Li Netewên Yekbûyî belgefilmek li ser Kurdên Êzdî û êşên ku kişandine, One Yazidi Family VS ISIS (Malbeteke Êzidî û DAIŞ) hat nîşandan ku gelek berpirsên cîhanî jî beşdar bûn. Derhênerê wê belgefilmê jî dibêje, her çend metirsiya terorê li ser Kurdên Êzdî bi temamî bidawî nebûbe jî, wan xwestiye vê karesatê bi civaka navdewletî bidin naskirin.
Li baregahê serekî yê Neteweyên Yekbûyî, bi amadebûna Serokê Encûmena Ewlekariyê, Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çendîn dîplomatên din ên welatan li Neteweyên Yekbûyî, belgefilmek derbarê Kurdên Êzdî de hat pêşandan.
One Yazidi Family VS ISIS, ew belgefilm bû ku bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nûnertiya Komara Çîkê li Neteweyên Yekbûyî hat pêşkêşkirin. Derhênerê film di dawiya merasîmê de, behsa girîngiya filmê di vê demê de li Neteweyên Yekbûyî kir.
Derhênerê Filmê One Yazidi Family VS ISIS Gwynne Roberts wiha got; “Bi baweriya min, bi rastî bo niha gelekî girîng e ku DAIŞ hatiye têkşikandin, bi kêmanî bi awayekî têkşikestiye, lê ne di wê baweriyê de me jî ku metirsî nema be; xelk jî vedigerin, malbat, zarok ku di bin destê DAIŞê de bûn, li gor min ev film girîng e ji ber dibe hevkar di ragirtina hevsengiyê de daku li bîra we be ka DAIŞê bi rastî çi li beramber vî xelkî kiriye.”
Çîroka film behsa malbateke Kurd a Êzdî bi nave Çeto dike, ku sala 2014ê dema êrîşa DAIŞê bo ser Şingal û derdora wê rûbirûyê rewşeke dijwar bûye. Piştre malbata Kurd a Êzdî çûne Almanya û li wê derê dest bi jiyaneke nû kirine. Film perdeyê ji ser çîroka jiyana malbatekê dide alî, lê ev tenê mînakeke û bi dehan çîrokên din xwe li pişt bûyerên vê filmê veşartine.
Gwynne Roberts herwiha got: “Derbaskirina ezmûnekê wek malbatekê, bi rastî bandor li min kir, rastî ew e ku vê malbatê gelek tişt ji dest dane û piştre bi hevre di vê rewşê re derbas bûne; em niha jî ligel malbatê di peywendiyê de ne, ji ber bi derbasbûna vê demê bûne heval, ez ji vê xweragiriya wan mame ecêbmayî, bi rastî gelekî bê wêne ye, lê ligel wêna jî hêj gelek çîrokên din ên bi bandor hene, ku bandora wan heye, wek mînak çîroka Nadya Mûrad, ku Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt, herwiha gelek xelkên din hene ku di demeke gelekî dijwar re derbas bûne.”
DAIŞ di warê leşkerî de hindik maye bidawî bibe, lê girîngiya pêşandana vê filmê di vê demê de li Neteweyên Yekbûyî ew e bîne bîra civaka navdewletî ku niha erkê wan e bikerên van tawanan bînin ber dadgehê û rûbirûyê berpirsyariyê bên kirin, hevdem li bîra wan jî be ku xelkê navçeyê ji ber tawan û zilma DAIŞê rûbirûyê ji dijwarî û êş û janekê bûne.