REKLAM    

Li ser metafora Teyrê Tawis û Qijikê;

Di fîlm de li ser vê metaforê pir tê sekinandin. Qijik, ji bo weke teyrê tawis xweşik bê xuyanê, perên teyrê tawis bi xwe ve datîne û wisa xwe delalokî nîşan dide. Qijik, dixwaze ji rengê xwe yê reş derkeve û rengo rengo bê xuyanê di çavên hevalên xwe û kesên derdora xwe de. Lê ew çikas perikê teyrê tawis ên ji wan ketî bi xwe ve datîne jî, dike nake weke wan delal nabe û perikên bi xwe ve daniye yeko yeko jê dikevin û ew dîsa bi rengê xwe yê reş li holê dimîne. Her wiha xwe rezîl dike û dibe mijara qerf û henekan. Her çikas Tawis jê re dibêjin, “Gere her kes weke xwe be” jî Qijîk bi ya wan nake û dixwaze bişibe wan.

Xwe-Şibandin nexweşiyeke bindestiyê ye. Rewşeke derûnî û patolojîk e.

Mirov çibe pêwîste mirov li gor wê rastiyê tevbigere û nekeve dû tiştên din. Xwebûyîn, yektabûn, xweserî û xwerû bûn ango otantîzm beriya her tiştî tê. Ev rêgezek heqîqetê ye. Pêwîste mirov bi van hêmayan jiyanekê biafirîne; ne ku mirov xwe bişîbîne hinekî din û bikeve dû sextebûyînê! Mirov çibe ewe; rastiya mirov çibe gere mirov wê rastiyê bipejirîne û li gor wê rastiyê bijî. Nexwe wê mirov weke qijikê bibe pêkenoka kesên li hemberî xwe!

Huner, çand, ziman,  hilberînerî, dilpakî, walatparêzî, aştî, humanîzm û jiyana rasteqîn tev li ser zeviya otantîzmê zîl didin, ne li ser zeviya xwe-şibandinê!

Em çibin em ew in, em xwe neşibînin tiştên din.

Ev demek dirêj bû bi kelecanek mezin ez li benda fîlmê Erol Mîntaş bûm. Beriya niha me li fîlmê wî yên Bûtîmar û Berf temaşe kiribû û em li benda fîlmê wî yê sêyemîn, “Klama Dayika Min”  bûn. Piştî du kurtefîlman, wê ev car Mintaş bi fîlmekî metre-dirêj derketa pêşiya me. Herî dawî ev fîlm bi dawî bû û di mihrîcanan de derket pêşberî temaşevanan. Ev pêşketin bi taybetî ji bo sînemaya Kurdî û bi gelempêrî jî ji bo sînemaya Tirkiyê tiştek hêja û bi qîmet e. Pêwîste em xwe hinek xwar bikin û li çîrokên Mîntaş guhdarî bikin. Her wiha sînemaya wî fêhm bikin da ku em ji dayikên xwe dûr nekevin û wan hembêz bikin.

Dayik, wateya jiyana û kaniya hilberîneriya me.

Bi rastî jî, sebr û tebata min nedihat û min ji xwe re digot, ez ê kêngî derfet bibînim ku li fîlm temaşe bikim. Ez bi hêviyek mezin li benda wê rojê bûm. Axir ew roj hat û min li fîlm temaşe kir. Çi bibêjim…min çîrok û vegotina wî ya sînematografîk pir eciband. Yanî mijarê baş hilaniye dest û “Klama dayika xwe” neherimandiye! Ji ber ku klama dayika xwe ji dil ve hîs kiriye, fîlmê wî jî li ser dilê me rûdine û singa mirov zêde naêşîne. Dilsozî û dilpakiya dilê wî di zimanê wî yê sînemayê de jî baş tê hîskirin.  Bi tahma stran û klamekê fîlmek derxistiye holê û dengê dengbêjên jibîrbûyî ji nûve tîne bîra me; dîrok û çanda Kurdan ji nûve zindî dike. Hestên me yên mirî û zeng girtî ji nûve hiş-yar dike. Mîntaş, ji me re dibêje,

“LI klamên dayikên xwe xwedî derkevIn.”

Klama Dayika Min
Klama Dayika Min

Dê û Law…

Beriya derbasî fîlm bibim ez dixwazim hinek qala Erol Mîntaş û têkiliya (pirsgirêk) wî ya bi dayikan re bikim. Em bi hêsanî û bê guman dikarin bibêjin ku evîna wî ya sînemayê bi saya vê têkilî û hestiyariyê geş bûye û çikas çûye pêşketiye evîna wî mezin bûye…Moral û motîvasyona wî ya sînemayê bi rastiya vê têkiliyê têşe girtiye. Rastiya çîrokên diya wî…Mîntaş xwe hinek deyndar hîs dike li hember dayikan û dixwaze wan bibîr bîne ango deynê xwe bide wan.

Ma gelo kîjan Kurd ne deyndarê dayika xwe ye? Dibe ku her mirov deyndarê dayika xwe be, lê deyndariya Kurdan ya li hember diya wan tiştek cûda ye û naşibe têkiliyên din yên dê û lawan. Bi teqez her Kurd deyndarê dayika xwe ye; deyndariyek ku wê qet û qet neqede û dawî lê neyê heta mirinê.

Dayik di her sê fîlmên Mîntaş de jî mijarên sereke ne. Yanî di sînemaya Mîntaş (ez bawerim êdî em dikarin bibêjin sînemaya Mîntaş) de cîgirtina dayikan ciyekî taybet digre. Ev taybetî jî, bawerke ji biçûkahiya wî ya ku di şevên tarî de bi çîrokên diya xwe radiza tê; Mîntaş li ser çoga diya xwe zahf di xew re çûye…Çîrokên diya Mîntaş li ser giyana Mîntaş bandorek xurt çêkiriye. Wisa dixweye ku ev demek dirêje Mîntaş, ji bin vê bandorê derneketiye. Her ku dem derbas bû ye bi vê bandorê nêzî sînemayê bûye û bi tercîha xwe ya hunera sînemayê “deynê” dayika xwe daye/dide.

Dayik…. ezmanên şîn, asoyên bê dawî û hembêzên bihûştî ku mirov dikare bi salan di wan hembêzan de ji xew şiyar nebe. Mîntaş jî mafê hembêza diya xwe daye û di heman demê de vê pirsê jî kiriye guhar û bi guhê me ve zeliqandiye,

klama dayiken me

“Li kur man ew klam û stranên dayikên me yên belek û gewrîboz?”

Belkî hinek kes ji deng, qaset, stran, klam û dengbêjên Kurdan aciz bûne û êdî naxwazin di sînemayê de bibînin. Dîsa dibe ku van hêmayan ji rêzê(qlîşe) bibînîn û rûyê xwe biqermiçînin û madê xwe bikin. Lê ev hêma ji bo me têr bi wate û girîng in. Kesên ku dîrok û rastiya gelê Kurd baş nizanibe û baş nexwandibe, wê tu car ji van hêmayan fêhm neke ez bawerim. Ev hêma ji bo me “hebûn” eke! Kirûyeke ontolojîk e! Serdest û dagirker BÎR’a Kurdan zuha kirine, çikandine û qirrêjkirine. Aha ev hêma paqijbûna Kurdan temsîl dikin û heta em xwe ji alav û hişmendiya wan dagirkerên qirrêj paqij bikin wê ev hêma ji bo me pêwîst bin. Kêngî me hinek tiştan hanî BÎR’a xwe û hiş-yar bûn ango em bûn xwedî BÎR, ew gav em dikarin dev ji van mijaran berdin!

Ez nabêjim bila heta dawiyê sînemaya Kurdî an jî Kurdên ku bi sînemayê re mijûl dibin, li dora van hêmayan herin û tiştekî nû nekin mijara sînemayê. Helbet ev ne tiştekî rast e. Lê, ev rewş, pêvajoyeke ji bo sînemayê, pêwîste mirov wisa li pirsgirêkê birêne, nexwe wê nêrînên çewt derkevin holê. Wisa dixweye ku heta demekê wê wisa bidome…lazime em di van hêmayan(mijar) de xwe nexetimînin, lê beramberî vê gere em zû bi zû jî ji van rastiyan aciz nebin. Heta demekê hewcedarî bi van mijaran heye. Em bixwazin-nexwazin ev di hişê me de heye û em nikarin bi awakî hêsan dev ji van mijaran berdin. Kî çewa dinirxîne bila wisa binirxîne…lê ev yek jî rastiyeka civak û  sînemaya Kurdî bi xwe ye. Pêwîsta mirov bi vî awayî nêz bibe û wisa bixwîne. Nexwe wê ev mijar û hêma neyên fêhm kirin û weke qlîşe bên binavkirin.

De înca em werin ser fîlmê, “Klama Dayika Min”

Malbata dayika Nîgar, ji Kurdîstanê koç kiriye hatiye Stenbolê bi cîh bûye. Li gor em ji sekansa pêşî hîn dibin malbat di sala 1933’an de koç dike. Êdî em dizanin ku malbateka ji ber zext û zorên komarê koç kiriye li hemberî me ye. Gava em li jiyan û tevgera dayika Nîgar dirênin em vê rastiyê baş dibînin. Malbata dayika Nîgar, malbateka jihevqûtbûyî û bela-wela ye. Hinek zarê wê hatine kuştin û hinek jî derketine dervayî welat. Dayika Nîgar jî, bi kurê xwe yê mamoste re li Stenbolê di nav avahiyên sar de dijî, lê sebra wê nayê û acizbûnek pêre heye. Kul, êş û hesreta welat dilê wê peritandiye. Ew diêşe û bêzar e; nexweş ketiye ji ber derd û kulan! Kurê dayika Nîgar mamoste ye û karmendê komarê ye, di dibistana seretayî de waneyan dide zarokan. Lê di heman demê de Kurdî hîn bû ye û çîrokên Kurdî jî dinivisîne û her wiha li Komaleyên Zimanên Kurdî waneyên Kurdî jî dide.

klama dayika min

Bajarên bêhîs, teng û kujer!

Fîlm li dora dayika Nîgar û kurê wê Elî dizîvire. Mîntaş xwastiye bi saya van karekteran mijarê bi me bide zanîn. Pevxistin û sêwirandina xwe jî li wê gorê amade kiriye û fîlm bi rastiya her du karekteran hunandiye ango di hev de derbas kiriye. Dayika Nîgar û Elî karakterên sereke ne û eger em pirsgirêkên li dora her du karakteran veçirînîn em ê bigihîjin kakil ango qelbê fîlmê “Klama Dayika Min”  Guhdarkirina klamên dayikan jî dilpakiyek û dilsoziyek dixwaze ji me. Pêwîste em dilpak tevbigerin; çav, dil, mêjû û hestên xwe baş vekin.

Dayika Nîgar; carna hesret-bêrîkirin mirov dikuje!

Çewa em fêhm dikin dayika Nîgar, ji taxa xwe ku ev bi salane dijî koç kiriye çûye taxeke din. Felek wê rehet bernade û her tim koçber e dayika Nîgar. Lê êdî jê re, “hatiye qirikê” hew disekine di ciyê xwe de û li Elî, “doza çûyîn-vegera gund” dike. Ew, ji cînarên xwe bihistiye ku komar destûr daye Kurd vegerin gundê xwe û li wir ji nûve bi cîh bibin. Bi vê bihîstinê her tim ji kurê xwe Elî, dixwaze ku wê bişîne gund û Stenbolê biterikîne. Lê Elî her tim jê re dibêje, “Ev ne raste, kes venegeriya ye gundê xwe.” û wê disekinîne. Bi vê helwesta Elî, xew li dayika Nîgar heram dibe, dike û nake xewa wê nayê û zafek şevan radibe ji kerba cıxare dikşîne. Ew ji klamekê hez dike, lê mixabîn ew klam hunda bûye. Ew qeseta ku klama dayika Nîgar tê de cîh digre nexwuyane. Dayika Nîgar di nav malê de zahf digere lê ew qeset bi dest naxe. Kurê wê Elî jî pir dil dike ku bibîne lê mixabîn ew jî destvala dimîne û klamê nabîne. Çend heb qasetên kevn yên dengbêjan dikire lê ew jî vala dertên û klama dayika Nîgar di wan qasetan de tuneye. Bêçare dayika Nîgar her roj li dengbêjekî guhdar dike û hesreta xwe wisa kedî dike.

Rol û mîsyona dengbêj û dayikên Kurd heman tişt e. Hezkirina dayikan a ji dengbêjan jî BÎR û BAWERÎ bi xwe ye. Ji lew re, dayik jî weke dengbêjan çavkaniyên dîrok, çand, ziman û qewmînên Kurda ne. Ew, pira çand û kevneşopiyekê ne. Ew ji dengbêjan distînin û didin me, bi kulman çandekê bi me didin vexwarin. Tîbûn û birçîbûna me ya rewşenbîrî çê dikin û me têr dikin ji bo pêşerojê.

Dayika Nîgar hînî jiyana bajêr nebûye û di nav avahiyên teng de bê nefes maye. Beton giyana wê cemidandine û ew bi jana zirav ketiye! Jiyana wê weke kuxukeke bêar e! Her awirên wê qêrîneke bêdeng, lê tije hezîn e!  Dilê xwe diguvêşe dayika Nîgar, bêhna xwe teng dike; dixwaze ji vê dîlbûyînê rizgar bibe. Ew çend car hewl dide ku bireve here lê Elî, wê zeft dike û dîsa tîne malê.  Jiyana bajêr ji bo wê, ji agirê dojehê jî xedartir û hartir e! Ew her roj hinek din dişewite û dihele di nava vî agirê de û heta ku jiyana xwe ji dest dide diçe ango koç dike dinya wî alî…Di nav wan xaniyên teng de “dengê dengbêjan” jî êdî tamsar tê jê re û ev deng jî (her çikas hinek dilê wê şa bikin jî) wê xelas nakin…mixabîn.

Piştî ku zafek mirov di wan xanî û avahiyên sar de mirin û çûn, vegera gundan tê çi watê gelo? Ma tu qîmeta vegerê dimîne? Vegereka bi mirinnn..! Mîntaş tabloyek reşbinî xêz dike û me naxapîne. Rastiya hesreta dayikên Kurd tîne ziman. Ji lew re, zafek mirov bi hesreta ax, welat, ziman û çanda xwe li bajarên biyanî jiyana xwe ji dest dan û li wan bajaran hatin veşartin; di bin axeke sar û biyanî de!

Sehneya ku dayika Nîgar berê xwe daye Stenbolê û li avahiyên dirêj dirêne pir bi bandore. Gava dayika Nîgar di pencereya xaniyê xwe yê Stenbolê de dirêne, ji bilî qirêjiya fabrîkan û avahiyên bilind tu tiştek nayê xuyanê. Ezmanekî reş û tarî û bi mij…Toz û dûman û avahiyên ku dişibin karîkatoran. Asoyên bêyom û hesretên li sînoran neçar mayî…Lê Mîntaş yekcar dîmenên ber çavê dayika nîgar diguherîne (dayika Nîgar xeyal dike) û gund tîne ber çavê wê. Deşteka mezin, paqij, fireh û xwezayî. Li dayiwa deştê çiyayên bilind û kesekî li hespê xwe siwarbûyî tê xuyanê. Bêhempatiya xweza û axa welatê dayika Nîgar mirov mest û gêj dike bi rastî. Ev dîmen mafdariya hesreta dayika nîgar baş radixe ber çavan û ew gav em çêtir fêhm dikin ji rika dayika Nîgar, ew rika ku tu car nehişt dayika Nîgar dev ji çûyina gund berde û gund jibîr bike! Mîntaş di vir de slavek dide rika Kurdan jî. Lewma Kurd di dîrokê de her tim bi rikbûna xwe hatine naskirinê. Ew rikbûn, carna Kurdan pêşxistiye û carna jî têkbiriye…Lêk rika wan her tim li ser wan bûye û zû bi zû dev ji tiştan bernedane.

Mîntaş ji mere dibêje ferq û cihêrengiya bajar û gund ev e;

Nêrîna asoyê a li gund, azadiyek bê dawî ye.

Nêrîna asoyê a li bajêr, bindestî û dîlbûnek bê dawî ye. Êş û elem e!

Asoyên bajêr yên reşbinî heviyên dayika Nîgar dikuje. Dayika Nîgar bi hesreta welat çavê xwe digre û diçeeee.

Elî; nifşekî Kurdan ê di nav nakokiyan de avjeniyê dike!

Eliyê reben di nav xelîl û celîl de ma ye! Ew jî neçare û nizene çi bike. Ew jî di hepsa xwe de ma ye mixabîn.  Dixwaze hin tiştan bike û xwe bi hêz bigre. Bi taybetî jî zimanê wî yê zikmakî û niviskariya wî ya ciwan hêviyên wî hinek geş digre, lê şert û mercên dora wî, ew xistina xefika xwe û Elî di vê xefikê de birîndar bûye. Ji hêlekê ve rewşa diya wî, ji hêlekê ve dibistana komarê, pirsgirêkên pergal û hişmendiya wê ya paşverû, ji hêlekê ve niviskariya wî ya Kurdî û ji hêlekê ve jî evîna wî ya ku lê bûye keratî! A rast jiyana Elî serobino bûye, êdî ew jî nizane wê çi bike. Di nav nakokiyên dijwar de avjeniyê dike Elî û li ber niqobûnê ye. Rewş ku Elî têdeye mirov ji kûr de xemgîn dike.

annemin sarkisi

Ji bo mirov karibe ji van nakokiyan rizgar bibe pêwîste mirov soberberekî bêhempa û jîr be. Nexwe wê mirov bifetise here! Elî bi nivîsandinê rêyekê ji xwe re hilbijartiye û naxwaze bifetise here. Lê mixabin rêya wî tav çal û çîrt in..!

Jiyan û çanda Stenbolê li ser Elî, bandorek neyênî çêdike. Asê bûna di nav di zimanan de, perwerde û pêşeroja wî zahmettir dike. Berpirsyariyên wî yên malbatî (rewşa diya Nîgar) li ser milê wî barek giran çêdike û ew di bin vê berpirsyariyê de êdî diweste. Dayika nîgar li ba Elî weke emanetekê ye ku ji brayên wî jê re ma ye. Nîrxeke…nîrxeke giranbûha. Dîsa di hêla aboriyê de jî ewqas ne rehete û hin zahmetiyan dikşîne. Ku ev rastî tev dikevin ser hev Elî bi dilê xwe nikare hez bike, bixwîne û niviskariya xwe xurt bike. Pirsgirêkên rojane li ber pêşketina wî dibin asteng.  Elî li ber xwe dide û têdikoşe, lê heta derekê; carna hîs dike ku zahf diweste û nikare bimeşe.

Bi dorpêçkirina van pirsgirêk û astengiyan wê Elî, çewa bi dilekî rehet hez bike ango evînekê bijî?Wê evîn çewa tahm bide jiyana wî? Di nav vê pergala qirêj de, wê çewa zarokekî mezin bike û perwerde bike? Bi nexwastina zarokê di zikê destgirtiya xwe de belkî ji me re ezezo tê xuyanê, lê li gor min Elî, reel tevdigere û pêşerojê difikire. Tirsa wî a nexwastina zarokekî jî ji vir tê, ne ji tiştekî din! Ew naxwaze zarokekî nexweş mezin bike. Mesele ev e.

Rewşa Elî, rewşa nifşekî Kurdan e. Derûniya kesayatên ku di pêvajoya pêşketinê de ne. Nifşên vêga (bi taybetî jî ciwanên ku zanîngehê qedandine û rûyê pergalê baş naskirine) jî bi heman pirsgirêkan re mijûl e. Zafek ji wan jî jiyana Elî bi xwe dijîn. Ev nifş, bi heman pirsgirêkên Elî re têdikoşin û li jiyaneka azad digerin. Dixazin van astengiyan têk bibin û li gor berpirsyariyên civakê tevbigerin. Berjewendiyên civakî ji wan re pêştir tên zafek caran. Naxwazin bixetimînin û pasîf bimînin. Rewşa welatê wan wan xemgîn dike û dixwazin welatekî azad biafirînin. Lê ji hêlekê ve jî pirsgirêkên takekesî zora wan dibe. Dilê wan wisa dixwaze, lê her tişt li gor dilê wan naçe mixabîn û ew diêşin weke Elî. Êşa Elî hinek êşa ciwanên vî zemanê ye. Vî zemanê ku weke hûtekî heft serî devê xwe vekiriye û li ber dabeliandina me ye! Em ciwanên (nifşê îro) Kurd li hember vî hûtê di têkoşîneke dijwar de ne! An ew ê hût me bike gepek û dabeliîne an jî em ê hût bikûjin û xwe rizgar bikin.

Wê çewa bibe dawî? Mîntaş, wiha dibêje “Wê ev nifş jî, têr êş bikşîne û bişkê û belkî serkeftinekê bi dest nexe. Lê ez bi nifşên pişt wan hêvîdarim. Belkî ew êdî bi van pirsgirêkan re mijûl nebin û xwe baş pêş bixin.” Wisa dixweye ku Mîntaş, vî nifşê ji çavê xwe derxistiye…Wê wext nîşan bide ka çikas mafdar e an jî ne mafdar e.

Herî dawî dixwazim li ser şêwaza fîlm jî çend tiştan bibêjim. Mîntaş, heta jê hatiye qadraja xwe teng girtiye û dîmenên berfireh bi me re parve nekiriye. Pîvanên kameraya xwe jî li wê gorê sêwirandiye. Bi rastî hinekî bêhna me jî çikandiye û me jî bê nefes hiştiye. Ev tercîha wî ya estetîk bi mijara ku vegotiye re rasterast girêdayî ye. Yanî rewşa dayika Nîgar ancax wisa dihate vegotin, wekî din jî zor! Zafekî kişandinên wî di mal de derbas dibin. Jiyana nav malê zêde teng nîşan daye. Yanî em baş hîs dikin ku dayika Nîgar di vê malê de difetise û bi awakî azad nefes nastîne. Heman hest û hestiyarî bi me re jî çêdibe. Jiyana malên biçûk (mezel) , malên bê rih û sar baş radixe ber çavan. Mîntaş bi tengbûyînê, jiyana metropolan li ber çavên me reş dike û weke tiştekî erênî nîşan nade. Ev helwesta wî ya bedew jî li xeşa min çû û ji bo fîlm tiştekî serkeftî bû li gor min.

Heger dayika Nîgar nemiraya û bi awakî sax biçûya welatê xwe, min ê ev fîlm neecibandaya bawerke; ji lew re, wê fîlm ji me re sexte bihata û em ê li fîlm germ nebûna ango me ê dilsoziyek di fîlm de  nedîta. Lê Mîntaş, nakeve du rêyên xapînok. Zimanê sînemaya wî destûr nade tiştekî wisa. Ev zimanê wî jî, rê li ber pejirandina fîlmê wî vedike. Rastiya vedibêje dihêle ku em fîlm hembêz bikin.

Hinek kes fîlmên Mîntaş zêde polîtîk nabînin. Lê ez bawerim di vê hêlê de lê neheqiyek çêdibe. Bi xwe ez ne di wê baweriyê de me! Berovajî van kesan ez fîlmên wî zêde polîtîk dibînim. Heta ji Mîntaş tê li ser derûniya  rastiyên polîtîk disekine û dixwaze van rastiyan bi jiyan û tevgera karakterên xwe vebêje. Mîntaş, polîtikayê ango polîtîkbûyînê di karekterên xwe de dihundirîne. A rast polîtîkbûyîna fîlmên mîntaş ne xav e. Ew polîtîkayê di nav fîlm de pijandiye û belav kiriye. Hemû karekterên wî jî polîtîk in. Kî dikare bibêje ku jiyana dayika Nîgar an jî Elî ne polîtîk e? Rewşa her du karekteran jî têr û sertêra xwe polîtîk e.

Erol Mîntaş, sînemagerekî nûgiha ye, lê di riya çêbûne de bi baweriyek xurt dimeşe. Riya te vekirîbe Mîntaş û mizgîniya fîlmên te yên nû di rojên nêz de bi me re bin.

Bi hêviya ev nifş (ciwanên vî zemanî) niqo nebe û nefetise…

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse