Fecîra

0
20
REKLAM    

Derhêner / Director: PÎRAN BAYDEMÎR

Pirebestîş / Montage: REŞAT AYAZ

Hatkara Derhêner / First Assistant Director: ZERYA RONÎ

Hatkara Hunerî / Art Director: FÎKRET TEKAY 

Reng Raştiş / Color Correction: HAMDÎ AKYOL 

Veng / Sound:MÎR MUSTAFA BAYDEMÎR

Grafîk / Graph:FIRAT ŞAHÎN 

Viraştiş / Producer: DENÎZ AYDIN

wext/Length : 40′ 

Ser /Year : 2013

Sînemavan Pîran Baydemîr di belgefîlîma xwe ya nû ya bi navê Fecîra re xwezaya Dêrsîmê, jiyana 3 jinan û tenêtiya wan vedibêje. Baydemîr, diyar kir ku jin jî weke rojê xwedî hêza jiyanê diafirîne ye û bi vê yekê xebata fîlmê kir.

 

Derhêner Pîran Baydemîr bi belgefîlam xwe ya nû “Fecîra” re jin, xwezaya Dêrsîmê û tinetiya wan jinan vedibêje. Belgefîlîmê dê di 32’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bê pêşandan. Sînemavan Baydemîr têkildarî belgefîlîm û sînamayê de agahî dan. Baydemîr, diyar kir ku ji ber nirxên pê bawer derbixe ber çava dest bi sînemavaniyê kir. Baydemîr, çîroka xwe ya eleqedariya bi sînemayê re wiha vegot: “Daxwaza min a sînemavaniyê bikim bi temaşekirina klîba Mehmet Atli ya bi navê Dengê Dilêmin a di Gun TV de hate weşandin bi tesadûfî dest pê kir. Yekemîn car min fîlîma kurdî diaxivî temaşe kir. Vê yekê daxwaza bi zimanê xwe sînemanyê bikim çêbû. Pişt re min Kuluba Sînemayê ya Amedê nasî. Li vir min fîlîmên Heneke, Yilmaz Guney, Godart, Halîl Dag gelek kesêndin temaşekirin û xwendin. Ez tevlî atolyeya sînemayê ya Şaredariya Bajarê Mezin bûm. Pişt re min Beşa Sînemayê ya Akademiya Hûnerê ya Cegerxwîn a ji 2 salan pêk tê qetand.”

‘Jin û roj weke hev xwedî hêza afirandinê ne’

Baydemîr, anî ziman ku xebata wî ya sînemayê ya ewil Yew Roj a ku cînayetên jinan vedibêje bû û wiha axivî: “Fîlîma min a duyemîn Rezonse li ser bendavên li Dîcleyê bû. Herî dawî jî belgefîlma Fecîra ye. Fecîra bi zaravayê Kirmançkî tê wateya ‘Tîrêjên rojê ên ewil’ û weke navê jinê jî tê bikaranîn. Jin jî weke rojê xwedî hêza jiyanê biafirîn e. Li ser vê yekê min xwest vê fîlîmê çêbikim.” Baydemîr, da zanîn ku 3 sal berê li Dêrsîmê bi jina bi navê Devrîm re çû gundê wan û bi kemereyê dîmen kişandin piştî vegeriya malê û ew dîmen temaşe kirin biryara belgefîlîmê bikêşa girt.

Baydemîr, bilêv kir ku di belgefîlmê de li Dêrsîmê 4 demsal nîşan dan û wiha pê de çû: “Xwezaya Dêrsîmê gelek bibandor e. Mînak xaltiya Besna dema lorîk dibarand ev yekê tenê nedibo lorîka xaltiya Besna dibû ya hemû Dêrsîmê. Me jî xwest wê xwezayê bi 4 demsalan bijîn.” Baydemîr, destnîşan kir ku zaravayê Kirmançkî ya kurdî li ber windabûnê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji xwe di mijara zimanê zikmakî de ji geşedanan keyfxweş nin e. Em dizanin ku kurmançkî li ber windabûnê ye. Ev fîlîm ji bo balê bikşîne ser vê yekê me kêşand.”

Pêşandana yekemîn di mihîrcanê de ye

Baydemîr, anî ziman ku dema behsa Dêrsîmê tê kirin komkujiya 38’an tê bîra mirovan. Baydemîr, da zanîn ku êşên wê demê hatin jiyîn nayên jibîrkirin.

Yekemîn pêşanda belgefîlîma Fecîra dê di 32’yemîn Mîhrîcana Fîlma Navneteweyî ya Stenbolê de di 9’ê nîsanê seat di 21.30’an li Muzeya Perayê dê pêk bê.

 

 

 

Manaya fecîra “şefaqê sibayî/sodirî)” û sey nameyê cenîyan yena şuxulnayîş. Semedo ke cenî zî sey Tînce dewmdîyayîşê cuyî de tesîr kena [coke ra] na çekuye/kelîma bîya nemeyê belgefîlmî.

Belgefîlmo ke roportajan sero saz bîyo; seba ke pê hoşabera hemtê xo, cuya rojane û qalkerdişo bêpersayîş teqwîye bîyo, vejêyo teberê belgeselo ke hetê her kesî ra zanîno. Belgefîlm wazeno bido famkerene ke ezêt, îşkence û dejo ke Dêrsim de 1938 de ancîyayî û hînî hetê her kesî ra yenî zanayîş, tena xatirayê xirabî nîyî; ê dejî, hema zî est î û no dem de, bi tehda, awbendan zorakî ferdê jû aîleyê jûbînan ra durî eşten/vistene û tenyayîye de verdene ra baqî mendî. Belgefîlm de wazîyayo qalê çerixîyayîşê tebiatî û mewsîman, şeklo ke cuya cenîyan mîyan de gêno bibo.

*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-­*-*-*-*-*-*-*-*-*

Fecira means “sunlight” in Kirmançki idiom of Kurdish and it is used as a woman name. Based upon women have power to create the life like sun this name was chosen for the documentary.

The documentary has had a different form except documentary sense based on interview as feeding with spontaneous conversations, daily life and shared narratives without asking. The documentary aim to show the reality of the sufferings experienced in Dersim in 1938, any one can not ignore, are not consisting of only the bad memories, they are still everlasting via pressures, dams, family members are forced to live away from each other and loneliness. It is wanted to tell emergence of cycles of nature and seasons in women lifes.

*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-*-­*-*-*-*-*-*-*-*-*

Fecira; Kürtçe’nin Kırmançki lehçesinde “günün ilk ışığı” anlamına gelir ve kadın ismi olarak kullanılır. Kadının da güneşle benzer şekilde hayatı yaratma gücüne sahip olmasından yola çıkarak belgesele bu isim konulmuştur. 

Belgesel; doğallığında gelişen sohbetler, günlük yaşam ve soru sorulmaksızın paylaşılan anlatılarla beslenerek röportaj üzerine kurulu belgesel algısının dışında bir yapıya kavuşmuştur. Belgeselde; artık kimsenin görmezden gelemeyeceği Dersim 1938’de yaşanan acıların sadece kötü hatıralardan ibaret olmadığı; baskılar, barajlar, birbirinden uzakta yaşamak zorunda kalan aile bireyleri ve yalnızlık ile günümüzde de bu acıların baki olduğu gerçeğinin gösterilmesi amaçlanmaktadır. Doğanın devinimleri ve mevsimlerin, kadınların hayatları içindeki şekillenişi anlatılmak istenmiştir.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse