Festîvala Filmên Kurt û Kurmancî bi dawî bû!
8.641 deng hate dayîn. Di dawiya dengdayînê de filmên xelat girtine wiha ne;
Xelata Sînemaya Amûdê
Êdî Bêyî Tirs-Ridwan Diharo (2017 deng)
Xelata Taha Karîmî
QWX-Nurullah Akcan (1949 deng)
Xelata Xelîl Dag
Hişê Zarok-Firat Yavuz (1714)
Xelata Taybet ya Kurdîstanî
Li Malê-Xelîl Akgul (1358)
Di serî de filmên ku xelat girtine em we pîroz dikin û ji bo filmçêkêrên din jî serkeftinê dixwazin.
Em ji bo temaşevan û filmçêkeran dibêjin mala we ava ku we mehekê van filmên kurt û kurmancî li hemû quncikên cîhanê belav kir. Bi xêra we li her deverê cîhanê xelkê berê xwe da van filmên kurt û bi mane.
Her wiha ji bo piştgiriya sponsorên xwe jî em spas dikin. Li ser navê sinemayakurdî.net û Tor Film em careke din hezkiriyên xwe pêşkeş dikin û dibêjin heya festîvaleke din bimînin di xêr û xweşiyê de.