Katolîkekî wextî wî derbasbûyî: Martîn Scorsese!

0
23
REKLAM    

“Karekterên wî dişibin Îsa! Çarenûsa Îsa parve dikin. Bêçare û   neçar in. Dixwazin hin tiştan biguherînin. Lê mixabîn her tim weke Îsa, nayên fêhmkirinê an jî nikarin xwe bidin fêhmkirinê û zafek caran têk diçin. Di çarmixan de, di janên bêar de derbas dibin lîstikvanên wî…”

“Ez katolîkekî wextî wî derbasbûyî me…!”

Martîn Scosese wisa dibêje ji xwe re û xwe wisa dide naskirin. Scorsese gava biçûkbûye malbat (malbata wî jî katolîke) wî şandiye dêrê û xwastine li wir perwerda olî bibîne, lê mixabîn Scorsese zêde li wir îdare nekiriye û pişta xwe da ye dêrê, ji wir reviya ye û carek dinê berê xwe nedaye dêrê…Ew di temenê xwe î biçûk de reviya salonê sînemayê, li wir,  li filman temaşe kiriye, bi taybetî jî fîlmên Western(Kovboy) pir bala wî kişandine û ketine hişbiniya wî..Lê dîsa jî di jiyana wî de ola xirîstyanî û katolîkbûn ciyekî taybet girtiye û di jiyan û fîlmên xwe de cî da ye mijarên bi vî rengî…

Martîn Scorsese di sala 1942’an de li Amerîka’yê tê dinyayê. Scorsese gava ku di biçûkahiya xwe de çûye dêrê li wir kesên ku ji wan re dibêjin “Mîsyon” û karê mîsyonertiyê dikin bi wan re eleqedar bûne û ji zarokên wir re qala dinya wî alî, dojeh, bihûşt û hwd. kirine. Ev kesên karê mîsyonertiyê dikirin ji deverên cûda dihatin û di berîka wan de çîrokên cur bi cur hebûn. Mîsyoner vî karî bi şêwazeka şanoyê dikirin û li ser zarokên dêrê bandorekê çêdikirin. Scorsese, ” Tiştê ku ez jî dixwazim çêbikim bi vî rengê ye. Dixwazim giyan, kelecan û hewesa şanoya mîsyoneran di sînemayê de hilgirim dest û  şanoya wan bi forma sînemayê bînim ziman.” dibêje û bingeha sînemaya xwe bi bîranîn û serpêhatiyên xwe fireh dike û wisa dest bi sînemayê dike.

Malbata Scorsese bi eslê xwe malbataek Îtalyanî ye. Ji Sicîlya’yê koç kirine û hatine li bajarê ABD’ê li New York’ê  bi cîh bû ne. Scorsese jî wê ji vê rewşa xwe î malbatî (Îtalyan-Amerîkan) sûd wergire û di fîlmên xwe de binirxîne…Di salên 1960’î de dest bi Zanîngehê dike. Di zanîngeha New York’ê de beşa sînemayê dixwîne û di nava 4 salan dibistana xwe quta dike. Piştî zanîngeh diqede dest bi kurtefîlman dike û gavê xwe davêje nav sînemayê….

Scorsese, di dema ku zanîngeh dixwîne de zêde li fîlman temaşe dike. Bi gotineka din ew dibe “sînefîl” ek..Dîroka sînemayê baş dixwîne û wisa sînemaya xwe xurt dike û xwe her roj pêş dixe. Wî wextî li ser şêwaz, ziman û estetika fîlmên Ewrûpa disekine û dixwaze wan fêhm bike. Bi taybetî jî li ser sînemaya Fransî’yan hûr dibe, hewldide ku taybetmendiyên “Pêla Nû”  di kurtefîlmên xwe de bikarbîne. Di kurtefîlmên xwe yên pêşî de van taybetmendiyan diceribîne û dixwaze hin tiştan vebêje. Ger mirov li van kurtefîlmên wî yên li xwarê hatine rêz kirin birêne wê bêtir bê fêhmkirin ku destpêka sînemaya Scorsese, ji Pêla Nû sûd wergirtiye. Bi taybetî jî derhênerê Fransa’yî Godard, ku jêra dibêjin Pîcasso’yê sînemayê!

