3’emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê; ku bi hevkariya Navenda Çanda Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn hat amadekirin û rojnameya me Azadiya Welat jî yek ji sponsorên wê bû bi merasîma xelatan bi dawî bû.
Merasîma FîlmAmeda ku îsal bi şîara “Bi Têkoşîna Azadiya Jinê Ber bi Sînemaya Azad ve” dest pe kir û diyarî 3 jinên kurd ên siyasetmedar ku di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin Pêşenga PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Meclisa Ciwanan Leyla Şaylemez hat kirin li Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwînê pêk hat. Di merasîmê de axaftina bidawîbûna mîhrîcanê endama komîteya amadekar a FîlmAmedê Şeyîz Ayaz kir.
ALIYÊN REXNEYÊ
Ayaz diyar kir ku huner çalakiyeke kolektîf, birêxistin û encama pêvajoyeke civakî ye û wiha axivî: “Bêguman pêkhatina mîhrîcana belgefîlman a FîlmAmedê encama hişmendiya bi keda sînemagerên ku fîlm çêkirine û sekna kesên ku vê mîhrîcanê organîze kirine, derketiye holê. Her çend ku mîhrîcan bi kedeke hatiye rêxistinkirin pêk hatibe jî kêmasî û lewaziyên ku me di herka mîhrîcanê de jiyayî jî li holê ne. Diviya ku nirxên sê kulîlkên azadiyê yên ku me mîhrîcanê diyariyê wan kir û rastiya gel a ku bi keda wan afiriye bibûya ruhê esasî yê mîhrîcana me.”
Ayaz destnîşan kir ku ji ber van sedeman diviyabû ku fîlmên di herka mîhrîcanê de hatin pêşandan li salonên sînemayê yên girtî nehatana hepskirin û li hemû kolan û kuçeyên bajar li kolanên gundan ew fîlm bihatana pêşandan û ev fîlm pêşkêşî gel hatibana kirin û axaftina xwe wiha domand: “Bi vî awayî ew ê şansekê me hebûya ku belgefîlmên rastiya gel bi awayekî hunerî vedibêje dê dîsa bi gel re bihatana parvekirin. Ji ber van kêmasiyên me hem têgihîştina heqîqetê ya sê kulîlkên azadiyê û hem jî nirxên ku we bi sînemaya belgefîlm pêş xistiye bi gel re baş nehat parvekirin û ev alî kêm man.”
NAVEROKA FÎLMAMEDÊ
Ayaz di axaftina xwe de li ser rol û rista FîlmAmedê jî rawestiya û axaftina xwe wiha domand: “FîlmAmeda ku bi serwextbûneke berfireh nêzî civak, nirxên demokratîk ên gel û civakê dibe; me bi vê mîhrîcana xwe ya ku 3’yemîn car e tê lidarxistin hewl da ku bîr û baweriyên qedîm ên Mezopotamyayê û Rojhilata Navîn ên wekî êzidîtî, suryanîtî, misilmantî û xirîstiyantiyê ligel wan neteweyên qedîm ên Mezopotamya, Rojhilata Navîn û Anatolyayê kurd, tirk, laz, ereb, ermenî, suryanî ligel wan kes, xweza, jin û hemû nasnemayên cuda di nav rastiya wan de bêyî ku em cihêwaziyeke bikin, me pêşanda û ji ber vê yekê jî em jî bi qasî we xwedî kelecaneke mezin in.”
Ayaz di berdewam axaftina xwe de jî ev tişt anîn ziman: “Xeta mîhrîcana me û fîlmên ku ji bo mîhrîcanê serî li me dan careke din nîşanî me da ku heke ku huner û hunermend heqîqeta nirxên xwe û reseniya xwe ji xwe re esas bigire û li ser van esasan bihelberîne dê ev veguhere zimanê gelan ê berxwedana li hemberî kapîtalîzmê”
XELATÊN FÎLMAMEDÊ
Piştî axaftina Ayaz Cîgira Şaredarê Peyasê Aynur Yilmaz, endama juriyê Julîde Kural û derhêner Suleyman Aslanyurek jî li ser FîlmAmedê hest û dilînên xwe kurt û kurmancî anîn ziman.
Piştî axaftian Yilmaz proje û fîlmên ku hatine xelatkirin hatin aşkerakirin.
Di merasîmê de pêşî Xelatên Piştevaniya Projeyan a Belgefîlmên FîlmAmedê hatin aşkerakirin. Di vî warî de Veysî Altay bi pojeya xwe ya ‘33 Yillik Dîrenîş Berfo Ana’(Têkoşîna 33 salan Dayika Berfo), projeya Ekrem Haydo a bi navê ‘Aso’ û Zekeriya Aydogan jî bi projeya xwe ya ‘Çirilçiplak’ (Şilfîtazî) xelat wergirtin.
XELATÊN GEL Û JURIYÊ
Piştî van xelatan Xelata Juriya Gel belgefîlma derhêner Mizgîn Mujde Aslan a bi navê ‘Ez Firiyam Tu Ma Li Cih’ (Ben Uçtum Sen Kaldin), Xelata taybet a Juriyê belgefîlma derhêner Can Candan a bi navê ‘Zarokê min’ (Benîm Çocugum) û ya Ercan Orhan a bi navê ‘Ase’, Xelata Mîhrîcana FîlmAmedê belgefîlma derhêner Velî Kahraman a bi navê ‘Zonê Ma Koti Yo’ (Anadîlîm Nerede) û Xelata Akademiyê ya Halîl Dag jî belgefîlma bi navê ‘Ku Nefes Tune be’ (Nefes olmayınca) wergirt.
FÎLMAMED ÇAWA DERBAS BÛ ?
3’yemîn Mîhrîcana Belgefîlman ya Navneteweyî ya Amedê FîlmAmed di şexsê 3 jinên kurd ên siyasetmedar ku di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirn pêşenga PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Meclisa Ciwanan Leyla Şaylemez diyariyê têkoşîna azadiya jinê hatibû kirin. Mîhrîcana ku heta roja dawî 80 pêşandan tê de pêk hatin; 17 jê di pêşbaziyê de 24’ê wan ji bo pêşandan 5 ji wan jî di Beşa Enfalê de 46 fîlm bi sînemahezan re hatin parvekirin. Di herka mîhrîcanê de ji bilî pêşandana fîlman kargehên li ser teknîk, şêwe, dîmen, deng, ronahî û hwd hatin vekirin. Di herka FîlmAmedê de 20’ê gulanê bi moderatoriya Nîgar Kocaman panela bi sernavê ‘Di dînemaya belgefîlm de nêrîna jinê’ ku wekî panelîst Elîf Ergezen, Bîngol Elmas, Şîlan Saadî tevli bûn pêk hat. Ji bilî vê di roja dawî de derhênerên tevli mîhrîcanê bûbûn bi tevahî gotûbêjeke bi sernavê ‘derhêner sînemaya belgefîlm nîqaş dikin’ hat lidarxistin. Her wiha dîsa 20’ê mehê pêşangeha belgefîlmên ku derhêneriya wan jinan kiriye hat vekirin û heta dawiya mîrîcanê jî ev pêşangeh vekirî ma.