Festîvala Fîlmên Karkeran li 5 bajaran didome

0
12

11’emîn Festîvala Fîlman Karkeran li bajarên Stenbol, Amed, Enqere, Îzmîr û Wêranşarê didome. Festîval îsal di bin sernavê “Li hemberî hovîtî çîrokên hêviyê” li dar dikeve. Li her bajarî bi dehan cihan fîlm û belgefîlm bê pere têne nîşandayîn.

Di nav bernameyê festîvalê de bi dehan berhem hene. Bi kurdî, tirkî, erebî, îngilîzî, bi gelek zimanan berhem hene. Ji yên kurdî me çend jê hilbijartin. Fermo:

5ROZA

2016 / 74’30” / Bi kurdî
Derhêner: Kudbettin Cebe
Belgefîlm bi ser Şoreşa Rojava re tiştên ku gel li wir dijîn, têkoşîna wan pêşkêş dike.

4BARK

2011 / 18′ / Bi kurdî
Derhêner: Omer Çakan
Haci Lokman Birlik ê ku di 2’yê kewçêra 2015’an de li Şirnexê bi dû panzêrê ve hatibû kişandin di vî fîlmî de lîstibû. Fîlm ji bo bîranîna Bîrliktê nîşandayîn.

3AZAD

2015 / 16’ / Bi kurdî
Derhêner: Yakup Tekintangaç
Azad ligel diya xwe koçî Stenbolê dike; diya wî diçe kar ew li mal bi tenê dimîne.

2NÛ JÎN

2015 / 81′ / Bi kurdî
Derhêner: Veysi Altay
Belgefîlm jiyana Elî Kobanî ya di nav refên YPJ’ê de têdikoşe nîşan dide.

1DERMAN

2013 / 21
Derhêner: Sidar İnan Erçelik
Zarok li nav erdê Nisabîna Mêrdînê yê ku mayîn jî lê hene giyayek bi navê derman kom dikin û bi vê debara xwe dikin. Belgefîlm çîroka wan û çîroka navçeya bi birîna mayînan pêşkêş dike.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse