Festîvala payîzê ‘Fîlmekîmî’ fîlmê xelatgir pêşkêş dike

0
15

Festîvala payîzê “Fîlmekîmî” ku ji aliyê ÎKSV’ê ve tê lidar xistin îsal dê 14’emîn car li dar bikeve. Festîval îsal di navbera 3-11’ê kewçêrê ve li dar dikeve û ligel Stenbolê dê di navbera meha kewçêrê l ili Enqere (2-4 kewçêr, Fener Kizilay Sînemasi), Îzmîr (9-12 kewçêr, Karaca sînemasıi), Trabzon (16-18 kewçêr, Atapark Avşar Sînemasi), Bursa (23-25 kewçêr, Cineceth Korupark Sînemasi) û Edîrneyê (23-25 kewçêr, Cinemarine Sinemasi) jî derkeve pêşberî sînemahezan.

Bilêtên fîlmên festîvalê niha têne firotin. Di festîvalê de ji festîvalên Sundance, Berlîn, Cannes, Venedîk, Toronto û gelek festîvalên din fîlmên derhênerên navdar ên wekî Woody Allen, Noah Baumbach, Stephen Frears, Michel Gondry, Todd Haynes, Hirokazu Kore-eda, Nanni Moretti, Paolo Sorrentino hene.

Di festîvala ku 46 fîlm lê bêne nîşandayîn de li Beyoglu li salonên Atlas û Beyoglu, li Kadikoy li Rexxê, li Ortakoy jî li Feriye dê fîlm bêne nîşandayîn. Seansên nîşandayîna fîlman jî bi vî rengî ye: 11.00, 13.30, 16.00, 19.00 û 21.30. Bilêtên fîlman nava hefteyê seansên 11.00, 13.30, 16.00 bi 7 TL, nava hefteyê seansên êvarê û dawiya hefteyê bilêt  tam bi 17, buhaercan jî bi 12 TL’yî ne.

Fîlmê Xelatgirê Şêrê Zêrîn Fîlmê “Deste Alla” (Uzaktan/Jidûrve) ku di 72’yemîn Festîvala Fîlman a Venedîkê de Xelata Şêrê Zêrîn girt di Fîlmekîmî de tê nîşandayîn.

Lorenzo Vigas ku yekemîn fîlmê wî ye bi vê serketinek mezin bi dest xistibû. Serlîstikvaniya fîlm Alfredo Castro, Luis Silva û Jericó Montilla dikin.

Woody Allen bi “Zilamê bêmantiq” tê

Derhênerê navdar Woody Allen bi fîlmê xwe “Irrational Man” (Zilamê bêmantiq) tê ku di fîlm de Emma Stone, Joaquin Phoenix û Parker Posey dilîzin.
Derhêner Jacques Audiard li Cannesê berê Xelata Palmiyeya Zêrîn girtibû bi fîlmê xwe yê dawî “Dheepan” dibe mêvanê festîvalê. Fîlm bi ser sê penaberên ji Srî Lankayê re balê dikişîne ser penaberên dinyayê.

Fîlmê Stephane Brize ê bi navê “The Measure of a Man” (Nirxa Mirovekî) ku di Festîvala Cannesê de serlîstikvan Vincent Lindon pê Xelata Lîstivanê Herî Serketî girtibû li ser sosyolojiya çîna karkeran disekine û meseleya “qîmeta mirovan çi ye?” digire dest. Fîlm rexneyê li

kapîtalîzmê dike. Derhêner Julie Delpy bi fîlmê “Lolo” tê. Di vî fîlmê komedî de Dany Boon, Vincent Lacoste û Karin Viard dilîzin. Derhêner Deypy berê bi fîlmên “Li Parîsê du roj”, “Li New Yorkê du roj” û “Skylab” bal kişandibû ser xwe.

Ji Robert Eggers “The Witch”

Derhêner Robert Eggers bi fîlmê xwe “The Witch”ê li Festîvala Sundance xelata Derhênerê Herî Serketî girt niha vî fîlmê xwe li Stenbolê pêşkêş dike. Eggers bi fîlmê tirsê tê nasîn, di vî fîlmî de serdema herî tarî ya mirovaniyê ‘nêçîra cehdûyan a li New Englandê’ digire dest.
Fîlmê Matteo Garrone “Tale of Tales” ku li Cannesê hat nîşandayin di Serdema Navîn a Napoliyê de derbas dibe. Di fîlm de Salma Hayek û Vincent Cassel dilîzin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse