Rêzefilmê herî zêde tê temaşkirin û yê ku herî zêde rojeva cîhanê digire, “Game of Thrones” anku “Lîstika Textan” êdî bi keda Awirekê bi binnivîsa kurdî heye.
Vê hefteyê, beşa yekem ji demsala 1an weşand û rekora temaşekirina qorsan şkenand û bi hezaran kesan lê temaşe kir.
Wek tê zanîn ev rêzefilm tê wergerandin bo gelek zimanan û bi gelek zimanan tê temaşekirin lê mixabin heta niha tiştekî wiha di kurdî de pêk nehatibû lê piştî danasînên Daskan Dibbo (yê xwe wek wendekarekî zanîngehê, xwendevanekî kurdiyê û binnivîskar dide nasîn) Awirekê jî ev rêzfilm ji kurdan re wergerand kurdî û êdî bi mirov dikare bi kurdî jî lê temaşe bike.

Xebatkarên malpera binnivîsên kurdî ya Awirekê derbarê daxuyaniya rêzefilmî wiha diyar dike.
“Rêzefîlm piştî Heft Qraliyetên yekbûyî ya li parzemîna Westerosê ji havîneke dirêj derdikeve û zivistan nêz dibe dest pê dike. Qral Robert Baratheon ku hevalê berê û pir nêz ê Lord Eddard Stark e piştî mirina Jon Arryn ku Destê Qral ê berê û mamosteyê Eddard bû ji Lord Eddard Stark dixwaze ku bibe Destê Qral ê nû.
Piştî nameya kuştina Jon dikeve destê wî, ne bi dilxwazî be jî Eddard vê yekê dipejirîne. Piştî ku Qral Robert kesên digotin text para me ye jî dikuje zarokên Xanedana Targaryen ku ew ajotine Essosa parzemîna rojava, li rêyekê digerin da ku vegerin Westerosê û ‘Dizek’ ji text bixînin. Ji lewma Viserys Targeryan xwişka xwe Daenerys Targarye bi Khal Drogoyê ku artêşa wî 40.000 e re dizewicîne.
Armanca wî ew e ku artêşa Dothraki di dagirkirina Westerosê de bikar bîne. Daenerys jî tenê ji ber sûîskastên Qral Robert û ji ber entrîkayên birayê xwe li stargehekê digere. Herî dawî jî birayên sondxwarî yên Nobedarên Şevê li ber Sûra hezar salan a ku Heft Qraliyetan dorpêç dike parêzvaniyê dikin.”
Xebatkarên Awirekê derbarê sedema wergerandina rêzefilmî de jî wiha diyar dike: “Em fîlmên navdar ên cîhanê werdigerînin kurdî. Yak ji van fîlmên navdar ku ji aliyê milyonan tê temaşekirin Game of Thrones’ê em jî wek xebatkarên awirekê gelekî diecibînin. Hinekî dişibînin lîstik û qirejiyên şaristaniya yekdestî. Û sedemeke wergerandinê jî ew e ku, rêzefîlm gelekî navdar e û Kurd jî bi gelemperî lê temaşe dikin, lê mixabin ne bi zimanê xwe. Me jî xwest ku Kurd jî zimanê xwe temaşe bikin.”
“Hûn jÎ Awirek bavêjın fîlmên HD.”
Wekî ku tê zanîn malpera Awirek.com’ê serê sala 2017’an de dest bi weşana xwe kir. Em vê malperê ji nêz ve dişopînin. Ji ber ku buye mijara me em dixwazin bi çend xalan ji we re binirxînin.
- Li cem fîlmên metrajkin filmên metrajdirêj jî hene.
- Hin fîlmên ku dublaja wa ya kurdî nîne wek bibinnivîs hatine weşandin.
- Nûçeyên li ser sînemayê jî tên weşandin.
- Ji bo daxwazan beşek heye.
- Hûn jî dikarin binnivîsên xwe an fîlmên ku amadekirine bişînin.