Fîlmên Yilmaz Guney li ber pozê çiya bi dawî dibin

0
15
REKLAM    

Yilmaz di dema xwe de ji bo dîtina pirsgirêkên civakî çav çêkirin. Lê dilê wî ji bo şervaniya azadiyê lêdida. Siwarbûna wî ya li hespê û tivinga wî dengê nigên şervantiyê bûn. Dema dibêje; ‘wê azadî teqez bi ser keve’ li Erûha…

“Wê azadî teqez bI ser bIkeve”

YIlmaz GUNEY

Mijara Yilmaz GUNEY mijareke girîng e. Şêwaza Yilmaz GUNEY ji bo hinek pirsgirêkên sînemayê pêwîst e bê rojanekirin. Li gor me şewaza Yilmaz GUNEY bi dawî nebûye û berdewam e. Pêwîst e li ser ekola wî bê sekinandin. Sînemaya Yilmaz GUNEY li ber rêya çiya bi dawî dibe. Fîlmên wî yên herî dawî awirên mirov dide ser asoyên çiya. Dema mirov fîlmên Yilmaz baş temaşe dike mirov li pey pirsgikên demî dimeşe û li çareyan digere. Em dixwazin bi çavê civakê temaşe bikin. Weke rejîsoran em nanirxînin.  Ger em weke bi danedariya hunera ku demekê dihat binavkirin em nêz bibin em nagihîjin tu encaman. Hunera Yilmaz weke pisgirêka kurd e. Lewra vî tiştî nîşan dide û ji bo vê yekê balkêş e. Dîsa weke xeleka sînemaya Yeşîlçamê bilêvkirin jî xeter e. Di demarê hunera Yilmaz de kurdewarî heye. Pirsgirêkên ku ser hatine nixumandin paç ji ser radike û eşkere dike. Di bin vî paçî de tişta ku hêvî jê nemaye û mirî tê zanîn derdikeve holê. Bêguman di Başûrê Dilê Min de ev rastî aşkere ye. Di fîlmên Yilmaz ên din de jî ev tişt xwe dide rû. Cil û libas cewherê Yilmaz naguherînin. Ew çi cil û libasan li xwe bike jî ew dîsa jî Yilmazê kurd e.

Di Yeşîlçamê de, di rastiya hunera Yilmaz de mirov du xetan dibîne. Ev her du xet bi awayekî eşkere di nav pevçûnekê de ne. Xeta civakîbûn û modernîteya kapîtalîst, di esasê xwe de rastiya Tirkiyeya wê demê ye. Heta wê demê, civakîbûn dikare li ser nigên xwe bisekine û Yilmaz sewta wê rastiyê ye. Fîlmên ku Yilmaz û Cuneyt Arkin bi hev re tê de dileyîzin vî tiştî tîne ser ziman. Her yek ji wan sembola rastiyekê ne. Bi vî tiştî birêketin hinek nirxandinên berê dihatin kirin rast dernaxe.

Bizava rasteqîn a sînemayê ku li îtalyayê ji aliyê Fellînî ve pêş ket bi temamî weke xeta civakî bilêvkirin şaş e. Danederî rêbazeke pir kevn e û di cewherê xwe de ji bo hunera fîzîkî tê bikaranîn. Danederî û bizava rasteqîn a hunerê tê heman wateyê. Ev rêbaz weke dahêneke nû pêhasandin şaş e. Bi rastî jî fîlmên Yilmaz dişibin rastiya kurd û Kurdistanê. Di milekî de rastî û di milên din de jî mîstîsîzmeke kûr heye.

Di huner û bi teybet di sînemayê de jî guhertina hinek taybetiyên civakî, çandî gelek zor e. Ev taybetî xwe di însên de bi cî kirine. Meş, cil lixwekirin, xwarin xwarin, li hespê siwarbûn û mîmîkên mirovan, dîlgirtiyê çandê ne. Em Yilmaz GUNEY wiha nas dikin. Lewra tiştên ku Yilmaz balkeş dikin jî ev tişt in. Yilmaz GUNEY wek xwe tevlî hunera sînamayê dibe. Hem weke kes hem jî weke civaka ji nav tê, derdikeve hemberî qemerayê.

Yilmaz bi aloz jiyan dike. Nîvşoreşgeriya ku li keseyatiya wî hatiye pêçandin wî dixe nav aloziyan. Metaforîzm û senaryoyên Yeşîlçamê di şexsiyeta Yilmaz de dibe weke mijareke rastîn. Zewaca bi keça fabrîqator Fatoş re tê kirin dibe weke rodiya navikê ya bi Yeşîlçamê re. Keça fabrîqator û lawikê Rojhilatî esasa senaryoyên Yeşîlçamê bûn. Nakokiyên gund û bajarî di van salan de bi vî şêwazî tên destgirtin. Rastî dahûrandin û derbaskirina vî tiştî ya hunerê me gotibû di Yilmaz GUNEY de dizîvire rastiyê. Yilmaz GUNEY bi fîlmên Kurdîstanî dibe Yilmaz GUNEY. Sînor û Koçero vê rastiyê tîne ser ziman.

Lê tişta ku li ser bê sekinandin bêguman hew ne ev tişt in. Jiyan û sînemayê xistina nav hevdu di Yilmaz GUNEY de pir balkêş e. Ev mijar îroj jî rojane ye. Derfetên Yilmaz di hêla aborî de pir ne li pêş in lê Yilmaz bi qalîteyeke baş fîlman diafîrîne. Ezberên leyîstokvanan li cem Yilmaz GUNEY tên xerakirin. Tecrubeyên leyîstinê di leyîstina fîlmên Yilmaz GUNEY de ji nû ve tên afirandin. Pevçûn û lêdan jest û mîmîk û her wiha hestên van tiştan di rastiya jiyanê de tên çêkirin. Lewra fîlm destpêkê tê jiyankirin dû re jî tê leyîstin. Di dema Yilmaz de li gel ku înkara kurd zîndî ye jî dema mirov li fîlmên wî temaşe dike tu sansûr nikare rastiyan veşêre. Yilmaz demarên civaka kurd di kûrayî de zevt kiriye û orjînal derdixe holê. Çepgiriyeke klasîk jiyan nake û ev tişt di fîlmên wî de nayên dîtin. Fîlmên wî yên ku di vê hêlê de hatine kişandin berê mirovan dide gundan û jiyana paqij li vir dide nîşankirin. Arkadaş, (heval) rizandina mirovên modernîzma kapîtalîst bi mirovên gund re tîne ber hevdu. Ev rastî ji bo wan salan pir balkêş e.

Yilmaz dizane çi dike. Ji bo wî pirsgirêkên ku bibin mijara fîlman gelek in. Ji bo roja me ya îro jî em dikarin tecrûbeyên girîng derxin. Li Kurdistanê zemîneke dewlemend ji bo sînemayê hatiye afirandin. Lê hişê gelek rejîsor û senarîstan nezelal e. Mînaka paşe û qereçî tê jiyankirin. Ji hunerê mîna kesê dara li ser sekîniye jê dike tê famkirin. Madiyat gelek li pêş e. Teknîk û heyraniya Rojava pir misoger tê dîtin. Bêguman Yilmaz jiyan nake lê pêwistî bi zîndîkirina wî pir heye.

Yilmaz di dema xwe de ji bo dîtina pirsgirêkên civakî çav çêkirin. Lê dilê wî ji bo şervaniya azadiyê lêdida. Siwarbûna wî ya li hespê û tivinga wî, dengê nigên şervantiyê bûn. Li Fransayê peyvên wî yên dawî ji hunermendî bêtir weke peyvên şervanekî azadiyê ne. Dema dibêje; ‘wê azadî teqez bi ser bikeve’ li Erûha Sêrtê deng ji kleşan tê. Ew sax bûya cihê wî misoger wê çiyayên Zagrosan bûya. Tekoşîna gerîlayên kurd berdevamkirina senaryoya fîlmê Yilmaz GUNEY e. Di nav pergala komara tirk de çewa ku PKK derket, di heman demê de sînemaya Yilmaz jî rêbaza vî tiştî ya cuda ye.

Nexwendina Yilmaz GUNEY kêmasiyek e.  Li gor me Yilmaz GUNEY ji bo bizava sînemaya  kurd ekoleke zelal e. Yilmaz weke xelekeke Yeşîlçamê dîtin pir şaş e. Lewra fîlmên ku Yilmaz rejîsortiya wan kiriye cuda ne, ên ku tê de leyîstiye pir cuda ne. Fîlmên Yilmaz nivîsandine bi temamî Kurdîstanî ne. Yilmaz dixwest çi bike û ekola wî çi bû pêwîst e bê nîqaşkirin. Rastiya wî pêwîst e bê teslîmkirin. Di bizavên sînemayê de fîlmên despêkê pir girîng in. Sînemaya kurd di milekî xwe de xwedî bingeheke xurt e. Çewa huner û wêje dema dibe Kurdistanî bal tê ser, sînema jî bi vî rengî ye. Xeta Yilmaz GUNEY ji bo pêşeroja sînemaya kurd gelek tiştan dibêje. Li gor me bîranîna Yilmaz bi vî rengî hîn rast e. Ji dêvla Yilmaz li ku çêbû, çi fîlm kişandin û çi hat serî bêtir, bî vî rengî destgirtin hîn baştir e.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse