Fîlmên Kurdî di festîvala Nashville de beşdar dibin

0
12
REKLAM    

Di Festîvala Nashville ya Fîlman ya sala 2013’ê de neh fîlmên Kurdî beşdar dibin.

Govend Akreyî, rêkxera fîlmên Kurdî di Festîvala Nashville de, dibêje ku fîlmên “sê parçên Kurdistanê beşdar in û ji layê festîvala Dihokê ve hatîne şandin.”

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Akreyî got ku beşdarîya fîlmên Kurdî gelek girîng e jibo nasandina çand, huner û kultura Kurdî li Amerîkayê.

Festîvala Nashville ya Fîlman her sal li wîlayeta Tennessee dihête lidarxisitn û festîvala vê salê li roja 18’ê Nîsanê destpê dike.

Di wê festîvalê de, ku heşt rojan berdewam dibe, 200 fîlm tên nîşandan.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse