Fîlmekî kurdî diçe Cannesê

0
11
REKLAM    

Fîlmê dawî yê derhêner Huner Selîm yê bi navê “My Sweet Pepperland (Welatê min yê ji îsota şêrîn) di çarçoveya 66’emîn mîn Festîvala Cannnesê dê di beşa “Un Certain Regard” (Nêrîneke Diyarkirî) de bê nîşandayîn.

Huner Selîm di sala 2005’an de bi fîlmê xwe “Kîlometre Zîro” beşdarî Festîvala Cannesê bûbû û niha jî ew bi fîlmê xwe yê nû beşdarî festîvalê dibe.

Beşa “Un Certain Regard” ya festîvalê ku dê fîlmê Selîm jî têde bê nîşandayîn, bi taybetî fîlmên ku bi nêrîneke cuda hatine kişandin û xwedî zimanekî nû ne nîşan dide. Fîlmê “Welatê min yê îsota şêrîn” li başûrê Kurdistanê hatiye kişandin û 9’emîn fîlmê metrajdirêj yê Selîm e.

Di vî filmê Selîm de lîstikvana îranî ya navdar Golşifteh Farahanî û lîstikvanê kurd Korkmaz Arslan ku bi eslê xwe ji Dêrsimê ye rolên sereke dilîzin.

Nav: “My Sweet Pepperland (Welatê min yê ji îsota şêrîn)
Derhêner : Huner Selîm
Produksiyon : Fransa, Almanya, Kurdistan
Dirêjahî: 100 Deqîqe
Ziman: Kurdî (Zazakî, Kurmancî, Soranî)
Sala kişandinê: 2012
Lîstikvan : Golshifteh Farahani, Korkmaz Arslan, Suat Usta, Feyyaz Duman

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse