Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan li benda we ye

0
11

Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan? îsal 6’emîn car deriyên xwe vekir. Festîvala ku 13’yê mehê dest pê kir, heta 17’ê mehê li dar e.

Festîvala ku ji aliyê koma Documentarist ve tê li dar xistin bi dehan belgefîlm û fîlman pêşkêşî kesên eleqedarê mafên mirovan in dike. Festîval her sal bi mijareke bingehîn li dar dikeve, îsal mijara bingehîn ‘kuştinên li ser kar’ û ‘koçberî’ (kesên ji cih û warên xwe hatine dûrxistin) ye. Her wiha di festîvalê de beşeke taybet li ser çalakiyên Geziyê yên li Taksîmê jî hatiye veqetandin.

Meseleya kesên di karên medenê de mirine di festîvalê de bi çend fîlman derdikeve pêş. Yek ji derhêneran Georg Wilhelm Pabst di sala 1931’ê de fîlmê “Kameradschaft (Trajediya Madenê)”; Ertem Gorenç di sala 1964’an de “Karanlikta Uyuyanlar (Yên di tarîtiyê de radizên)” kişandibû, ev her du fîlm bi taybetî têne nîşandayîn. Di nav bernameya festîvalê de wekî din jî belgefîlm û fîlmên li ser karkeran, li ser medenkaran hene

Di çarçoveya festîvalê de hin atolye jî têne lidar xistin. Fîlmên festîvalê li Salt Beyoglu, Cihê Çalakiyan a Aynaligeçit, Tutun Deposu û Salt Galata yên li Beyogluya Stenbolê têne li darxistin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse