Dilekî bi duande: Xelîlê Çiyayî

0
15
REKLAM    

Xelîl, di hemû çalakiyên xwe de afirîner û hilberîner bû. Li gor min Xelîl duande bi xwe bû. Duande hinek jî bi kedê derdikeve holê. Heger ked tune be duande jî tune ye.

Li herêma Endûlûs ya Îspanya di nav gel de, bi taybetî jî di nav hunermendên ku bi flamenkoyê re mijûl in peyva “duande” pir derbas dibe. Di çanda vê heremê de deng û dans du hêmayên sereke ne. Rengê jiyana wan, rihê hebûna wan bi saya deng û dansê her tim zindî ye. Gava yek stranek dibêje an jî dansê digire dibêjin bi “duande” ye an jî bê “duande” ye. Bi gotinek din dibêjin di hunera wî de “duande” heye. Li gor wan heger duande hebe ew çalakî an jî huner pak e. Lê eger duande tunebe ew huner bê rih e û xav e! Pîvana duande yê li wir pir derbasdar e. Tiştê bê duande bê reh e ango ne xwedî kok e! Mixabin bê kok bûn an jî bê esil bûn hinek tahl e!

Duande çi ye?

Helbestvanê nemir F.Garcîa Lorca li ser vê peyvê pir sekiniye û lêkolînek berfireh pêkaniye. Her wiha di dawiya vê lêkolînê de teoriyek bi navê Duande jî afirandiye. Gava Lorca qala têgeha “duande” dike wiha dibêje; “Duande ne çalakî, arezûyek e. Têkoşînek e ne raman e. Min carek ji gîtarîstekî bihîstibû ew camêr wiha digot, ‘Duande ne di qirikê de ye; duande ji dil, ji serê piyên mirov dikişe ber bi jor ve.’ Bi kurtasî, duande ne mijareke jêhatinî ye, duande bûyineke rasteqînî ango xwîn e. Çandeke qedîm, di dema çalakiyê de afirandin an jî hilberînerî ye duande.”

Duande, “Tiştê her kes hîs dike ye, lê hêzeke efsûnî ku tu fîlozof an jî ramanger nikarin rave bikin e.” Duande hinek rih e û herî zêde jî reh e. Heger rihê te negihaştibe rehên te, tu çi hunerê bikî tu yê xav bimînî û berhema derxî holê ew ê xwîn-sar be. Lorca heta dawiyê li dû rehên xwe çû da ku rihên xwe bibîne. Bi helbest û şanoyên xwe wêrekiyeke bêhempa derxist holê. Her çiqas derfeta wî ya revê hebû jî ew nereviya û di bin gulebarana gulleyan de wek helbestên xwe herikî ber bi bêdawîtiya duandeyîbûnê de. Ji lewre Lorca, kesayeteke xwînşîrîn e, ne tahl e! Kesayeteke bi duande ye.

Xelîl, Lorca’yê sînemaya Kurd e

Helbestvanê bi navê Machado ku ew jî helbestvanekî nemir yê Îspanyolî ye, ji bo jiyana Lorca wiha digot, “comînando antre fusiles-rêveçûna di nav tifingan de…” Ez dixwazim piştî vê peyvê vegerim Kurdistanê û qala kesayeteke bi duande -ku ew jî ji ehlê xwîn-xweşikan e û di nav tifingan de bi rêveçûye- bikim. Ev kes Xelîlê Çiyayî ye. Wek Lorca ew jî xwe li çiyayan qulibandibû. Li dû lêgerîneke mezin bû.

Lêgerîna li duandeyê tiştekî pîroz e. Duande heqîqet bi xwe ye.

Bi Xelîl re tiştek wisa heye ku em tev hîs dikin lê em nikarin rave bikin. Xelîl, Lorca’yê sînemaya Kurd e. Di helbesta Îspanyolan de Lorca çi be, di sînemaya Kurd de jî Xelîl ew tişt e. Bi nivîs, jiyan, nêrîn, şoreşgerî û ya herî girîng jî bi çavên xwe yên sînematografîk di nav şer de herikiye çûye bi hêzeke Nîl’î lê wek Dîcle û Ferat! Xelîl, pelîkula 35 mm ya herî dirêj e di sînemaya Kurd de! Tama xwîna wî cûda ye. Rêveçûneke dijwar pêkaniye di bin dengê tifingan de. Di sînemaya Kurd de guldexwîneke pîroz e Xelîl. Taybet û pîroz e bi qasî agirekî piştî barana li çiyayî Kurdistanê. Di bin siya guleyan de ew bi dû qelbên wêneyan ketiye û kêliyên “çiyayî” mohr kiriye. Xelîl, bi sînemageriya xwe bûye bîr û baweriyên çiyayên Kurdistanê. Rê li ber arşîveke çiya vekiriye û rola xwe ya pêşengtiyê baş aniye cî.

Xelîl duande bi xwe bû

Gava ku Xelîl diçe çiyayên Kurdistanê paşnava “Çiya” ji xwe re hildibijêre. Bi gotina wî êdî ew li wir li ser wan zinarên bilind bûye xwedî kesayetek nûtir. Xelîl bi vê kesayeta nû nasnemeyek nû jî di hebûna xwe de hîs kiriye. Paşnava wî ya Çiya pasaporta wî ya li Kurdistanê bû êdî. Wiha digot Xelîl bi baweriyeke zelal, “Ne li qiraxa wê ne li quncikê wê; pêwîste bi tevahî di navenda cengê de bim. Li van çiya ger ku jiyanek hebe divê wisa be. Ger ku mirinek hebe dê ew jî wisa be.” Xelîl, çewa digot wisa jiya, ew di navenda cengê de bû her tim; him wek sînemagerekî û him jî wek şoreşgerekî têkoşînê dimeşand. Her du huneran jî baş pêkdihanî û serkeftî bû. Li dû xwe gurzek “fîlm û wêneyên çiyayî” hişt. Di hemû qadrajên wî de duande difûriya! Fîlmên wî kezzeb û wêneyên wî gurçikên çiya bûn. Niha Kurd bi hewldan û berxwedana wî serbilind in.

Xelîl, di hemû çalakiyên xwe de afirîner û hilberîner bû. Li gor min Xelîl duande bi xwe bû.

Duande hinek jî bi kedê derdikeve holê. Heger ked tune be duande jî tune ye.
Peyveka kevn ya Kurdan heye, “Dilê tirsonek singa gewr nabîne.” Kurdistan ji bo Xelîl singeke gewr bû. Xelîl ne tirsonek bû, wêrek bû ji lewre jî ew singa gewr dît û Xelîl ew sing baş hembêz kir bi kadraj û dîmenên xwe yên têr bi duande.
Tenê kamerayek wan û rêhevaltiya wan hebû. Pêwendiya wan ya bi çiya û xwezayê re bi duande bû. Divê em Kurd di vîzora dilê Xelîl de ji xwe re çavekî “çê” û bi “duande” biafirînin.

Ancax ew gav sînemaya me dikare ber bi dilekî duande re biherike…

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse