Formula berxwedana li zindanan ‘Dema evîn dikeve dil’

0
24
REKLAM    

Dîlên azadiyê di 12’ê îlona 2012’an de ji bo birçîbûna xwe ya ji bo azadiyê ya bi sedan salan têr bikin çalakiya greva birçîbûnê ku 68 rojan dewam kir pêş xistin. Berxwedana dîlên azadiyê bi belgefîlma ‘Dema evîn dikeve dil’ di FîlmAmedê de tê pêşandan

Di 12’ê îlona 2012’an de destpêkê li 10 girtîhegên Tirkiye û Kurdistanê 63 dîlên azadiyê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, astengên li pêş di qada cemaweriyê de bikaranîna zimanê kurdî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêveger kirin.
Ev çalakî di nav demê de belavî hemû girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê ango belavî 72 girtîgehan bû. 10 hezar dîlên azadiyê li dora van daxwazan û ji bo pratîzekirina van daxwazan bedena xwe kêlî bi kêlî helandin.

Helbet destpêkê bi çalakiyên cur bi cur ev daxwaz hem li derve ji aliyê gelê kurd ve û hem jî li girtîgehan ji aliyê dîlên azadiyê ve hatibûn ziman.

Di girtîgehan de ji bo pratîzebûna van daxwazan dîlên azadiyê destpêkê bi grevên birçîbûnê yên 3 rojan, piştre yên 20 rojan ên dorveger pêş xistibûn. Lê belê ji ber ku desthilatdar ev çalakî li ber çavan negirtin dîlên azadiyê jî ji bo ku raya giştî li dor van daxwazan bibe yek bi biryareke radîkal çirûska berxwedanêpêxistin.

BERXWEDANA ZINDANAN

Ew çirûsk heta dawiya çalakiyê ku bi daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 68’an de bi dawî bû gur û geş bû. Raya giştî ya kurd êdî hat asta teqînê.
Ev çalakiya ku di dîroka Kurdistanê de wekî 3’yemîn Berxwedana Zindanan hat qeydkirin bi helwdana Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Zal Produksiyonê ve wekî belgefîlmeke bi sernavê ‘Dema evîn dikeve dil’ hat amadekirin.

Dokumantera ku ji roja destpêkê heta roja dawî ya vê çalakiya bêhempa ku di cîhanê de yekemîn car e ew çend dîl bi hev re dikevin çalakiyeke bi vî rengî, hem xebateke esasî ya arşîvî ye hem jî di warê estetîk, etîk û epîstemolojiyê de jî xuya ye ku ew ê di jêrhişa civaka kurd û demokratîk de cihê xwe bigire.

TÊGÎNA AZADIYÊ

Derhêneriya belgefîlma ‘Dema evîn dikeve dil’ Rojhilat Aksoy û Haşîm Aydemîr kirine. Derhêner diyar kirin ku wan ji bo amadekirina vê belgefîlmê di demeke kurt de gelek xebatên lêkolînî, arşîv û hevdîtinan kirine. Derhêner Haşîm Aydemîr diyar kir ku wan di belgefîlma xwe de destpêkê cih dane 1’emîn Berxwedana Zindanan a ku di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de ji aliyê pêşengên PKK’ê di Zindana Amedê de hatiye pêşxistin û dûre derbasî çalakiya 3’yemîn Berxwedana Zindanan a ku di 12’ê Îlona 2012’an de hatiye destpêkirin bûne.

Aydemîr destnîşan kir ku wan ev rûqalîbûnê ne ji bo ku mîzanseneke çêbikin pêk anîne û wiha axivî: “Di dema lêkolîn û hevdîtinan de me dît ku di esasê xwe de ev her du çalakî jî wekî karakter dişibin hev û di bingeha çalakiyan de wekî têgîn ‘azadî’ heye. Ji bo ev belgefîlm wekî dokumantereke ji bo pêşerojê re bimîne me hewl da ku ji gelek derdoran, ji dîlên azadiyê yên ketibûn greva birçîbûnê, arşîva rojname, televîzyon û hwd me sûd wergirtin. Helbet ji bo belgefîlmê gelek teknîk hatin pêşxistin. Me hem bi kesayetên ku şahidî li berxwedanên zindanê kirine re hevîdtin kirin hem jî ji dîmenên çalakiyên gel ên ji bo piştgiriyê sûd wergirtin hem ji nameyên dîlên azadiyê yên ku di wan de armanca çalakiya xwe bi raya giştî re parve dikirin, sûd wergirtin.”

PÊŞANDANA YEKEMÎN

Aydemîr anî ziman ku wan hewldane bi awayekî zelal û bi her aliyên wê ve vê çalakiyê û armanca wê bi bikaranîna rê û rêbazên hunerê vebêjin. Aydemîr diyar kir ku ev xebat ji bo vegotina vê çalakiya ku di esasê xwe de biryardariya wan kir ku rayedarên dewletê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikevin nav diyalogê û ev pêvajoya ‘Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad’ dest pê bike, ne tenê karê belgefîlmekê ye û lazim e der barê vê çalakiyê de gelek xebatên cihêreng jî werin kirin. Aydemîr balê kişand ser ku belgefîlm ew ê 18’ê mehê di merasîma vekirinê ya 3’yemîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê li Navenda Çanda çand û Ciwanan a Cegerxwînê were pêşandan û xwest ku gelê Amedê ji bo careke din li wan demên dîrokî ku zarokên wan pêş xistin şahidî bikin bila li belgefîlma ‘Dema evîn dikeve dil’ temaşe bikin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse