Di sînemaya modern de hev zayendî, Jinên Almodovar; Todo Sobre Mi Madre

0
4

Di derbarê dayîkeke îspanî; Manuela…

Dîrektorê îspanî Pedro Almodovar, di sînemaya Îspanya de di cihekî girîng de disekine. Xwediyê hunereke xurt û nasnameyeke biyanî ji civakê ye; hevzayend e. Çima em behsa nasnameya wî ya zayendî dikin? Ji ber ku di fîlmên xwe de axilebe qala serpêhatiyên mirovên hev-zayend dike. Yanî nasnameya dîrektor sîrayetî hûnera wî jî kiriye bi awayekî xwezayî…

Fîlmên wî hem bi dekor-kostumên xwe hem jî bi lehengên xwe pir rengîn in. Lê ligel ewqas rengîniyê jî tije êş û keder in fîlmên wî. Lehengên Almodovar yên jin, ji derve kêfxweş û aram xuya dikin lê di hundirê wan de her tim agirê êşeke kevn heye. Hûn dikarin vê hevokê ji ters ve jî bixwînin. Ji ber ku êş û kêf cêwî ne. Di psîkolojiyê de ji vê rewşê re dibêjin xerabiya tevgeran (anksiyete, bîpolar… hwd.)

Di fîlmê me ‘Di Derbarê Dayîka Min De Hemû Tişt’ de, çîrokeke pir trajîk diqewime li kuçeyeke Madrîdê. Lehenga me Manuela, lawkê xwe yî xort Esteban dibe şanoyekê. Dema ku ji şanoyê derdikevin, Esteban dixwaze ku ji şanogera serkeftî Huma destnîşanekê bigre. Di bin baranê de li du tirimbêla Huma baz dide lawik. Ji nişka ve ji hember tirimbêleke din derdikeve pêşiya lêwik û di bin de dimîne. Dimre…

Piştî vê bûyerê Manuela serobino dibe. Rojnivîska kurê xwe dixwîne. Esteban di rojnivîskê de behsa bavê xwe kiriye. Xwestiye bavê xwe yî wenda/mirî nas bike.

Manuela ji bo bîranîna kurê xwe vedigere Barcelona yê. Dikeve pey şopa bavê Esteban…

Helwesta Manuela, sekna wê ewqasî henûn û bihêz e ku mirov heyran dimîne. Jineke pir bihêz e. Jineke dil bi rehm e. Li hember herkesî bi alaqayeke jidil tevdigere. Li Barcelonayê leqayî hevalê xwe yê kevn Agrado dibe. Agrado jineke transeksuel e. Pir sempatîk û zîrek e.

Manuela li wir rahîbeyekê nas dike; Rosa, ji mêrê Manuela yê kevn (bavê Esteban) biheml maye. Bavê Esteban Lola bi nexweşiya AIDSê ye. Lola jî hev-zayend e. Transeksuel e. Nexweşiya Lola, Rosa di dema zayînê de dikuje. Nexweşî derbasî lawkê Rosa jî bûye. Navê wî lawikî jî dikin Esteban…

Piştî mirina Rosa, Manuela li Estebanê piçûk xwedî derdikeve. Wî jî mezin dike. Estebanê piçûk ji nexweşiya AIDSê xelas dibe.

Almodovar di fîlmên xwe de axilebe rengê sor bikartîne. Sor, bûye fetîşeke wî*

Jinên Almodovar, di nava ewqas derdan de qilafet û makyaja xwe qet îhmal nakin. Di fîlmê Almodovar de hemû hest û hemû nirx di nava hevdû de ne, girîft in. Lehengên jin, her tim bi hev re di nava piştgiriyekê de. Gelek caran pev biçin jî, di dawiyê de dilê wan bi hev dişewite. Alîkariya hev dikin.

Di sahneyekê de bîner ji hestekê dixe nava hesteke din dîrektor. Derûniya temaşevanan serobino dibe. Evîn, dêbûn, bêrî kirin, êş, kêf, azadî, biyanîbûn…

Di vî fîlmî de ligel Manuela dibe ku hemû temaşevan jî digrîn. Dema ew digrî, temaşevan jî digrîn, dema ew dikene, temaşevan jî dikenin. Lîstikvaniyeke pir serkeftî derxistiye holê Manuela.

Almodovar, bi dîmenên rengîn nexşeya êşê xêz dike.

Ez her tim dibêjim, go mirovên li dijî nasnameyên cuda, yanî mirovên homofobîk çend heb fîlmên Pedro Almodovar temaşe kiribûna, ez bawer im wê nêrîna wan di cih de biguheriya. Êdî wê ji nexweşiya xwe yî homofobî rizgar bibûna.

Hev-zayendî ne nexweşî ye, homofobî nexweşî ye ji ber ku…

Ji nava mirovên homoseksuel gelek hunermendên hêja derketine; P. P Pasolini, Rainer Werner Fassbinder û Xavier Dolan dîrektorên navdar û serkeftî yên hev-zayend in. Gelek ji wan dibin wênesaz, mûzîkjen, nivîskar… Nasnameya cuda, afirînerî zêde kiriye weke ku…

Almodovar, ‘jin’ xistiye navenda sînemaya xwe. Hemû pisrgirêkên jinan, hemû êşa wan ya veşartî û eşkere…

Almodovar ji bo vî fîlmê xwe halo gotiye;

‘’Ji bo Davis, ji bo Rowlands, ji bo Schneider

Ji bo jinên lîstikvan, yên ku rola jinan dikin,

Ji bo hemû jinên lîstikvan,

Ji bo mêrên ku ji bo lîstikvaniyê bûne jin,

Ji bo hemû kesên ku dixwazin bibin dayîk,

Ji bo dayika min… ‘’

Bi dîmenan vegotina pirsgirêkekê, derdekî pir zehmet e. Bi tevgera lîstikvan, bi jest û mîmîkên lîstikvan fîlmek bihêztir dibe. Hemû lîstikvanên Almodovar pir serkeftî dilîzin. Mirov dibêje belkî ne lîstik e lê rastî ye.

Lîstikvanên Almodovar nalîzin.

Di sînemayê de lîstikvanên ku nalîzin maqbûl in. Yanî yên ku bi awayekî xwezayî heqê rola xwe didin.

Fîlmê me ‘ TODO SOBRE MI MADRE ‘ sala 1999’de xelata Oscarê girtiye.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse