Die Falscher-sextekariya dewletê

0
12
REKLAM    

Fîlmên wiha her tim bûne sedema lêpirsîna nirxên ehlaqî û civakî. Di bûyerên dîrokê de, binpêkirina mafên mirovahiyê, qetilkirin û komujiya netewan, êş û jana mirovan zû zû nayên ji bîr kirin. Bêguman aşkerekirina van buyeran de rola sînemayê nayê niqaşkirin. Lê ev jî hinekî girêdayî nêrîna derhêner e, divê derhêner ne tenê ji bo buyerên dîrokî, her wekî din jî ji rastiyê dûr nekeve, ji nirxên civakê dûr nekeve.

Li ser Duyemîn Şerê Cîhanê gelek fîlm hatine kêşandin. Di van fîlman de mijara taybet, komkujiya ku ji aliyê Naziyan ve li serê Yahûdiyan hatiye kirin e. Wargehên komî yên Naziyan di dîrokê de cihekê qirêj ji xwe re girtine, kirinên Naziyan jî bi taybetî hişê Yahûdiyan û di hişê mirovahiyê de zû bi zû nayên ji bîr kirin. Lê ku em giştî li dîrokê binêrin, dijwarî û qirêjiya şerê di navbera dewletên cîhanê de hatine kirin, em xwe ji ecêbûyînê xelaz nakin. Bi rastî ji bo qirêjiya şerên dewletan ne hewce ye ku em biçin rûpelên dîrokê yek û yek vekin, ji ber ku niha jî ew şer didome, ew qirêjî xwe dide der û ji para mirovahiyê re mirin dimîne. Şerê ku di navbera dewletên cîhanê de bûne, ne tenê li ser hêla leşkerî ne, ji aliyê aborî, derûnî û çandî ve jî şer hatine kirin û hê jî bênavber didomin.

Di sala 1942’an de, duyemîn şerê cîhanê hemû hêlan ve didome. Lê hemleya ji aliyê Almanyayê ve hatiye kirin pir balkêş e, hemû qelpezanên Yahûdîyî di wargeheke komî de bi cih dike, ji wan re ji nan û avê bigire heta amûrên teknîkî, derfetên baş pêşkêş dike. Almanya, bi destê xwe sextekariyê dike û pereyên sexte derdixe da ku dewleta Îngîlîztan û Amerîka ji aliyê aboriyê ve têk biçe, her wiha di encama şer de aboriya Îngiliztanê xerab dibe û di nirxandina fîlmê de emê bînin ziman Amerîka dibe hikumdarê cîhanê.

Ev fîlma bi navê “Die Falscher-Sextekariya Dewletê(2007)” bi taybetî di wargehên komî yên Naziyan de bi Yahûdiyên girtî, çêkirina pereyên sexte dide pêşandan. Derhênerê fîlmê Stefan Rûzowîtzky ye û ji Awistiryayî ye, beriya vê fîlmê çend fîlmên wî yên din jî hene lê fîlma wî ya herî navdare ku xelat girtiye, Die Falscher(2007) e. Me di serî de gotibû di derbarê vê mijarê de gelek fîlm hatine kêşandin. Ev fîlm ji aliyê teknîkî ve li gorî fîlmên din mînak, fîlma derhênerê navdar Steven Spîelberg ya bi navê “Lîsteya Schîndler” hêsan dimîne, hem ji aliyê pêşkêşkirina mijaran û hem jî aliyê peyamên bîrdoziyê ve qels dimîne. Rûzowîtzky, xwestiye ku hinekî polîtîk tevbigere lê kêmasiyên polîtîkbûyînê di fîlmê de xwe didin der û ku em, bibêjin di hin dîmenan de ji rastiyê dûrketiye, dê gotina me yê di cî de be. Dibe ku me, êş û janên di wargehên komî yên Naziyan de hatine jiyîn, zêdetir temaşe kiribe, lê birêz Rûzowîtzky em zêdetir neêşandin. Mirov hew dizane ku armanca wî tenê pêşkêşkirina qelpezantî û çêkirina pereyên e.

Fîlm ji dîmeneke Salomon ya li devê behrê dest pê dike. Salomon, qelpezanekî navdar e, têra xwe pereyên sexte çê dike û bi wan pereyan jiyaneke dewlemend dijî. Di serdegirtinekê de ji ber sûcê qelpezaniyê tê girtin û tev li sirgûniyên Yahûdiyan dibe, di nava tevir û bêran de jiyaneke sêfîl dijî. Salomon ji bilî hunermendiya xwe ya navdar, kone ye jî. Di wargeheke komî ya Naziyan de êvarekê, bi tiliyên xwe yên bi birîn, wêneya fermandarekî Naziyan xêz dike. Fermandar wêneya xwe diecibîne û dûre Salomon wêneyên fermandarên din jî xêz dike,

bi vî awayî ji kar û barên giran xelaz dibe. Ji ber ku di karê xwe de serkeftî ye û hunera xwe baş dike, wî dişînin wargeheke din.

Dewleta Almanyayê ji bo şerê aborî operasyoneke taybet ya bi navê “Bernhard”ê pêk dîne. Hewl dide ku di serî de aboriya Îngîlîztanê û dûre ya Amerîkayê ji ber pereyên sexte têk biçe. Ji bo vê operasyonê, qelpezan, grafîker, wênesaz, çapgerên navdar yên Yahûdîyî di wargehekê de kom dike, ji wan re li gorî sirgûniyên-girtiyên din şert û mercên baş pêşkêş dike. Lê her gav bi qêrîn û nalîna girtiyên din ve rû bi rû dimînin. Her çiqas şert û mercên wan li gorî girtiyên din baş binin jî, her tim bi rastî heqaret , zilm û zordariyê dihatin. Salomon, ji ber ku serkeftî ye di nava girtiyên din de berpirsiyariya karên çêkirina pereyan didin ser milên wî. Di serî de dixwazin ku pereyê Îngîlîztanê yê Sterlîn were çêkirin. Piştî çend cerebeyan, pereyê Sterlîn tê çêkirin ku ji aliyê bankaya navendê ya Îngîlîztanê ve, sextebûyîna wan nayê ferqkirin. Ji wan pereyan çar carê pereyê Îngîlîztanê hate çapkirin û ew hemû pere kete nav bazara Îngîlîztanê. Dû re dor tê pereyê Dolar yê Amerîkayê.

Di nava qelpezanan de yekî bi navê Adolf Bûrger heye. Bûrger wek komunîst tê dîtin û bi rastî jî bi xîret e. Dike ku di nav şert û mercên pir xerab de ber xwe bide, li hemberî çapkirina pereyên sexte derdikeve, li qetilkirina gelê xwe nerazîbûyîna xwe derdixe pêş û her wiha di gotineke xwe de wiha dibêje: “Em ji bo ku rastî zêde bibe çapgeriyê dikin!” Salomon tev li fikra wî nedibû, lê hember derketina Bûrger aşkere nedikir.

Dîmeneke Salomon û di mala fermandarê Nazîyî de heye ku, di navbera Salonom û jina fermandar de axaftineke balkêş derbas dibe. Ji xwe sekna Salonom giyaneke hêja dide fîlmê lê, jina fermandar, hem bi meraqdarî û hem jî bi serfiraziya xwe ya ku xwe ji Yahûdiyan bilindtir dibînin ve bi Salonom re dipeyîve. Nêrîna jina fermandar ya di derbarê Salonom de hewceyî nirxandinê ye.

Fîlmên wiha her tim bûne sedema lêpirsîna nirxên ehlaqî û civakî. Di bûyerên dîrokê de, binpêkirina mafên mirovahiyê, qetilkirin û komujiya netewan, êş û jana mirovan zû zû nayên ji bîr kirin. Bêguman aşkerekirina van buyeran de rola sînemayê nayê niqaşkirin. Lê ev jî hinekî girêdayî nêrîna derhêner e, divê derhêner ne tenê ji bo buyerên dîrokî, her wekî din jî ji rastiyê dûr nekeve, ji nirxên civakê dûr nekeve.

Salomon ji bo hevalekî xwe yê nexweş ku derman peyda bike, bi fermandar re dipeyîve. Bi berdêliya dermanan dest bi çêkirina dolaran dike. Lê hevalê wî ji ber nexweşiya wî tê kuştin. Çêkirina dolaran diqede lê, dawiya şer jî tê. Ji ber derengketina çêkirina dolaran, dolar kêm tên çapkirin, her wiha kêm jî dikevin nav bazara Amerîkayê. Piştî xelazbûna şer, Salomon dîsa vedigere jîyana xwe ya berê. Dîmena dawî jî wek ya pêşiyê di devê berê de, bi reqsa Salomon û jinekê ve diqede. Filmê Die Falscher Temaşe Bike

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse