Di sînemaya kurd de lîstikvaneke nû

0
15
REKLAM    

Di fîlma derhênerê kurd Hîsham Zaman a bi navê ‘Beriya ku berf bibare (Before Snowfall)’ de Bahar Ozen a ku di fîlmê de rola sereke dilîze diyar kir ku ji bo sînemaya kurdî lîstikvanên ciwan pêwîst in.

Di fîlma derhênerê kurd Hîsham Zaman a bi navê ‘Beriya ku berf bibare (Before Snowfall)’ de Bahar Ozen a ku di fîlmê de rola sereke dilîst, lîstikvaneke nû û ciwan a di nava sînemaya kurd de ye. Bahar Ozen a ku ji başûrê Kurdistanê ye û niha li bajarê Herford ê Almanyayê dijî diyar kir ku wê dema li dibistanê di xebata şanoyê de lîstikvaneyê dikir, ji nişkave xwe di nava xebatên sînemayê de dîtiye û di fîlma derhêner a Hîsham Zaman de rola sereke girtiye. Ozen destnîşan kir ku di sala 2010’an de li Berlînê ketiye pêşbirkekê û xwestiye di fîlmeke kurdî de cihê xwe bigire. Di pêşbirkê de her wiha Ozen jî hatiye hilbijartin.

LÎSTIKVANEKE DILDAR

Der barê naskirina xwe û derhêner Hîsham Zaman de Ozen van tiştan dibêje: “Di pêşbirka li Berlînê de min û Zaman hev nas kir û min xwest ku ez di nava fîlmên kurdî de cihê xwe bigirim. Zaman jî bi awayeke germê li ev daxwaza min mêze kir û min gaveke ji bo lîstikvaniya ji bo sînemaya kurdî avêt.” 
Ozen da zanîn ku dema ew di pêşbirka li Berlînê de serkeftî hatiye hilbijartin gelek kêyfxweş bûye û kêfxweşiya xwe jî wiha tîne ziman: “Di pêşbirkê de ez serkeftî hatim hilbijartin. Tu carî di hişê min de çênebûbû ku ez serkeftî bêm hilbijartin.” 
Ozen diyar kir ku ji ber wê dibistanê dixwend û hêj ji dawîbûna dibistana wî re du sal mabû ew gelek êşandiye û wiha got: “Malbata min ji bo vê rewşê gelek destekê da min. Dema ku ji bo kişandina kamerayê ez diçûm welatên din mamosteyan dersên min ji min re dişandin û  gelek ked didan min.”

SÎNEMAYA KURDÎ

Ozen bi lêv kir ku dema ew di fîlmên kurdî û mijara kurdî de lîstikvaniyê dike gelek rûmetê dide wî û wiha dibêje: “Pêşveçûna sînemaya kurdî min gelek kelecanî dike. Min ji berê ve xwestiye ku ez di fîlmên kurdî de lîstikvaniyê bikim. Fîlmên kurdî yên ku mijara kurd digirin dest me bi welatiyên ewropî re didin nasîn û her wiha di aliyê pirsgirêka kurd de rewşa me jî nîşanî wan didin.” 
Der barê çanda sînemayê û ji derve nihêrîna sînemayê de jî Ozen axivî û wiha got: “Di dema kişandina fîlman de gelek caran me zehmetiyan kişand. Di aliyê teknîkî de gelek kêmaniyên me hebûn. Lîstikvaniya sînemayê wekî ku dibêjin rihet nîn e. Carna wisa dibe ku ji bo sahneyeke 2-3 deqe em bi rojan dest bi kişandinê dikin.” 

BERIYA KU BERF BIBARE

Derhênerê kurd Hîsham Zaman  ku bi fîlma metrajkin ‘Bawke’ navê xwe da nasîn, bi fîlma ‘Beriya ku berf bibare (Before Snowfall)’ di qada navneteweyî de navê xwe da hesandin.
Fîlma ‘Beriya ku berf bibare’ (Before Snowfall) her wiha di gelek mîhrîcanan de jî hat pêşandan û rastî eleqeyek mezin hat. Fîlma ‘Beriya ku berf bibare (Before Snowfall)’ di Mîhrîcana Fîlman a Goteborg ya 32’yemîn de xelata ‘Fîlma Herî Baş’ wergirt.
Di mîhrîcana Trîbeca a ku li Amerîkayê hat lidarxistin de xelata ‘Fîlma Herî Baş a Sînematografî’ wergirtibû.
Di rola sereke ya fîlmê de lîstikvanên bi navê Bahar Ozen û Tahîr Abdullah Tahîr ên ku ji başûrê Kurdistanê ne cih digirin.

MIJARA FÎLMA  ‘ BERIYA KU BERF BIBARE’

Jina bi navê Nermîn a 18 salî li gundekî başûrê Kurdistanê dijî. Ji ber ku bavê Nermîn tune ye li malê axaftina birayê wî yê piçûk Şiyar derbas dibe. Ji ber ku dema çaxa zewacê ya Nermîn tê xwezgînî tên mala wan. Ji ber ku li Norveçê hezkiriyek wî heye Nermîn naxwaze bizewice. Ji ber vê sedemê Nermîn neçar dimîne ku ji malê bireve. Birayê wî yê Şiyar jî dixwaze xwişka xwe ya Nermîn bibîne û wî bikuje li pey şopa wî digere. Dema ku Şiyar tê Stenbolê li Nermîn bigere keçikekî bi navê Evîn nas dike. Çiqas dem dibûhûre di navbera Şiyar û Evîn de dildariyek çêdibe û diçin Almanyayê. Tiştê ku Şiyar jiyaye bi demê re fikrên wî diguherînin.
Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse