REKLAM    

Endamê Sîne Çiya ya TEV-ÇAND’ê Emîn Engîzek, qala rewşa dawî ya sînema çiyê kir. Engîzek ji lîstika destpêkê ya şano ya li nava refên tevgera azadiyê heta fîlmê Bêrîtan ji ANF’ê re qala karê xwe kir.

‘MIN NEDIXWEST BIBIM KARMENDÊ DEWLETÊ, DIXWEST BIBIM HUNERMENDÊ NÇM’Ê

Li ser meraqa xwe ya sînemayê Engîzek got, “Di dema zarokatiyê de bi bandora sînemeya Tirk me li taxê lîstik amade dikir û rol li hev belav dikir. Lîstikvanên lîstikên me jî bi giranî Kadîr Înanir, Tarik Akan û yên mîna wan wê wextê navdar bûn. Lê belê rola herî girîng her tim a Yilmaz Guney bû. Me ew rol nedida her kesî. Dema ku hevalekî ew rol digirt, mîna ku xelatek stendibe. Hîn wê wextê min dixwest bibim lîstikvanek.”

Emîn Engîzek anî ziman, piştî ku dibistana xwe qedand li Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Cizîrê bû karmend û got, “Wê wextê min bihîst ku Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) vebûye. Tevî ku karmend bûm, min biryar da ku biçim NÇM’ê û karê hunerê bikim. Ji xwe kêfa min ji karmendiyê re nedihat.”

Engîzek diyar kir, sala 1993’an ew tevlî nava refên gerîla bû û wiha dewam kir: “6 salan li Botanê min gerîlatî kir û piştre sala 1999’an li ser banga Rêber Apo me xwe ji Bakur vekişand Başûr. Dema li Başûr bûn, Tevgera Azadiyê li qada çandê gavên girîng diavêt. Yek ji van jî avakirina Komîteya Çandê ya PKK’ê bû. Sala 2000’î Komîtya Çandê ava bû û min jî cihê xwe di nav de girt. Bi vî rengî, bi saya çiyê ez tevlî karê hunerê bûm ku xewn û xeyala min a dema zarokatiyê bû.”

Engîzek anî ziman ku di nava Komîteya Çandê de karê wan ê destpêkê şano bû û got, “Vî karî 5 salan dewam kir. Ji sala 2000’î heta 2004’an. Di vê çarçoveyê de me li çiyê lîstikên şano pêşkêş kir, em derketin tûrneyan. Hema bêjin em li hemû qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyan û me hunera xwe pêşkêş kirin. Lîstika me ya destpêkê ya şano bi navê ‘Zilamê Tazî’ bû. Şaş neyê bîra min, berhema nivîskarekî Lubnanî bû û me bi Kurdî ew amade kirin. Vê lîstikê qala berxwedana gelê Fîlîstînê dikir.”

Di dewama axaftina xwe de Engîzek hevrêyên xwe Hêvî û Yekta bi bîr anî û got, “Her du hevalan di vî karî de gelekî hewl dan. Ew pêşengê vî karî bûn… Heta ku şehîd bûn karekî hêja kirin û mîrateyek mezin ji şopdarên xwe re hiştin.”

XELÎL DAG

Engîzek qala Xelîl Dag jî kir û got, “Dema ku li aliyê Mûsilê min kar dikir, min navê hevalê Xelîl Dag bihîstibû. Min dixwest biçim û wî nas bikin. Wî jî xwestibû min nas bike. Hevalê Xelîl wê wextê li nava HPG’ê bû. Lê karê sînemayê jî dikir. Xeyalên wî mezin bû. Sala 2001’ê min ew nas kir. Demeke dirêj me sohbet kir. Dixwest biçe her devera ku şûna pêlava gerîla lê ye, her devera têkoşînê, li ser wan binivîsîne, wêneyên wan bikişîne û fîlm li ser amade bike. Ji xwe beriya şehîd bikeve, ketibû ser rêya Botanê û dixwest ji Botanê heta Agiriyê fîlmê gerîla bikişîne. Lê sala 2008’an şehîd bû. Me bi hevalê Xelîl re hin fîlm kişand. Fîlmê destpêkê ‘Tîrêj’ bû ku sala 2002’an hate kişandin. Hevalê Xelîl dixwest bi rêya vî fîlmî şervanên azadiyê yên gelê Kurd ên bi felsefeya Rêber Apo xwe xemilandine, bi cîhanê bide naskirin. Baş zanîbû bê çi karî dike. Wekî din dizanîbû ku sînema amûreke xurt a propagandayê ye. Bi dîtina min, ew di vî warî de serketî bû. Fîlmên wî bi bandor bûn. Gelek fîlm kişand: Eynika Bejnê, Dema Jin Hez Bike û Bêrîtan.”

‘FÎLMÊ BÊRÎTAN LI HER MALA HER KURDÎ YE’

Emîn Engîzek qala fîlmê Bêrîtan kir: “Di nava fîlman de ya ku herî zêde bal kişand fîlmê Bêrîtan bû. Me bi vî fîlmî re gaveke mezin avêt. Mebesta min ne tenê heval e, me karîbû bandorê li gel bikin. CD ên fîlm li nava gel geriyan. Tevî ku li Bakur qedexe bû, bi rengekî veşartî hema bêjin gihîşt her maleke Kurdan. Li Başûr gelekî hat ecibandin. Ji ber ku hevala Bêrîtan di şerê 92’an ê Başûr de şehîd bû, gel gelekî dilsozê hevala Bêrîtan bû. Ev yek bû sedem ku fîlm bê temaşekirin. Tevî ku fîlm sala 2006’an hate nîşandan, hîn jî lê tê temaşekirin û mîna destpêkê eleqeyê dibîne. Mesela, ez niha biçim ku derê ji min re dibêjin ‘Huseyîn’. Bêguman vî fîlmî di mejiyê mirovan de cihekî girîng girt.”

‘RÊBERTÎ ÇAND Û HUNERÊ GELEKÎ GIRÎNG DIBÎNE’

Endamê Sîne Çiya Emîn Engîzek işaret bi şerê giran û bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dema dawî jî kir û got, “Bêguman em di nava şerekî giran de ne, lê hîn jî fîlmên xwe dikişînin… PKK partiyeke ku li ber koledariyê rabûye. Sîne Çiya jî eynika vê raperînê ye. Em ji karê xwe kêfxweş in, lê em şoreşger in, nabe ku em qîma xwe bi karê heyî bînin. Beriya her tiştî Rêberekî me heye ku karê çand û hunerê gelekî girîng dibîne û li bendê ye ku gavên mezintir di vê mijarê de bên avêtin.”

FÎLMÊN NÛ

Engîzek qala projeyên xwe yên nû jî kir û got, “Şehadeta bê wext a hevalê Xelîl, kir ku karê sînemayê hinekî qels bibe. Hevalên ku ji aliyê hevalê Xelîl ve hatine perwerdekirin hene, lê hevalê Xelîl cuda bû. Ew hostayê karê xwe bû. Piştî şehadeta wî, me hewl da bi rêya yekîneyekê şûna wî dagirin. Tevî ku me çend fîlm çêkirin, negihişt asta fîlmê Bêrîtan. Bêguman ev yek li me bû tecrûbeyek. Mesela niha li ber destê me projeyên nû nene. Em çend projeyan bi hev re dimeşînin.

Niha karê fîlmê ‘Sûr’ê qediya. Weke ku tê zanîn li navçeya Sûr a Amedê sala 2015’an berxwedaneke mezin hebû. Me fîlmê vê berxwedanê kişand. Bû projeyeke gelekî baş. Dîmenên wê hatin kişandin û niha montaja wê dewam dike. Di demeke nêz de wê were weşandin. Wekî din projeya bi navê ‘Dema Dirîreşkan’ heye. Kişandina dîmenên wê jî hindik maye biqede. Me fîlmekî kurt jî amade kir. Fîlmê bi navê ‘Berfîn’. Li ber destê me projeyeke nû heye, lê hîn zû ye ku der barê wê de agahî bê dayin. Weke min got, fîlmên din wê di demeke nêz de bên weşandin û her kes wê bibîne.”

‘BALAFIRÊN ŞER NE XEMA NE YE, EM FÎLMÊN XWE DIKIŞÎNIN’

Di dawiya axaftina xwe de Engîzek got, “Dijmin propagandayeke mezin a reşkirinê dike. Lê belê me careke din ispat kir ku derewan dike û di bin keşfa bi dehan balafiran de em fîlmên xwe dikişînin. Di demeke nêz de wê her kes fîlm bibîne. Di nava şer de em karê xwe dikin. Tiştek li pêşiya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, li pêşiya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê nikare bibe asteng.”

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse