Ew êdî rêhevalê Masîro û Xelîlê çiyayî ye

0
30
REKLAM    

Jiyana kurdan her dem bi şer derbas dibe, ciwanên kurd

ligel şerkeriyê xebatên xwe yên çand û hunerê jî bi awayekî şoreşgerî bi pêş dixin. Yek ji van jî Têkoşer Rêwan Osê ye. Piştî çend mehan ji pêşkêşkirina fîlma ‘Şaş’ ku Têkoşer Rêwan Osê tê de rola sereke dilîst, di 31’ê kanûna 2013’an de li herêma Til Hemîs di pevçûnên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şehîd ket.
Têkoşer Rêwan Osê li bajarê Tirbespiyê di sala 1994’an de ji dayik bûye. Malbata Rêwan bi welatparêziya xwe û xizmeta şoreşa rizgariyê navdar e. Rêwan di malbatê de di atmosfêrekî şoreşgerî de mezin bû û piştî dibistana amadeyî bi dawî kir, li Zanîngeha Tişrîn beşa Hiqûqê xwend.

Rêwan ji zaroktiya xwe ve ji hunerê hez dikir û beşdarî Koma Şehîd Xebat a Şoreşgerî bû. Di pêşxistina çand û folklora kurdî de gelek xebat dane meşandin. Bi Koma Şehîd Xebat re beşdarî gelek çalakiyên hunerî û şoreşgerî bû. Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 2012’an çalakiyên xwe zêde kirin. Çalakiya hunerî ya herî dawî ya Rêwan rola wî di filmê rasteqîn ‘Şaş’ a bi derhêneriya birayê wî Alan Roj û sînarîst Dilgeş Hesen de bû.
Fîlmê ‘Şaş’ a ku Rêwan tê de rola sereke dilîze, bi amûr û derfetên herî biçûk hat kişandin. Navaroka fîlmê jî wiha ye: “Ciwanekî ku jiyana xwe bêwate derbas dike, malbata wî jî hewldide ku bişîne başûrê Kurdistanê. Ciwan di demên dawî de û beriya koçber bibe di çavdêriya xwe ya li bajar de gelek nakokiyan dijî. Ciwan dibîne ku gelek ciwan di temenê wî de cihê xwe di saziyên civakî û parastinê de digirin. Ciwan dibîne ku piştre komên çete êrîşî herêmê dikin, biryar dide ku tevli nava refên YPG’ê bibe û dest ji koçberiyê berde. Piştre di pevçûnekê de birîndar dibe.”

Piştî ku fîlm diqede Rêwan tevli nava refên YPG’ê dibe û 4 mehan şûnde yanî di 31’ê kanûna 2012’an de li herêma Til Hemîs di şer de şehîd dikeve.

Ligel çalakiyên çandî ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatibûn lidarxistin û Rêwan beşdar bûbû, beşdarî gelek meş û xwepêşandanên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bû. Her wiha di nava YPG’ê de perwerdeya leşkerî jî dibîne û di nava YPG’ê de di gelek çalakiyên li dijî çeteyan de jî cih digire. Hêjayî gotinê ye ku beriya Rêwan biçe qada şer ji kamereya ANHA’yê re wiha diaxive: “Em diçin ku bi tirsê re şer bikin, em ê vegerin bi aramî bijîn.”

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse