Akbank Sanat, Enstîtuya Cervantes a Spanyolî û AECID (Ministerio de Asuntos Exteriores y de Cooperacion) bi hev re fîlmên serdema nû ya sînemaya Katalanan radigihînin temaşevanan.
Di çarçoveya bernameya sînemaya Katalan de roja 10’ê tîrmehê û 13’yê tîrmehê fîlmê bi navê “Lo Major De Mi” (Ez baş im) tê nîşandayîn. Fîlmê ku derhêneriya wî Roser Aguilar kiriye, li ser hezkiriya û zehmetiya vê yekê hatiye sazkirin. Di fîlm de Marian Alvarez, Juan Sanz û Lluis Homar dilîzi.
Di nav bernameyê de gelek fîlmên balkêş hene ku yek ji wan jî “Pa Negro” (Derhêner: Agusti Villaronga) ye ku di 25’emîn Xelatên Goya de xelata Fîlmê Herî Serketî, Derhênerê Herî Serketî jî di nav de 9 xelat girtibû (Xelatên Goya li Spanyayê xelatên herî bi prestîj in). Fîlm bê pere têne nîşandayîn.
1Ez baş im (Lo Mejor De Mi)
10 Tîrmeh 2013, Çarşem, Saet: 14.00
13 Tîrmeh 2013, Şemî, Saet: 16.00
Derhêner: Roser Aguilar
Lîstikvan: Marian Alvarez, Juan Sanz, Lluis Homar
78 dq, 2007
2Nanê Reş (Pan Negro)
17 Tîrmeh 2013, Çarşem, Saet: 14.00
20 Tîrmeh 2013, Şemî, Saet: 16.00
Derhêner: Agusti Virallonga
Lîstikvan: Francesc Colomer, Marina Comas, Nora Navas
108 dq, 2010
3Mêşparêz (La Mosquitera)
24 Tîrmeh 2013, Çarşem, Saet: 14.00
27 Tîrmeh 2013, Şemî, Saet: 16.00
Derhêner: Agusti Vila
Lîstikvan: Geraldine Chaplin, Martina Garcia, Emma Suarez
108 dq, 2010