What’s a Nice Girl Like You Doing in a Place Like This?
It’s Not Just You, Murray!
The Big ShaveWho’s That Knocking at My Door

Scorsese, her tim di nav lêgerînekê da bû ye û xwastiye di sînemayê de teknîk û şêwazên nû biceribîne ango bi kar bîne. Lewma jî Scorsese, li gor rêgezên Hollywood’ê tevnegeriya ye û xwe ji çepera Hollywood’ê hinek dûr xistiye. Herî dawî tarzeka cûda hilbijartiye û bû  ye derhênerê afirîner (Autheur) Scorsese, sînemayê weke hunerekê hilgirtiye dest. Baldarî ango hesasiyeta wî her tim xwe da ye derve. Ew her tim li pey zimanekî xwerû û jidil bû ye…

Scorsese gava ku bi van kurtefîlmên xwe hinek tê naskirinê bala hin kesên sînemager jî dikşîne. Yek ji van kesan jî lîstikvan û derhêner John Cassevates e. Cassevates li fîlmên wî (Boxcar Bertha)temaşe dike û ji nêzve dixwaze bi Scorsese re bikeve têkiliyê da ku li ser sînemaya wî pêre biaxive! Cassevates bi awakî xwe digihijîne Scorsese û jê re wiha dibêje; “Ev fîlmên tu dikşînî ne mijarê te ne! Ev mijar ne aîdê gerdûna te ne. Tu çima çîrokên xwe nabêjî, vegere biçûkahiya xwe û wan serpêhatiyên xwe bikşîne!” Piştî axavtina Cassevates Scorsese berê xwe dide New York’ê ciyê ku lê dijî..Axaftina Cassevates li ser bandoreka erênî çêdike û bi Cassevates re dibe heval.

Mirov dikare mijarên ku Scorsese di fîlmên xwe de hildide dest wisa rêz bike; gangster, edalet, guneh, sûc, mafya, çete,  tûndî û şidet, sinc û ehlaq, kibir, pozbilindî, tolhildan, bawerî, hakîmiyet, kuştin, şer, xwîn, guherandin, ketin, lêpirsîn, otorîte, hêz, erk, nokokiya mirovan û hwd. (Mean Streets, Goodfellas, Raging Bull, Taxi Driver) Ev mijar di bîra Scorsese de baş rûniştine. Scorsese, her ku jê re lazim dibe mijarên xwe ji bîra xwe derdixe û wan bi hevre baş dihûne ango dihêre. Muzîk û pevbestinên  Scorsese jî hema bêje bê qusûr in. Zû bi zû kêmasî naxe fîlmên xwe..Di fîlmên xwe de, mijarên ku vedibêje (ew mijarên asê û tevlîhev)  bi awakî serkeftî dixe rêzê û fîlmên wî weke avê diherikin. Pevbestineka azad û xwerû diafirîne. Tiştê di hişê xwe de disêwirîne,  pêktîne. Dîsa di zafek fîlmê wî de dengê ji derva de tê, tê bikaranîn. Ev yek jî fîlm û tarza wî xurttir dike û  zimanê wî bi nîrx dibe. Scorsese, bi tarza xwe û karekterên xwe î cûda wê di pêşerojê de li ser derhênerê weke Quentîn Tarantîno û Olîver Stone jî bandora xwe nîşan bida ya…

Scorsese berê xwe dide çîrokên xwe..Li New York’ê kesên ji hev cûda dijîn. New York ciyekê kozmopolît e. Hema bibêje her cure mirov di New York’ê de hene. Çewa mi li jor jî got, Scorsese yek ji wan kesaye ku bi eslê xwe ji Sicîlya’ye û ji Îtalya hatiye, li New York’ê bi cih bûye..Li New York’ê bajarekî biçûk yê Îtalya’yê ava bû ye! Ev rewşa wî îtalya-Amerîka ji bo sînemaya wî giringe. Gava mirov li fîlmên wî dirêne ev yek baştir xwe dide nîşandan. Scorsese filmê xwe î pêşî yê bi navê Kuçeyên Li Paş ( Mean Streets, 1973) dikşîne. Ev fîlm hema bibêje ji sedî 70’ê jiyana Scorsese bi xwe ye. Charlie, (Harvey Keitel) prototîpê wî bi xwe ye. Nakokiyên wî, jiyana wî ya malbatî, bondora ola Xiristyanî, hevalên wî û kuçeyên New York’ê ku ew li mezin bu ye..Ev tev dibin sedem ku Scorsese vî fîlmê bikşîne. Dawiya dawî fîlmekî serkeftî derdixe holê û bi vî fîlmê xelatan werdigre û hinek din tê naskirinê…

Cassevates bi xwe di filmê Mean Streets’de jê re dibe alîkar û piştgiriyê dide wî. Scorsese bi fîlmê Mean Streets hin formên nû bikar hanî bû. Filmê wî ne dişibiya filmên klasîk yên Hollywood’ê! Hin teknîkên sînemaya nûjen bikar hanîbû û li gor xwe stîlekê ava kiribû. Bi kamerayê cûdahiyek ava kiribû, dînamîzm û tevgerek bi wate derxistibû holê. Pişta xwe bi zanebûn dabû sînemaya klasîk û bi şikandina wext û deformekirina hin rêgezên klasîk zimanê xwe yê nûjen di sînemayê de afirandibû… Hêdî hêdî wê navê Scorsese bi fîlmên “Sûc” an bihata bibîranîn.

Sûc, edalet, guneh û azadî!

Di destpêka fîlmê  Kuçeyên Li Paş de wisa tê gotin; ” Mirov bedela gunehên xwe li dêran nade, li kuçeyan an jî li malê dide. Wekî din her tişt vala ye. Tu zanî!” Meydan an jî kuçe ciyê xêr û guneha ye. Her tişt li wir diqewimin û pêwîste biryara hinek tiştan li kuçan bê dayîn? Mirin an jî jîyan çi dibe bila bibe…Wê kuçe biryara wî bide!? Lewra Scorsese jî berê vîzora xwe dide kuçeyan û dixwaze rewşa kuçeyen û kesên lê dijîn vebêje an jî tomar bike. Ji xwe di hin fîlmên wî de bêhna belgefîlman jî tê. Taybetmendiyên belgefîlman di fîlmê xwe de bikar tîne ( kamerayê sekinandin, wêne, dîmenên berê, danasîn û hwd.)

Sûc; tiştên her roj li ber çavên wî dihatin jiyandin! Sûc; rastiyek bajarê New York’ê! Sûc; tiştekî ku tu nikarî jê birevî! Edalet; bi hêzbûn! Edalet; kuştin! Guneh; dêr, dêr û dêr. Azadî; kuçe û ji malê veqetîn an jî li ser piyê xwe sekinandin…Hema bibêje di her fîlmên xwe de hinek xwe û jiyana xwe vegotiye Scorsese.  Ciyê ku lê mezin bû ye (Ney York) ciyekê balkêş e. Di salên 60-70-80’ê de ciwanên nû, jenerasyona nû kuçeyan ji xwe re weke azadiyekê dîtiye. Sûc çi ye? Edalet çi ye? Guneh çi ye? pirsên vî rengî ji me dike û bi saya karakterên xwe dixwaze van têgehan veke û vebêje. Ew dixwaze dîroka tundî (şidet) ya Amerikayê li ser pelîkulê binexşîne û weke sondajekê dixaze tiştên ku ser wan hatine girtin, yên du kurahiyê de ma ne derxwe ser rûyê erdê. Civakê jî, bi saya van karekteran didarizîne û dixwaze hin fikran bixe bin lêpirsîne. Scorsese ji teolojiya ola Xirîstyanî zêde sûd werdigre. Di her fîlmê xwe de mijarên olî, nêzîkatî û bandora ola Xiristyanî ji xwe re weke orjînekê hildide dest û di fîlmê xwe de bikar tîne. Kuçe, pencere ango deriyekî azadiyê ye ji bo karakterên wî. Lê, azadiyeka ku azadiya kesên din ji destê wan distîne!? Mirov nizane ku azadiya karekterên wî çewa binirxîne?

Karekter û lîstikvanên Scorsese

Çewa me li jor jî got Scorsese ji çîrokên sûc’an zêde hez dike. Nîvê fîlmê wî li New York’ê derbas dibin. Scorsese û New York bi hevre zewicîne û nikarin ji hev biqetin! Karakterên wî kesên normal nîn in gelek caran anormal in û ne li hemdê xwe ne. Di nav civakê de tenêtiyekê dijîn karakterên wî! Bêçare û denga wan xerabûyî ye her tim. Ew tenê ne û dinya hemû li hemberî wan e! Serhildêr in hinek û dibêjin em jî sûretê xwedêne..xwe nêzî xwedê hîs dikin! Lê mixabîn bi ser nakevin, têk diçin… Dixwazin ji malbata xwe biqetin û bi serê xwe tevbigerin. Karekter û lîstikvanên wî (yên li pêş) zafekî wî mêr in. (Robert De Nîro, Harvey Keitel, Reonaldo Dî Caprîo) Karekterên wî her dem li dû îspatkirina “mêrantî”ya xwe ne! Ji bo xwe îspat bikin dikarin bikujin, bidin kuştin û xwe bikujin…Karekterên wî dixwazin ku mirov ji wan re bibêje ,”Çi mêr in! Çi bi hêz in! Çi mezin in!”  Ev nêrîna mirovan ji bo wan girîng e. Dikarin ji bo gotinek wisa her tiştî bikin.

Karekterên wî obsesîf in! Giyana wan serobino ye. Dîsa mirov dikare bibêje ku karekterên wî yên mêr kesên xizan û zahf ne dewlemend in. Gava karekterên wî yên mêr ji jinekê hezbikin ew jin her tim ne li gorî wî karekterê ye û ji mêr dewlemendtir e! Bi kurtasî di nava kerekterên jin û mêr de nakokiyek he ye di hêla aborî û jiyanê de. Di navbera wan de şer he ye û hev diêşînin di hêla hin tiştan de.

Nêrînên nijadperest, zayendî û faşîst jî di hin fîlmên wî de derdikevin pêş. Weke mînak mirovên reşik yên li New York’ê dijîn yan diz in an jî kesên ne baş in! Bi awakî neyênî tên nîşandan. Nêrîna kesên serdest ya li hemberî kesên dina, tê rexnekirin. Rewşa li Amerîka radixe ber çavan. Ji xwa gava Scorsese tûndî, şidet û nijadperestiyê nîşan dide weke tiştekî baş nîşan na de. Wisa dixweye ku ew van nêrînên çewt rexne dike û li hemberî vê rewşê disekine. Tenê tespîtek dike û dixwaze vê nêrîna ku li kuçan he ye bi me re parve bike.

Nakokî, dûalîzm û antagonîzma

Scorsese di axavtineka xwe de wiha dibêje; “Sînema ji bo min weke dêrekê ye. Kesên ku êş kişandine her tim bala min kişandine.”

Ger sînema dêr be…gelo Scorsese gunehên xwe derdixe di vê dêrê de? Bi rastî jî gava mirov li fîlmên wî dirêne tev kesên ku êş dikşînin dilîzin di fîlmê wî de. Lîstikvan û karekterên Scorsese di navberekê de ma ne. Di dojehê de avjeniyê dikin. Zafek caran ciyên kûr  û nekûr ji hev dernaxin, herî dawî dixeniqin an jî mirar dibin. Çarenûs û dawîya wan tiştekî bi xêr nîn e! Karekterên wî carna jî dikevin erqekê û di wir de xwe dibin û tînin. Li riyeka xilasiyê digerin. Nikarin ji erqê rizgar bibin. Nizanin ku çi bikin, çewa bikin, bu kurve herin? Dikin û nakin nikarin ji êşan azad bibin! Dixwazin nêzî xwedê bibin pêra biaxivin, lê jîyana wan dûrî wê manewiyatê ye! Rê û rêbazên bikar tînin dûrî rastiya xwedê ye! Her tim tirsek di dilê wan de he ye. Dixwazin bi nebaşî, hesûdî û xedariya di nava xwe de bikevin têkiliyê û koka wan biqelînin, wan ji holê rakin lê, bi sernakevin. Nebaşî wan dixe bin destê xwe û wan têk dibe. Nakokiyek mezin di nava fikr, raman û jîyana wan de he ye. Tiştên baş û tiştên ne baş şer dikin bi hevre. Hundirê wan weke mêrgeka herbê ye! Nikarin ji nav meselên xwe derkevin. Dûalîzmeka dijwar bi wan re he ye. Û lihevkirinek çênabe mixabîn. Giyaneka antagonîk di bedana wan de ye. Tez û antîtez he ye lê, sentez tune ye, çênabe!Scorsese wan di dêra (sînema) xwe de didarizîne, her wiha jîyana xwe jî didarizîne. Lewra Scorsese wiha dibêje; ” Sînema, tevahiya tiştên di hundirê çarçoveyê û dervayî wê de dibe ye.” Yanî sînemaya mirov hinek dişebe jiyana mirov jî di heman demê de. Huner û berhemên mirov ne li dervayî jîyana mirov in. Ew bi jiyana mirov re, ji nêz de eleqedar in. Fîlmên Scorsese eyna Scorsese ne. Ew di wan eynan de bêtir xwe nas dike. Ger her mirovek gerdûnek biçûk be, Scorsese jî gerdûna xwe rave dike. Di vê gerdûnê de gelek kes xwe, rastî û kêmasiyê xwe jî dibînin…

Charlie, Travîs, Jack La Motta û Henry

Charlie, (Kuçeyên Li Paş) ; “Zêde bi ser bêdawîtiyê ve neçe û li hevdu nexe! Nexwe tu nikarî ji navê derkevî. Êş û janên dojehê di cure ne; cureyek ewe ku tu destê xwe didêyê û ya cureya din jî ewe ku tu di dilê xwe de hîs dikî..Giyan jî hêla manewiyatê ye…Tu dizanî?  Di navbera her du cureyan de ê herî dijwar cureye manewî ye..!!”

Travîs, (Şofêrê Texsiyê) ; “Ez di jiyana xwe de her tim tenê bûm, li baran, di wesayîtan de, li qaldiriman û di dikanan de, li her derê ez tenê bûm…Rev tunebû, ez qûlê xwedê yê tenê bûm. Roj derbas dibin û diçin…Tu ferqa rojan ji hev tune ye…”

Jack La Motta, (Gayê Bi  Hêrs) ; ” Şeva pêşî ku ez hatim virê (bar-dîsko) min ji xweyê vir re wisa got,

– Tuwalet li kurê ye?

 Ji min re wiha got,

– Tu di navê da yî..(!)

Henry, (Dostên Hevgir) ; “Li gor min, ku mirov bibûya gangster, ji serokkomartiya ABD’ê baştir û hêjatir bû!  Lewra, gangster nedişibiyan kesên dinan û tiştên dixwastin dikirin…”

NÎŞE: Ev nivîs tevahiya sînemaya Scorsese ranaxe ber çavan. Tenê çend hêlan vedibêje. Fîlmografiya Scorsese zêde berfireh e. Lewra jî, ji bo mirov tevahiya sînemaya Scorsese binivisîne an jî şîrove bike, xebateka dûr û dirêj pêwîste.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse