Dzîga VERTOV û Sîne-Çav

0
16
REKLAM    

“AşkerekIrIna rastIyê jI sIvIkbûyînê dûrtIr e, jIxwe rastî sIvIk e.”

Tecrubeya wî ya yekemîn, “Komîteya Fîlmê Moskovayê ketina ji qata duyemîn kêşandina giran e. Di sala 1919’an de koma Kînokan tê damezirandin. Paşê ji bo manîfestoya xwe ya yekemîn “Der barê Sînemaya Bêçekirî ya Teatralê” ku vegere bi navê “Em Manîfestoyeke Rengîn” derdixe holê. Di kêşandina Kongreya Sovyetan a 7’emîn de ya ku Lenîn jî beşdar bûye, supervîzortiyê dike.

Di sala 1924’an de belgefîlma bi navê “Veşartina Lenîn” ku aliyê Vertov ve hatiye kişandin tê pêşkêşkirin. Dîsa di heman salê de, xebatên xwe yên bi navê “Pêşkêşkirina Dramatîk a Hunerî” û “Baldarbûyîna Sînema û Çav” tequz dike. “Sînema û Çav cudahiyên jiyanê yên din” derdixe holê. Nivîsên Eînsensteîn bi riya gotarên xwe rexne dikin. Di sala 1925’an de rastiya sînemaya Lenîn bi “Lenîn Di Canê Gundiyan de Jîn Dibe” zêde dibe. Vertov di “Zirxa Potemkîn” de, gotara Eînsensteîn ya bi navê “Fabrîqeya Rastiyan” a ku sînema û çav tê de ye diweşîne. Paşt re fîlma xwe ya bi navê “Şeş û Yek a Cîhanê” çêdike. Li Parîsê di pêşkêşkirina cîhanê de xelatekî bidest dixe.

Di 8’ê çileyê 1928’an de fîlma bi navê “Mirovê Bi Kamera” li Kîevê tê pêşkêşkirin. Di sala 1931’an de, bi xwediyê vê gotinê “Dilgeşî: Senfoniya ku min heya niha guhdar kiriye ya herî balkêş e.” Charles Chaplîn ve hevdu nas dikin. Fîlma wî ya bi navê “li ser Lenîn sê stran” li gelek dewletên Ewropayê û li Amerîkayê serkeftineke mezin bi dest xistiye. Di sala 1937’an de, pîrozkirina salvegera 20’emîn ya “Şoreşa Cotmehê” fîlma wî ya bi navê “Lullaby” li Moskovayê tê pêşkêşkirin. Vertov, li ser belgefîlma bi navê “Nuçeyên Rojê” ya bi aliyê Navenda Fîlmê ya Studyoya Dokumanter ve hatiye çêkirin xebat meşandiye. Di sala 1954’an de li Moskovayê jiyana xwe ji dest daye.

Ji Vertov re belgefîlmvan were gotin, di cî de ye, ji ber ku di jiyana xwe de zêdetir dema xwe daye ser maseya pevxistinê. Li Rûsyayê piştî Şoreşa Ekîmê bi sînemayê re hevnasîna xwe dane hev. Vertov dema tevlihevbûna lêpirsîna rastiyê û derxistina holê de, ji xwe re bîrdoziya Sînema û Çav de cih girtiye. “Fîlmên pevxistinê yên erzan, dibin amûr û nêrînên bûrjûvaniyan, wana dixapînin û bi xeyalên wan ve dileyîzin.” Dzîga Vertov, vê nêrînê wek vîrusekî dibîne û wîha dibêje: “Ev fîlman bi dekor, cil û berg û lîstikvanan ve dişibine hewcadariya kêşandina cixareya puroyê ya mirovekî. Temaşevan bi sînema û nîkotînê serxweş dibe, ji perdeya spî hewcedariya sinîrên xwe digire. Ev fîlman, temaşevanan serxweş dikin û wan dikin bin bandora ol û di demekî şûn de rewşeke bê hişmendî derdikeve holê. Temaşevanên ku hişmendiya wan dikeve bin bandora van fîlman, edî rastiyên xapinok dipejirînin. Ev rewşa bi gotina Matîsse (ev kesan, êdî tiştên ku em her roj dibînin bê wate dibînin û ev ne pîpo ye, dibêjin) zelal dibe. Hewce ye ku li hemberî “sînemaya dramê ya artîstîk” divê sînemayên rasterast û bê senaryo bên çêkirin. Di sînemaya rasterast de, berî ku fîlm were kêşandin nayê organîzekirin û nivîsandin, hemû tişt di pêvajoya kêşandina fîlmê de derdikeve holê. Ev rewşa, van fîlman ji belgefîlman cuda xuyadikin. Belgefîlm pêşyê de jî dikare were nivîsandin û bê kêşandin, paşyê de jî…”

Li gorî Vertov armanca sînemayê nîşankirina rastiyê ye. Tiştên ku xuya nakin bên aşkere kirin, ji tariyê derketina ronahiyê û zelalkirina maskeyan pêwist e.

“Tiştên ku xuya nakin bên aşkere kirin” ji bo Vertov, dibin sedema fikra zimanê sînemayê.

Sînema, wek zimanekî were dîtin, wekî parçeyên ziman çawa ku peyv tên ba hev û di anîna ziman de tiştên biwate derdikevin holê, parçeyên fîlman jî wisa tên ba hev û rastiyan yek û yek di fîlman de nîşan dikin.

Vertov di nivîseke xwe de wiha dibêje: “Tevlihevkirina dîmen û wêneyan karesata herî mezin e. Dîmen, tiştên ku çavên mîrov dibîne, aliyê kamerayê ve tê qeydkirin. Hege sînema tenê kêşandina kamerayê bûya me dikaribû bigota dîmen û wêne ji hev in. Mixabin sînema di heman demê de montaj e. Kamera û çavên mîrov heman tiştî nabînin, her du jî tiştên cuda cuda dibînin. Kêmasiyên her du ya jî hene. Ku montaj nebe, mirov nikare ji dîmenê derbasî wêneyan be.” …

Di hin çavkaniyên zimanê sînemayan de navê Vertov derbas nabe ji ber ku Vertov belgefîlmvan tê dîtin.

Hin çavkanî jî dibêjin ku Eîsensteîn û Pûdovkîn di riya Vertov re derbas bûne û di encama vê rêwîtiyê de ev fîlm derketine: “Zirxa Potemkîn” , “Xêza Giştî” û “Ax” Vertov jî bi propogandaya Sovyetan, bûyerên di pêvajoya şoreşê de kişandiye û bûye hostayê montajê, di bîrdoziya belgeyan de û nêrînên sînemayan de şoreşeke xurt bi dest xistiye.

Nêrîna vê pevxistinê, bîrdoziya Sînema û Çav a Vertov, belgefîlmên wî yên berê bi tevahî diguherîne. Di vê rewşê de beriya kêşandina fîlman û di pêvajoya kêşandina fîlman de hemû tişt aşkera dibe, ji ber ku peywira pevxistinê ji “ji nû ve barkêşandin”ê vedigere “ji nû ve damezrînêr”ê.

Xebata ku hatibe sêwirandin, dema ku fîlm tê kêşandin astengê derdixe holê û nahêle fîlm ji nû ve were barkişandin. Vertov vê rewşê dişibîne lêpirsîna planan. Vertov diyar dike ku di vê pêvajoyê de li hemberî barkêşandina fîlmê tu astengî dernakeve. Ji bilî vê fîlm di pêvajoyê de xurt dibe û tiştên baş dardikevin holê.

Li gorî Vertov, pevxistin ji gelek beşan çêdibe. Ev beş, dema çavdêriyê, dema kêşandinê, piştî kêşandinê, mêzekirin û pevxistina dawî ne. Li gorî vê rewşê belge (nivîsên destan, wêne, pirtûk, nivîsên rojnameyan û hwd.) tên hilbijartin û fikra dawî zelal dibe.

Nêrînên Vertov ên bîrdoziyê bi sê awayî ne:

1.Pevxistina Parçeyên Kêşandî (dîtin û guhdarkirin): xebata kêşandinên amade yan jî yên ku ji nû ve bên kêşandin.

2.Sînema û Çav (kîno-glaz): amûrên ku dengan, tevgeran û jiyanê qeyd dikin û paşve van tiştan rêk û pêk kirin.

3.Kêşandina Jiyana Bêhay (jîzn-vrasplokh): aşkerakirin û kêşandina belgefîlman.
Vertov ji sala 1919’an vir ve ketiye nav xebatên taybetmendî. Di bihara sala 1918’an de dest bi sererastkirina Komîteya Sînemaya Moskovayê dike. Vertov, damezrandina rojnameya aktualîte ya ku ji aliyê hikûmeta Sovyetên Ciwan ve tê weşandin kir û paşve bû redaktorê vê rojnameyê.

Vertov, der barê Kîno-Pravdayê de wiha dibêje: “Kîno-Pravda bi alîkariya sînemayê rastiyê tîne zimên. Di vê kargehê de alfabeya sînemayê ji nû ve bi awayekî biryarî û hêdî hêdî dihat nivîsandin. Hin Kîno-Pravdayan ji bo kûrahiya mijaran dibûn metrajên dirêj.”

Dijber û alî di vê demê de derketin û gelek rexne hatin kirin. Di navbera 1923-25’an de 23 hejmarê Kîno-Pravdayê derketin, ji bilî van ji bo pîrozbahiya şoreşê, “Doh, Îro û Sibê, Pevçûn û Pênc Salên Serfiraziyê” derketin. Helbesta bi navê “Rastiya Biharê” ya ku derdora Rûsyayê hembêz kiriye jî derdikeve.

Fîlmê Dzîga Vertov ya bi navê “Mirovê Biqemera” li her derê cîhanê hatiyê pêşkêşkirin û ji gelek kesan ve hatiye temaşekirin û Vertov bi vê fîlmê gelek xelat bi dest xistiye. Di vê fîlmê de Vertov, kirinên mirovekî di kuçeyan de li hemberî rewşên cur û bi cur ji temaşevanan re parve dike, lê mixabin di vê fîlmê de Sînema-Çav dibe amûr, armanca rastiyê jî diguhere.

Vertov têkildarî mijarê wiha dibêje; “me bi vî awayî bi kevirekî sê çûk kuştin.” Û “Sînema-Alfabe”yê wisa dike ku hemû kes fêm bike û dikêşîne ser “Sînema-Ziman.” Aliyê din jî mirovekî ji sêrî heta binî li ser perdeyê dide sekinandin. Vertov: “Me ne Emîl Jannîngs, ne jî Charles Chaplîn kêşandibû, me derhênerê xwe Mîkhaîl Kaûfman kêşandibû.” Fîlmê bi navê “Lî Ser Lenîn Sê Stran” serfiraziyeke mezin dabû çêkerên xwe, lê “Mirovê Bikamera” jî ne tiştekî hêsan e.

Di navbera 1930-34’an de randimana Vertov zêdetir bûye. Hê fîlmên bideng derneketibûn, Vertov bi zehmetekî giran fîlmekî bideng ê bi navê “Coş” kêşand. Kêşandina fîlmên bideng, wan çaxan bi çavên bitirs dihatin dîtin.

 Hin rexneyn dihatin kirin ev bûn: “Fîlmên bideng, buhayê pevxistinê erzan dikin û çalakbûyîna dîmenan dê kêm bikin.” Lê Vertov, di riya fîlmên bideng de li hemberê vê rewşê amade bû. Vertov bi vî awayî derfet dît ku bîrdoziya xwe pêk bîne. Rexnegir Îpolît Sokolov têkildarî mijarê wiha difikire; “Xweza ne li gorî wênekêşiyê ye” û dibêje: “ fîlmên bi deng divê studyoyên bêdeng de bên kêşandin” ku wiha nebe ev fîlm dibin qeydên senfoniyên pisîkan. Di vê encamê de ev deng dibin hengameya jiyana modern. Vertov, bi fîlmê “Coş”ê bersiveke xurt da Îpolît Sokolov.

Chaplîn jî hemberî fîlmên bideng disekinî, lê dema ku fîlmê Vertov ê bi navê “Coş”ê dît ew jî şaşmayî ma û dûre fîlm eciband û ji Vertov re spasî û pîrozbahiyên xwe şand. Di vê fîlmê de amûrên ku dengan qeyd dikin hatine bikaranîn û dengên di xwezayê de hatine qeydkirin.(Dawî)

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse