Êlîe Faure: Rewşenbîr û Dildarekî Sînemayê!

"Didawiyê de sînema, direwşeke civakî, ku jI kurahî ve vediguhere de, dixwaze dîrokîbûna xwe pêk bîne.." Êlîe Faure

0
18

“DIdawiyê de sînema, dIrewşeke cIvakî, ku jI kurahî ve vedIguhere de, dIxwaze dîrokîbûna xwe pêk bîne..”

Êlîe Faure

Êlîe Faure, dîroknasekî hunerê ye. Bi eslê xwe Fransî ye. Di nava salên 1873-1937’an de jiyaneke têr û tije û bi xebat derbas kiriye. Ji ber ku li ser hunerê gelek rexne û ceribandinên wî hene, di heman demê de mirov dikare bibêje ku ew rexnegirekî hunerê ye jî. Rexnegirekî jîr û têra xwe çê. Rexnegirekî qelemşûr î ku zikê dîroka hunerê qelaştiye û xwe avêtiye nav lêkolînên bê binî. Di nav tarîtiya dîrokê de, bûye findek, çirûsk û ronahiyek û wisa ber xwe dîtiye. Faure rêzik bi rêzik dîroka hunerê neqişandiye. Destê wî bi saya hibrê her tim şil bû; ji lew re pênûs ji destê wî nediket erdê…Ev mirovê pîroz, emrê xwe bi lêkolîn û xebatê derbas kiriye. Her wiha Faure, serê xwe bi gellek cureyên hunerê re têr êşandiye û xwe berdaye binê bîrê. Ne di ser rû de, ew kûr û dûr çûye.  Di dawiya vê êşandinê de (ez weke nevê xwe dizanim ku êşa wî bi dawî nebû bû), li ser “Dîroka Hunerê” pênç cîlt nivîs ango pênç cîlt pirtûk nivisandiye. Wek A.Xanî, Homeros û Y.Kemal destanek nivîsiye! Destaneka bi çêjn, destaneka têr bi tahm ku mirov qet jê têr naxwe…Ewqas ku giranbuha û tije ye destana Faure.

Heta niha gelek kes ji vê destana wî sûd wergirtine û pê mezin bûne. Xebata Faure, diroka hunerê ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve daf daye. Gelek kes li ber vê ronahiyê xwe germ kirine û bi hînbûna dîroka hunerê ya ku Faure nivisandiye dil û nêrînên xwe bedew û xurt kirine. Gava mirov di nav nêrînên wî de avjeniyê dike mirov qet jê têr nabe. Ji ber ku Faure dîroka hunerê  bi wijdanekî safî nivisandiye, ew bûye dîroknasekî bêhempa. Bêhmepabûna wî, ji ber keda wî dihat. Faure ji bo hunerê bike xwedî dirok û nasname, bi salan xebitî û kedeke mezin da. Îroj kesên ku bi huner û dîroka wê re mijûl dibin zahf tişt deyndarê wî ne.

Rewşenbîrekî xas û çalakgerekî gewre!

Faure, di heman demê de pratîsyen û çalakgerekî gewre bû jî. Bi E. Zola re, bertek nîşanî neheqiya li ser Dreyfûs î da û li ber zordarî û kirêtiya serdestan dengê xwe bilind kir. Faure bê dudilî dide rê û diçe li eniyê, tevlî şoreşgerê Îspanyolî dibe, ku li hember Franco li ber xwe didan. Hêlên wî yên milîtanî jî hebûn. Bawariya wî bi kesên li dû azadiyê diçûn zahf hebû û dixwast li ba wan têbikoşe. Ew di jiyana rast de rewşenbîrekî xas bû û li dû baweriyên xwe diçû. Ev hêlên wî rewşenbîriya wî pîroztir dike li ber çavê me û dike ku em hinek din Faure bixwînin û bişopînin. Lewma mafê wî yê rêzdayînê heye.

Li ser navê xwe bibêjim, bi naskirina wî ez gelek kêfxweş bûm. Bi hêz û çê bûm. Fikr û ramanên wî min gellek ronî kirin. Gava min dît ku li ser sînemayê jî serê xwe êşandiye, bêtir kêfa min jê re hat û bêtir li ber dilê min şîrîn bû. Min jî xwest vê kêfxweşiya xwe bi nivîsekê bînim ziman û wisa ji vê deyndariyê bifilitim.

Faure, di derheqê hunera sînemayê de xwedî  fikr û ramanên xurt e. Têkiliya wî ya bi sînemayê re ne tiştek beredayî û ji rêzê ye. Heta mirov dikare bibêje ku ew dildarê sînemayê ye. Gava ku sînema hêj nû bi çaplûkan diçû û kes bawer nedikir wê mezin bibe, Faure di bin bandora sînemayê de mabû. Faure di wê baweriyê de bû ku wê ev forma hunerî, roj bi roj çeper û sînorên xwe bivezilîne û mezin û berfireh bibe. Çewa ku tê zanîn di wê demê de sînema wek tiştek ji rêzê dihat dîtin û gellek kesan tinazê xwe bi vê icad û teknîka nû dikirin. Her wiha kesên bi sînemayê re mijûl dibûn jî dibûn amûrê qerf û henekan. Tu kes bi awakî hunerî ango zanistî nêz nedibû û sînema biçûk dihat dîtin. Her kes digot ku atraksyoneke wê di demeke kin de winda bibe here. Lew re jî kes qîmetê ne dida vê cureya hunerê. Lê her ku çû ev huner mezin bû, xwe pêş xist û di dilê mirovan de rûnişt. Ev form û şêwaza nû ya hunerî di dilê Faure de jî rûniştibû û Faure bi awakî zanistî dixwast sînemayê binirxîne û di derheqê pêşeroja vê hunerê de gotinên hêvidar binivisîne.

Di wê demê de zanyar, niviskar, fîlozof û rewşenbîr sînemayê tiştekî gumanbar didîtin û qet nedixwastin wextê xwe bidin vê îcada nû. Lê Faure weke wan nafikire û ji vê îcada nû bi bawer e û wisa dibêje ji rewşenbîrên hevalên xwe re,  “Aram bin, hêj wextê me heye. Sînema hêj nû destpê dike. Wê çarçoveya bawerî û bedewiyek nû di xwe de bibîne.” Faure, dixwast ku bi awakî zanistî û civakî li ser vê hunera ciwan bisekine. Wek kesên din bi qurretî û pozbilindî tevnedigeriya. Bi disîplîn û nêzîkatiya xwe ya mînak, qedir dida sînemayê û bi vî awayî sînemayê bi fikr û raman ve girêda. Faure, hêz û bawerî û nîrxeka hunerê di sînemayê de didît û bi cidîbûnekê dinirxand. Bi awakî teorîk li ser sînemayê hûr dibû û çavdêriyên xwe dinivîsand. Wê di pêşerojê de ev çavdêriyên wî, li ber zafek sînemageran rê vekira. Faure wiha digot, “Sînema, bi enerjî û cihêwariya xwe wê bigihîje tevgerek nû. Wê bi hêz û bandora xwe, wek plastîk-dramayê xwe bi wate bike û wisa cî bigire.” Gava mirov van hevokên Faure dixwîne mirov nikare wî neheq derxe. Ji lew re, tiştê ku di wextê xwe de gotiye yek bi yek pêk hatine û sînema wek hunera dawî ya 7’emîn, di rîroka hunerê de ciyê xwe girtiye.

Hunerên plastîk, heta wê demê pir pêşda çûbûn. Di sedsala 19 û 20’an de, bi taybetî wênesazî (Resim), peykersazî û avasazî sînorên xwe çirandibûn û çarçoveya xwe firehtir kiribûn. Ev huner wekî hunerên plastîk dihatin bi nav kirin. Ev nav jî, wek gellek navan ji Grek’a kevnare dihat. Wê demê hunermendên Grek’î bi çamûr, kîl û xweliyê peykeran û hin berhemên din çêdikirin. Ji bo vê huner û karî , peyva “Plastîkos” dihat bikaranîn. Plastîkos; yanî çamûra ku tê hecinandin ango tê şêwazekirin û tiştên nû jê tê afirandin. Alava di destê wan de çamûr (kîl) bû û ew, vê çamûrê dihecinandin, dibirin û dihanîtin heta ku jê tiştekî nû derdixistin holê. Ev çamûr weke hevîr dihate hecinandin û di dawiyê de berhemên hunerî derdiketin pêş. Ji bo Grekî’yan ev kar pir girîng bû, ji bo wê jî gellekî wextê xwe dabûn hunerên plastîk.

Sînema: Pirpizêk û Pîvoka huneran ya herî geş.

Faure jî, herî zêde li ser hêla plastîk ya sînemayê disekinî. Ew sînemayê weke hevîrekî di teştê de didît. A girîng ew bû ku wê ev hevîr çewa bê hecinandin? Bi kîjan dest û dil î? Bi şêwaz û rêbazek çewa? Faure wiha digot, “Le cinêma est plastique d’abord.” Faure diyar dikir ku sînema, beriya her tiştî hunereka plastîk e! Li gor wî sînema her tim di nav tevgerekêde ye û sekn û tebat pê nakeve. Sînema; avasazî, wênesazî û peykersaziya di nav tevgerê da ye. Tevgera sînemayê, senfoniya dîtbariyê bi xwe ye. Faure digot ku sînema wek hevîr tê hecinandin. Mirov dikare tenûra sînemayê li gor xwe, bi şêwazên cûda germ bike û nanê xwe jî li gor dilê xwe li vê tenûrê bide! Bi kurtasî sînema tiştekî zindî bû, dînamîzm têde hebû û her ku diçû geş dibû. Faure vê hêla sînemayê baş zeft kiribû û bi ramanên hêvîdar, vê hunera dîtbarî rave dikir. Sînema tiştekî xweser bû, azadiyên nû zîl didan di vê hunera xweser de. Li gel van yekan sînema hinek jî serhildêr bû ew di ciyê xwe de qet nedisekinî. Her tim li dû gotin û şêwazên nû bû…Dawiya dawî sînema jî nav û hêza xwe peyitand û bû hunera herî xweşik. Ji bo ku gelek hunerên din jî, di hundirê xwe de dihewand ew “Pirpizêk” û “Pîvok” a huneran ya herî geş û nazdar bû!

Gava ku sînema hêj nû derketibû pir kesan (zanyar û rewşenbîr) ew, wek hunereka “PÎÇ” didîtin û digotin ku ne dê heye ne jî bav! Hebûna hunera sînemayê nedipejirandin û di ser guhê xwe de diavêtin. Lê Faure, teoriya xwe ya “Sîne-plastîk” li hember wan berz dikir û wiha pêda diçû, “Sînema di sedsala 20’emîn de, wêrîsê (mîratgir) hemû hunerên plastîk e. Sînema, bi der û dora xwe re di nav têkiliyê de ye. Bi xwezayê re baş lihevdike. Bi rih û ahengeke azad li gor rewşê xwe nû dike û ji tevgera xwe tiştek winda nake. Sînema,  ‘avasaziya bi tevger’,  ‘rîtmeke mezin’ ya gerdûnî, ‘helbesteke plastîk’ ya ku dijî û ‘resmên dînamîk’ e. Sînema wîrêsekî gihiştî û çê (I’art majeur) ye.” Faure digot ku heta niha hemû hunerên ku derketine holê, dê û bavê sînemayê ne! Sînema him zaroka hemû huneran e û him jî dê û bavê hunerê ye! Faure bi teoriya xwe ya “Sîne-plastîk” nehişt ku kes pêlî sînemayê bike û wê di bin kapoka xwe de bieciqîne! Bi gotinek din Faure sînemayê ji nav dest û piyan derxist û qedrê vê hunera ciwan girt. Faure, sînemayê bi dildarî û dilpakî hembêz kir û got ku “Ev huner bê sînor e.”

Sînema, sînema ye.

Rexnegirê sînemayê yê Fransî Andrê Bazîn jî, li dû ramanên Faure bû. Teoriya Bazîn “Sînemaya ne saf” jî, bingeha xwe ji teoriya Faure digirt. Bazîn wiha digot, “Sînema; wêne, resm, şano, wêje, muzîk û hwd. di naveroka xwe de dihundirîne. Sînema hunereka ‘tevlîhev’ e, ku ji gelek huneran hatiye holê.” Piştî Bazîn rexnegirekî sînemayê yê din Alaîn Badîou jî, li dû şopên Bazîn diçû û wiha digot, “Le cinema est un art impure” Ger em vê gotinê vekin, yanî sînema ne hunereka saf e, ew hunereka wisaye ku ji gelek hunerên din sûd wergirtiye û hemûyan bi disîplîneke nû di xwe de xwedî kiriye. Badîou dibêje ku, “Sînema, ji hemû huneran yek zêde ye. Tevger û dînamîzmeke sexte ye.” Înca tiştê ku Faure dibêje ji ya herduyan jî cûdatir e. Faure jî wiha dibêje, “Rast e, sînema gellek hunerên cûda dihundirîne. Lê mirov nikare bibêje ku sînema tenê Resim, Peyker, Avahî, Dans, Muzîk û Wêne ye. Ew, bi gotineke hêsan tenê sînema ye. Sînema, sînema ye.”

Faure hêz û cihêbûna sînemayê ya li ser hunerên din  baş dizanibû. Sînema ne girêdayî tu hunerên plastîk bû, tenê girêdayî xwe bû, ew serbixwe bû. Sînema hunereke senfonîk, ya ku ji dîmenan pêk tê ye. Sîne-plastîkbûna sînemayê taybetmendiyên wê zêde dike û hunerên din yên dîtbarî di bin bandora sînemayê de dimînin. Hêz û potansiyela veşartî ya sînemayê wê rê li ber hilberîneriyên nû vebike û jiyaneka kollektîf pêşniyarê civakê bike. Sîne-plastîk wê bi enerjiya xwe ya mîstîk, girseyan bicivîne cem hev û bi vî awî ala baweriyê ya pêşerojê bilind bike. Faure sînemayê wek hunereke demokratîk dinirxand û ji bo civakan elzem didît. Wiha digot Faure, “Hemû fîlmên şaheser gava hêj nû tên kişandin, bi milyonan kes li wan şaheseran temaşe dikin û ev fîlm tên hezkirin.” Sîne-plastîk, di demeke nêz de li gellek welatên cûda fîlmên xwe pêşkeşî gel dikir û kesên di bin bandora efsûna vê hunerê de diman, sînemayê bi girseyî dipejirandin û hembêz dikirin. Faure jî di wextê xwe de vê hunera ciwan fêhm kiribû û gellek jê hez kiribû. Lewma jî ewqas bi baldarî nêz dibû û li ser sînemayê hûr dibû û diket nava ramanên kûr û dûr.

Sînema roj bi roj hinek din dibe zimanekî gerdûnî yê mirovahiyê.

Gilles Deleuze, ku li ser sînematografiyê bes xwe êşandiye, lêkolîn kiriye û gellek tişt nivisandiye, ji bo ramanên Faure wiha dibêje; “Nivîsên wî hîn jî, ji bo me tiştekî bêhempa ne. Lê mixabîn êdî kes guh nade nivîskarên sînemayê û baweriya xwe bi tiştekî naynîn.” Deleuze ji bo pêşeroja sînemayê di nav gumanan da bû û ji bo kes sînemayê bi awakî cidî hilnade dest xemgîn bû. Ev rewşa sînemayê dilê wî teng dikir û acizî pê re çêdikir. Ji lew re, ew jî weke Faure dildarekî sînemayê bû. Wiha digot Deleuze, “Sînema hunereke wisa ye ku, ew di serî de jî têkiliya xwe bi ramanê re nebirî bû. Lê îroj em nikarin pirtûkeke ku têkiliya ‘sînenema û ramanê’ vebêje û li ser van pirsgirêkan bisekine bibînin ango bixwînin.” Li gor Deleuze, hiş û raman ji sînemayê hate veqetandin û her ku çû hunera sînemayê pûç bû. Êdî kes bawer nake ku sînema şoreşek zîhnî û ramanî pêk bîne! Hiş, hîs û raman hatin xeniqandin. Sînema ji şûna rastiyê vebêje bû amûreke bişaftin û helandinê. Sînema, ji bo girse û civak ji rastiya xwe dûr bikevin û ji heqîqatan re bibin biyanî û qet tiştekî nepirsin hate bikarnanîn. Sînema êdî kirdeyan dernaxe holê, her tiştê xwe li gor bireseran ango objeyan saz dike. Sînema bi her awî ji hişmendiyên dilpak hatiye xesandin! Mixabîn îroj sînemaya xesandî, temaşevanên xesandî diafirîne û nahêle mirov tiştekî nû hîn bibin. Tenê ji bo kêf û coşê tê bikaranîn sînema. Ji bo sînemayê tu armancê hêvî nakin û sînemayê wek hunereke bê armanc bi nav dikin! Sînema tenê bi armancekê dikare bê bikaranîn, ew jî ji mirov wextê xwe derbas bike û di wî wextî de ji her tiştî dûr bikeve! Mixabîn li gor van kesan tenê armanceke sînemayê heye, ew jî ev e…

Pêwîste îroj em dîsa rûnên û li ser sînemayê bifikirin. Modernîteye Kapîtalîst, sînema jî tê de, hemû huneran mecbûrî ser poxana xwe kiriye. Rih û giyana huneran ji wan standiye û wan bê hîs hiştiye. Zafek huner îroj an kop, an kor, an kerr an jî lal in! Her huner hinek derb xwariye û derz lê ketiye. Çewa ku Faure û Deleuze jî bi lêv dikin, em baş dizanin ku sînema hunereke demokratîk e. Sînema xîtabê hemû gelên cîhanê dike û bangewaziya hemû welat û niştecihî dike. Pêwîste îroj sînema ji xesandinê bê rizgar kirin û di nav asoyên azadiyê de carek din bê xemilandin. Mafê vê hunera xweşik, ne salonên sar yên bi şox û şeng û ne jî ser poxanên modernîteya sexte ye. Ciyê sînemayê qelbê gel bi xwe ye.

Çima em bawer nekin ku sînema şoreşeke çandî û ramanî pêk bîne? Sînema ji ber ku hunereke bedew, xweşik û xwerû ye, dikare dîrok û heqîqeteke nû biafirîne. Çima em bi hêza sînemayê, jiyanê ji nav lepên hûtên heft serî azad nekin?

Ji bo tu tiştî wext derbas nebûye!

Dîroknasê hunerê Andrê Malraux dibêje ku, “Huner, li hember mirinê ber-xwe-dayîn-e”. Ez jî dibêjim sînema, li hember xesandinê, hişyarbûn, hişyarkirin û azadî ye. Li gor min îroj, em tev kêm an jî zêde hatine xesandin. Mirovê xesandî nikare azad bibe!

Ji lew re jî, ez dibêjim;

Em Faure û Deleuze bi dilekî germ bibîrbînin û bi hev re hêza sînemayê ya ramanî carek din bifikirin, xwe ji xesandinê rizgar bikin û azad bibin…

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse