtin. Lê dê ev rêwîtî bê sînor bimeşe, heta ku watedariya jiyan û xwezayê were fêmkirin, heta ku rexnedayîn were kirin, heta ku qedrê rastiyê were dayîn…
Fîlma bi navê “Gava Leqleqê Ya Derengmayî “(1991) wek rêwîtiyeke ku ji aliyê derhênerê mezin Theo Angelopoulos ve hatiye destpêkirin. Fîlmên Angelopoulos wek tê zanîn jî, hevdu teqûz dikin. Her wiha ev fîlm jî, teqûzkirina fîlma bi navê “Dîmenên Bixumam(1988)” e. Di vir de penaberî, koçberî, bêwatetiya sînoran, encamên polîtîkayên qirêj û rexnegiriya jiyanê dîsa berfirehî dibe mijar.
Fîlm wek fîlmên din bi dîmeneke xumamî ye û ber bi behrê ve dest pê dike. Di fîlmê de wek dîmena serî de, gotinên vebêj çend caran derdikevin li hemberî me temaşevanan. Li gor gotinên vebêj, ji ber destûr nedayîna hikûmeta Yûnanî, gelek penaber û koçber xwe ji keştiyan diavêjin behrê û dixeniqin dure laşê wan li ser behrê dikevin. Vebêj, ji bo watedariya van çakakiyan wiha dibêje: “Yek çawa diçe? Çima diçe? Û bi ku ve diçe? Ev pirsan dê di pêvajoya fîlmê de dîsa derkevin hemberî me, lê tiştên di van pirsan de xwe veşartî, dibin xençereke bi jahr û li dilê mirovan dikevin. Bersivên van pirsan jî ew qas bi wate û bi êş in. Erê mirov çima, çawa û bi ku ve diçe? Ev ne pirsên hêsan in, ji ber ku bûnewerî dibe mijar. Bersivên wan di rêwîtiya mirovatiyê de veşartî ye, di wateya hebûna mirovan de veşartî ye, ger kesane û ger civatî divê rêwîtî bimeşe û ber bi bêdawîtiyê.
Di vê fîlmê de navên lîstikvanan tune ne, an jî tu kes bi navan nayên binavkirin. Bi sedan kes di fîlmê de rol digire lê navê tu kesî/ê tune ye. Dibe ku Angelopoulos ji ber rexnegiriya rêwîtiya rastiya jiyanê, binavkirin pêwist nedîtibe.
Rojnemavanek (ku pey sedema wendabûyîna sîyasetmedarekî digere) û bi fermandarek (fermandarê leşkerên ewlehiya sînor dikin) bi hev re li ser xeta sînor digerin. Fermandar li ser xeta sînor dike ku gavekê biavêje lê radiweste û wiha dibêje: “Ger ez gaveke din jî biavêjim, ez dê li ‘cihekê din’ bibim an jî ez dê bimirim.” Ev gotina fermandar, rastiya bêwatebûyîna sînoran di serî de derdixe pêş. Ev sînor tenê ji aliyê dewletan ve hatine diyarkirin û dibin cudahî û qetilkirina mirovahiyê, lê rêwîtiya azadiyê her tim wateya sînorên xêzkirî ji holê rakiriye. Di vê fîlmê de zêdetir tune hesibandina sînoran tê pêşkêşkirin û rexnekirin, lê bi bedêl.
Li ser xeta sînor gundek(wek wargeh) heye ku tê de, Tirk, Kurd, Leh, Romanî, Arnewidî, Îranî û hwd. wek penaber û koçber dijîn. Fermandar di derbarê wan de wiha dibêje: “hemû ji bo ku biçin cihekê din, hatine vir. Wateya vê mijarê ji bo penaberan pir mezin e.” Fermandar, mezinbûyîna wateya rêwîtiya penaberan fêm kiriye lê zêdetir nikare rave bike. Ji ber ku wan kesan mirin dane bar çavên xwe û ji bo azadiya xwe bênavber dimeşin.
Rojnamevan li nava wargeha penaberan digere, yekî penaber dişibîne sîyasetmedarê wendayî û dure wî dişopîne. Ew bi hevalên xwe yên kamerager li wargehê kêşanê dikin. Lê kêşandin ya Angelopoulos e, kamera wek helbest xwendinekê hêdî hêdî penaberan dikêşîne. Ev dîmen hem ji aliyê dîmengeriyê ve û hem jî ji aliyê mijarê ve hemû axaftin û şîroveyan dide cemidandin. Penaberan, vagonên trênan ji xwe re kirine mal û tê de dijîn. Kamera yek û yek dide nîşandan. Di vê dîmenê de nêrîn û sekna penaberan bi tenê serê xwe dibe sedema lêpirsîna jiyanê. Di dîmenê de gelek netew hene, lê kê kîjan netew e? Ji hev nayê derxistin, ji bilî Kurdan. Cil û bergên û sekna Kurdan xwe dide der, di demek şûn de mafê axaftinê yê penaberan e.
Di serî de kurd’ek dipeyîve: “Em ji ber çekên kîmyevî, em ji ber darên zorê, em ji welatê xwe derketin. Gava ku em ketin sînorê Yûnan û Tirkiyayê di navbera çemê Merîçî de, em pênc roj û pênc şev tî û birçî man.”
Yekî Arnewidî: ”Piştî derketina me ya sînor, îşkenceya rastî dest pê kir, min mirin li pişt xwe hîşt û ez bênavber ber bi azadiyê ve direvîm…”
Yekî Îranî jî wiha dibêje: “ Min bawer nedikir ku ez bêjim bila ronya heyvê bibire lê min ew şev xwest, min nexwest ronî ji min re îxanetê bike lewra ez dê werim dîtin.”
Di van her sê gotinan de Angelopoulos xwestiye ku fikr û ramanên penaberan bîne ziman, ji bilî yê Kurd, yê Îranî û Arnewidî hestên xwe yên kesane anîne ziman. Yê Kurd bi rêya mamosteyê mezin Angelopoulos, rewşa sedema koçberiya gelê Kurd aniye ziman. Di vê fîlmê de nêzikatiya Angelopoulos a li hemberî Kurdan, gelek derhênerên di derbarê Kurdan de fîlman çêdikin de hêjatir û rûmetir e. Di hin dîmenên din de em dê li ser vê mijarê rawestin.
Rojnamevan li ser sîyasetmedarê wendayî xebatan dimeşîne. Bi hevsera wî re dipeyîve, di derbarê wî de agahiyan digire. Piştî van dîmenan vebêj li ser wendabûyîna sîyasetmedar diaxive: “ Dure min ji bo çûyînê ji xwe pirsî, gelo hêncet bajar bû an ew bû? Mirov çima, çawa û bi ku ve diçe? Pirsa çûyînê dîsa derkete li hemberî me, lê hêncet ne herdu ne, hêncet jiyan bi xwe ye.
Rojnamevan diçe wargeha ku tê de Kurd dijîn, çend tiştan ji wan dipirse, lê bersiv tune ye. Di vir de em dengekê bi hêrs yê jineke Kurd dibihêzin: “Eva çi dixwaze? Hatiye vir çi? Ev gotina jina Kurd, gotineke navdar e, gelê Kurd di nav êş û jana xwe de bi tu kesî/ê re naxwaze rû birû bimîne. Dema ku yekî/ê xerîb tê, naxwazin bi wan re bikevin têkiliyê(ev rewş dema ku tiştekê xerab were serê wan, wisa tevdigerin). Ev wek xweparastin jî tê dîtin, ji ber ku ji aliyê kesên din ve her tim xirabî dîtine.
Di dîmena têkiliya keça koçber û bi rojnamevan re ku tê pêşkêşkirin de, sînorên di hişmendiya mirovan de tê niqaşkirin. Rêyên şkandina sînoran tê ravekirin lê sînor bi tu awayî nayên şkandin.
Di dîmena ku zarokekî re çîrokek tê vegotin de rewşa mirovahiyê tê niqaşkirin. Dawiya çîrokê ji zarok re nayê vegotin, her wekî din bi temaşevanan re jî nayê vegotin, divê dawiya çîrokê em temaşevan bînin. Gelo bi vî awayî mirovahî dê bi ku ve biçe, çareseriyên pirsgirêkên civakî dê çawa bibin?
Di dîmeneke din de giriyên jinên kurd tên guhên me. Rojnamevan ji fermandar dipirse, fermandar: “Ji bo azadiyê sînor derbasbûn, hatin vir, qet napeyîvin, dibe ku di navbera xiristiyan û misilmanan de be, dibe ku di navbera Kurd û Tirkan de bibe, an jî di navbera şoreşger û kêmfersende de bibe, tu kes nizane.” Di dîmenê de Kurd’ek bi hesinê vîncekê ve daliqandî ye, girî û hewariyên jinên Kurd diçin esmanan, hemû kes li derdora wan kom bûye, lê tenê jinên Kurd digirîn. Sedema vê bûyerê wek çend vebijêrkan ji aliyê fermandar ve tê ravekirin, lê wek tê zanîn ku di cihê ku Kurd û Tirk lê dijîn de her tim bûyerên wiha derdikevin holê. Angelopoulos rastiya nêzikatiya gelê Tirk ya li hemberî gelê Kurd di vir de raxistiye erdê.
Fermandar û rojnamevan di xwaringehekê de bi xebatkarekî re dikevin dîyalogê. Li milê xebatkar nîşaneyek heye, ji aliyê xebatkar ve wek nîşaneya parastina netewbûyînê tê dîtin, dayîkên wan di zarokatiya wan de li milên wan bi kêran nîşaneyan çêdikin. Di vir de encama koçberiyê derdikeve holê. Angelopoulos derûniya gelê Yûnanî baş daye nişandan, di dîrokê de ji ber koçberiyan gelek netew hatibûn Yûnanê, gelek Yûnanî ketin bin bandora netewên ku ji nû ve hatine welatê wan, gelek kesî jî xwe ji wan parastin, gelek kes li hember wan sekinîn û bertek nîşan dan. Ji xwe encama koçberiyê bi serê xwe pirsgirêkên civakî û derûniyî derdixe pêş.
Di dîmena ku sîyasetmedar axaftina xwe ya dawî dike de peyam û rexnegiriyeke derûniyî û civakî heye. Sîyasetmedar hemû kesî matmayî dihêle û vê gotinê dibêje: “Hin dem hene ku, ji ber bihîstina muzîka dengê baranê, bêdengî pêwist e. Min biborînin.” Û diçe. Di tevahiya fîlmê de sedema çûyîna sîyasetmedar bi awayekî rexneyî hatiye ravekirin. Di hin dîmenan de sîyasetmedar wek tê gotin bûye karker, kulîlkan difiroşe, an jî bi kurtasî mîna gel dijî. Li gor gotinên sîyasetmedar diyar e ku, mirovekî ku li pey rastiya hebûna xwe ketiye û ber bi bêdawîtiyê dimeşe. Sîyasetmedar jî wisa kir, dest ji jiyana bajêr a modernîst berda li pey rastiya xwe ket.
Di dîmena ku di navbera leşkeran de çend kesên girtî hene de, sekna gelê Kurd baştir hatiye pêşkêşkirin, ev kesan Kurd in, leşkerên wan bibin trênê. Hemû kes kom bûne li Kurdan dinêrin û guhdar dikin. Dengê Kurdan wiha derdikeve: “Em dê bi serkevin! Em dê bi serkevin! Em dê bi serkevin!” Dure zarokekî Kurd li pêşya trênê disekine û destê xwe bilind dike û wihadiqîre: “Em dê bi serkevin!” Wisa xuya dike ku Angelopoulos Kurdan baş nasdike, hem ji aliyê nîşandana êş û jana Kurdan ve, hem jî ji aliyê nîşandana mêrxasiya Kurdan ve nirxandineke baş derxistiye holê. Her wiha derhênerê Kurd Xelîl Dag jî di derbarê vê mijarê de wiha gotibû: “heta niha zêdetir êş û jana gelê Kurd hatiye nîşandan, em ê jî îro şûnde egîtbûyîna gelê Kurd jî bidin nişandan.”
Di dîmena ku li her du aliyên çem de tê pêşkêşkirin, hem ji aliyê dîmengeriya navdar ya Theo Angelopoulos ve û hem jî ji aliyê nexnegiriya bê watebûyîna sînoran ve dîmeneke hêja ye. Welatî bi dizî tên rexê çemê Merîçî, hevdu dibînin û dure ji hev diqetin. Di vê dîmenê de dîlanek heye, di xwezayiya dîlanan de mirov tên berhev, lê di vir de çem an jî sînor dibe asteng. Her çiqas sînor bi fîzîkî bibe asteng jî, ji aliyê gel ve tu wateya sînoran nîn e. Sînor tune dihesibînin, hevdîtin û dîlana xwe li gor rê û rêbazên xwe yên kevneşopî dikin. Heman dîmen di sala 2013 an de li navbera Rojava û Bakûr de hate jiyandin. Gelê Kurd bi sekna xwe ya dîrokî li hemberî sînoran rawestiya, Bakûr û Rojava bi dil û can bû yek, li hemberî hev sekinîn û bê watebûyîna sînoran aşkere kirin. Angelopoulos ev dîmena bidîta bawerim dê zêdetir kêfxweş bûya.
Di dîmena dawî de hemû tişt bi encam dibin. Mirov bi stûnên telefonan ve hildikêşin derdikevin tepa stûnan û li hewa dimînin. Dibe ku ji aliyê gelek kesan ve stûnên telefonan ev qas xweş nehatîbûn dîtin, lê ji bilî dîmengeriyê, ji ber lêkirina dîwarên sînoran, xêzkirina sînoran an jî di hişmendiya mirovan de hebûna sînoran, cihê ku mirov biçê wiha ye, ew cî jî esman in. Dawiya mirovahiyê dê wiha bibe.
Ji nû ve zindîkirin (1970)
Rojên 36’an (1972)
Kumpanya (1975)
Nêçîrvan (1977)
Rêwîtiya Kîtera’yê (1982)
Mêşvan (1986)
Dîmenên Bi Mij ( 1988)
Gavê Leglegê yê Dereng Mayî (1991)
Nêrîna Ulîs (1995)
Bêdawîtî û Rojek (1998)
Mêrga Digrî (2004)
Toza Demê (2009)