Fîlmeke anîmasyonî ya derbarê Pêşmerge de tê amadekirin

0
15
REKLAM    

Yekem fîlma anîmasyonî ya dirêj a bi navê ‘Têkçûna efsaneyê’ ku çîroka şerê Pêşmerge yê li dijî DAIŞê vedibêje, di demeke nêzîk de dê bikeve vîzyonê.

Ev fîlma ku senaryoya wî ji alî Piştîwan Ebdullah ve hatiye nivîsîn, ji alî hin kompanyayên sînemayê ve jî hatine piştgirîkirin.

Senarîstê fîlma ‘Têkçûna Efsaneyê’, Piştîwan Ebdullah derbarê fîlmê de ji Rûdawê re ragihand ku ev fîlma anîmasyonî ku mijara wê şerê Pêşmerge yê li dijî DAIŞê ye, bi teknîka sînemayê ya nûjen hatiye amadekirin.

Ebdullah got: “Fîlm çîroka lehengiya Pêşmerge ya li dijî DAIŞ vedibêje. DAIŞ, piştî Mûsilê dagir dike, berê êrîşên xwe dide Hewlêrê. DAIŞ, dixwaze Kelheya Hewlêrê bi dest bixe û Ala Kurdistanê ji ser kelheyê bîne xwarê. Pêşmerge jî li dijî vê êrîşa kambax, li ber xwe dide û DAIŞa rêxistina terorî ya ku li Sûriye û Iraqê dibe weke efsane, têk dibe.”

Piştîwan Ebdullah, da zanin ku ew bi tîmeke pispor re xebitîne, çend ji kompanyayên girîng ên sînemayê piştgirî dane fîlm û beşên destpêkê yên fîlmê bi serkeftî temam bûne.

Ebdullah destnîşan kir ku ev fîlm, yekemîn fîlma anîmasyonî ya dirêj e û piştî 9 mehan dê temam bibe û li Herêma Kurdistan û Iraqê bikeve vîzyonê.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse