Fîlmên hefteyê; Hêviyên Mezin, Stocker, Side Effects û Dead Man Down

0
37

Vê hefte di sînemayan de ew fîlmên nû di vîzyonê de ne…

4Hêviyên Mezin 

Fîlma ku ji berhema nivîskarê Îngîlîz Charles Dickens a bi heman navî hatiye veguheztin de lîstikvanên Helena Boham Carter, Ralph Fiennes, Robbie Coltrane û Jeremy Irvine dileyzin û behsa Pîp a ku bi avayekî sêwî meizn bûye û rojekî bi saya alîkariya ku ji kî hatiye nayê zanîn dibe kesek “girîng” tê kirin.

3Stocker

Fîlma “Stocker” ku ji aliyê Chan-Wook Park ve hatiye birêvebirin bi kadroya xwe ya xûrt ji navên wek Nicole Kidman, Lucas Till, Mia Wasikowska, Matthew Goode ûDermot Mulroneypêk tê balê dikşîne.

Senaroyoya fîlma ku produksiyona hevbeş a DYA-Îngîlstanê ye ji aliyê  Wentworth Miller hatiye nivîsandin.

Di fîlmê de behsa India ku piştî mirina bavê xwe li gel diya xwe dimîne û  bi apê xwe re ku cara pêşî dibîne pêywendiya wan a ji tirs û hêrsê derdikeve holê dike.

2Side Effects

Di fîlma ku ji aliyê Steven Soderbergh hatiye birêvebirin de lîstikvanên wek Channing Tatum, Jude Law, Catherine Zeta-Jones û Rooney Mara di rolên sereke de cîh digirin.

1Dead Man Down

Fîlma mij aksîyonî a derhêner Niels Arden Oplev’ê navên wek Colin Farrell, Terrence Howard, Noomi Rapace, Dominic Cooper ve Isabelle Huppert di rolên sereke de cîh digrin.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse