Dû filmên Duhokê beşdarî festîvala Golf dibin

0
5
REKLAM    

Sînemakar Helkef Idrîs bo ajansa Peyamnêr ragihand kû, filmê ew têde beşdare, bi navê Yawerî û ji derhênana Hunermend Husên Hesene.

Amaje bi wê da kû, pêdivî bû kû ew di rojên festîvalê de beşdar bibe, lê ji ber mijulbûna wî di gel derhêner Betîn Qubad bi wênegirtina filmekî din, neçar bû geşta xwe bihêle.

Weha jî diyar kir, ew dê weke rêvebirê berhemê bi nûneriya Film dê beşdar bibe û di gel derhêner Kamîran Bêtasî dê dû filmên Kurdî bikevine hevrikiya festîvalê û li gel bi dehan filmên dî yên cîhanî.

Wekî din got: berê filmê me li berîkana wergirtinê kû dê li 11 nîsanê li bajarê Dubai despêbike û hetine pesendkirin û dê di rojên festivala Golf de bêne nîşankirin û filmê Yawerî dirêjiya wê 15 xuleke û ji berhemên sala 2012 ye, û Bêtasî jî dê bi filmê xwe yê bi navê Silwît beşdar bibe.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse