Filmê “42“ yê Herî Pir Xwedî Dahat li Amerîka Bakûr

0
12
REKLAM    

Hewlêr – (PNA) – Filmê sînemayî “42“ weke filmê herî zêde dahat bi dest anî di vê heftiyê de, li Amerîka Bakûr hate diyar kirin.

Ajansa Reuters a Birîtanî belav kiriye, ev filmê sînemayî “42“ piştî nîşandana wê bi Sê rojan, karî bihayê 27.3 milyon dolarên Amerîkî weke dahat bidest xwe bîne, weha kete pileya yekemîn ya lîsteya filmên herî pir dahat li Amerîka Bakûr.

Ev filîm behsa jiyana pehlewanekî Amerîkî dikek û navî wî Cakî Rowênson dike, Biryan Hîlcîland karê derhêneriya wê kiriye û Çaduyêk Bosîman û Harîson Ford weke ekter têde beşdar bûne.

Pişka pêncemîn ya filmê Komîdî “Movi“ di pileya doyê de ya filmên herî xwedî dahat di vê heftiyê de hate diyar kirin û ew jî bi komkirina 15.2 milyon dolarên Amerîkî.

Ev filîm ji derhênana Malkom Dî Lî ye û ekterên sînema Îşlî Tîsdal, Sîmon Rîkis û Çarlî Şîn têde beşdar bûne.

Filmê sê rehendî 3D “Geşt Despêkir“ ji derhêneriya Kîrkidî Mîko û Kirîs Sandrês di pileya sêyemîn de hat û dahata wê gihişte 13.2 milyon dolarên Amerîkî.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse