Dilê Sînema

0
12
REKLAM    

Piranî însanên me, ji sînema re wek hunereke yek ji hûnerên xweşikahiyê, ango estetîkê dinêrin. Birastî jî wek wêne, resm, ango sûret, rakkasî, xêzinandin, sêwirandin, bi tevahî hunerên ku bi xweşikahiya jiyan û objeyan ve mijûlin û ewana bi nêrîneke hunerane nîşanî me dikin, ev yekana bi ser xwe di bingeha sînemayê de ciheke xurt û esas digirin; lê sînema, ji van yekan wêdetir gelek tişt e û bi tevahî perçên xwe ve sînema ye…Ji ber vê yeke jî, em dikarin bêjin tenê bi wêne, tenê bi ronahî, tenê bi sêwirandinê ve hwd jî sînema nabe sînema, nagihîje rastiya xwe û bi vî hawî hebûna xwe, navê xwe, ango wek sînema xwezaya xwe temam nake. Bi her awayî qels û kêm dimîne.

Belê… Lê gelo karê sînema bi çi awayî bibe “sînemayî” û emê bi çi şiklî, bi dileke rehet ve ji wê re bêjin “belê ev yek sînema” ye? Mamosteyeke me hebû, ji Îranê nêzî 40 sal him li ser şano him jî di sînema de kar kirîbû, her wiya bi dehan şano û bi dehan berhema sînemayî ve jî xwedî dîrokeke xurt, têr û tijî bû, bi navê Moharram Zeînalzadeh, gava ku dihat fêrgeha me ya sînema û tevî dersê me dibû, yekem pirsa wî “gelo sînema çiye?” dibû. Û dest pê dikir; “sînema kulîlkek e, çekek e, bêhngirtinek e, naqişandinek û xemilandinek e, wêjeyek e, çîrokek e, nêrînek e, banzdanek e, agirek e, dilopek û umanek e, çiyayek e” û hew, û hew, û hew, nêzî saetek dihijmêriya… Û di her yek pêyvên wî de jî bêhna sînema digihîşt însanê, dengê sînema tijî guhên însanê dibû, hêsteke zanyarî û têgihîştinê ya li ser sînema dora însanê digirt û dorpêç dikir.
Her wiha gava ku fîlma “Bakûr” (ya ku tê zanîn li ser jiyana tevgera Kurdistan û jiyana şoreşgerên canfêda dokumanterek e), ji mihrîcana Stenbolê rastî bendava sansûrê hat, ku wê deme jî yek derhênerê Bakûr Çayan Demirel li nexweşxaneyê bû, di hişê min de gotinên Zeînalzadeh tevgeriyan û xwe bixwe ji lêvên min ev gotin hilweşiya; “Sînema dilek e; pitpitandina wê dilê ye, ku çi dewlet, çi qanûn, çi tirsê re an jî qedexekirinê re ciheke piçûk jî neveqetandiye di wê dilê de.”
Birastî jî sînema dileke wisa ye ku, bi dengê xwe û bi rîtma xwe ve temam laşên desthilatdaran dilerizîne, dihejîne û diranên wan li hev dixîne, ew dil li nexweşxanê be jî, bi zorê bi zehmetiyê be jî, tu car dengê muzîka xwe ya dixweşiyê naterkîne. Hê deng vedide; wekî dilê Çayan û karkerên wê fîlmê ya berxwedêr, wekî rîtma nexşeyên fîlma Bakûr, wekî qerekterên ku di nav wê fîlmê de û hew.

Sînema qetreyek, dilopek av e, gava ku tevî dilopên din bû dibe uman, gava ku li ser kevirek barî jî dibe qulker… Da ku sînema xwe ji destê nezan û bêdilan bifilitîne…  Çi ku sînema, xwedî hêzeke wisa ye ku, gav bi gav ew nezanan re jî dileke sînemayî diyarî bike, bibe dilek ji wan re, û bi vî hawî ew jî têbigihîjin ji wate, naverok û kûrahiya sînema re.
Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse