Fîlmê Kurdî “Pêş Berf Barîn” li Norwecê ye

0
31
REKLAM    

Filmê Kurdî yê bi navê “ Pêş Befir Barîn“ ji derhêneriya sînemakarê Kurd Hîşam Zeman, li despêka xula 23. ya festivala navdewletiya “ Tromso“ ya Filêmên Sînema li welatê Norwêj tê pêşandan.

Filma sînemayîya “ Pêş Befir Barîn“ ji derhêneriya sînemakarê Kurd Hîşam Zeman û bi amadebûna wî li cihê niştecîbûna xwe li Norwêj, herweha û sînemakarê hukûmeta Herêma
Kurdistanê Ebaz Xezalê, sibe êvara sêşemê, li dêrendazeke vekirina bîst û sêyemîn 23. xula festivala navdewletiya “Tiromso“ li Nerwêj diçe ser perdeya sînema.
 Festîval ji 15 heta 20 vê heyvê tê sazdan.
Filma “ Pêş Befir Barîn“ bar ji berhemhênana havbeşa kompaniya Paradokis ya Nerwêj û kompaniya Mîtos Fîlim ya Almanî bi berpirsyaretiya Memed Ektaş û herweha hukûmeta
Herêma Kurdistanê kû bi nûnertiya Ebas Xezalê yê welatê Almaniya, Nerwêj Tûrkiye û Herêma Kurdistanê ve hatiye berhemanîn û ji aliyê Maryo Matîyov Gulbirandsen ve hatiye wênegirtin.
Kadroya amadekirina vî Filmî ji aliyê Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û herweha sitavê Nerwêjî û Ewrûpê ve hatiye berhemanîn.Bûyerên vî filmî bi zimanên Kurdî, Îngilîzî, Almanî, Yonanî û Turkî li bajarê Oslo li Nerwêj, li bajarê Istanbol li Turkiye, li bajarê Berlîn li Almaniya û li Herêma Kurdistanê pêktên.
Hîşam Zeman li bajarê Kerkûk ji dayîkbûye, ji Kurdistanê diçe derve. Peymangeha Filmê Nerwêj li bajarê Lîllehamer diqedîne.
Serkeftina wî ya mezin li sala 2005 bû dema bi Kurte Filma xwe ya bi navê “Bawke“ li festivala Girîmstad beşdar bûy û têde pênc xelatên wê festîvalê bi dest anîn, ji dervey xelata Kursê Altûn. Wekî din “Bawke“ hate kandîd kirin weke baştirîn filmê Ewrûpî û xelata “Amanda“ bo baştirîn kurte filmê Nerwêj li heman salê de bi dest anî. Ji wê demê ve hata weke niha
Hîşam Zeman bihtrî 40 xelatên ji navxwe û ji dervey Nerwêj bi dest anîne.
Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse